Yaşar Eroglu – Romana A. Hekîm Kozlûk “Temenên Li Ber Bahozê”

Romana A. Hekîm Kozlûk “Temenên Li Ber Bahozê”

Romaneke şahkar li ber destên me ye: Temenên Li Ber Bahozê. Ji aliyê vegotin, honaksazî, sayeşandin, bedewkarî û ziman ve A. Hekîm Kozlûk berhemeke pir hêja daye ferhenga wêjeya kurdî. Tişta romanê bi nirx û hêja dike ev e; vegotin çiqas xwîner dikişine nav xwe yan jê dihetikîne. Ev yek li gorî serkeftîbûna romanê têkiliyeke germ di navbera xwîner, romanê û nivîskar de pêk tîne û çêjeke xweş di hişê mirov de dihêle. Dema ku mirov mijarê tê digihîje şûnde romana Temenên Li Ber Bahozê mirov cezb dike û pileya meraqê her diçe bilind dike û nahêle ji destê xwe bikî. Roman bi vegotineke serkeftî hatiye hohandin. Hevokên kurt, naverokeke dewlemend û dagirtî li rûyê mirov roniya xwe diteyisîne. Nivîskar heta nêzî dawiyê bi panaromaya mijara çîroka xwe dest pê dike û pê der pê kakilê kompozisyona xwe derdixe ser dikê. Bi şêweyekî têkilhev dest pê dike paşê mîna mûyê di nav rûn de bikişîne mijara xwe ji hev derdixe û dide fêmkirin.

Nivîskar du beşên destpêkê ji bo beşa dawiyê vebêje xwînerên xwe, weke ûwertûr bi kar aniye, bi vî awayî çîroka esas xwe dispêre kîjan piştperde û daboriyê bi awayekî serkeftî daye zelalkirin. Lê heqê her beşa xwe dayê û çêj zêde bûye lê kêm nebûye. Yanî ûwertûra xwe hema çawalêhato neavêtiye nav dest û lepan. Weke hedadekî, weke wênesazekî karê xwe kûr û zirav ristiye, ji bêjinga wêjeyê re derbas kiriye. Beşa dawiyê lûtke ye, lûtke bi lûtkebûna xwe pir şanaz û serbilind e yanî heqê lûtkeyê bi hostatî dayê.

Vegotina bi ziman, sayeşandin û naveroka hevokan bedewkarî-estetetîka xwe afirandiye. Vegotinek û şêwazekî taybet bi kar aniye. Şêwaza xwe ya xweser afirandiye. Ev taybetiyeke gelek grîng e. Hevokên kurt, naverokeke sade, nerm, germ, bêprole tercih kiriye. Vê yekê tehm daye vegotinê. Dema roman diqede pejnek di dilê mirov de diçe û tê; xwezî neqediya, dewam bikira.

Ji ber ku A. Hekîm Kozlûk du beş weke ûwertûr sêwirandine lehengên wî jî naşibin lehengên romanên em hînbûyî. Yanî lehengên esas serî heta dawiyê tê de nîn in; Sofî Nûrî, Şêx Îzadîn, Şêxmûso yên din ji cihekî şûnde ji lehengtiyê dikevin, lehengên nû çalak dibin. Ev tercîha nivîskar e, ji romanê kêm nekiriye çêjeke xweştir daye romanê. Di beşa dawiyê de teşeyê vegotinê guheriye. Her tişt bi rojnivîska Felat daye vegotin. Ji bo ku detayên şerê sûkên Nisêbînê vebêje, ev tercîh bûye serkeftina romanê.

Derd û mebesteke vegotina nivîskar heye. Xwestiye vî derdî û vê mebestê bi xwîner bide fêmkirin. Lê nivîskar di nav yek rêzikê de jî nîn e. Xwe weke aliyekî nedaye hesandin. Di sengerên Nisêbînê de çek nedaye destê xwe lê hemû aliyên rastiyê li ber çavan rasxistiye; çi dijmin, çi dost. Propogandaya hişk, vegotina prolekirî, peyamên rijî nedane. Di rastiyê de her tiştê romanê aîdî wî ye lê xwe daye aliyekî xweşikiya gotinê, wêje derxistiye pêş. Yanî ji bo ku berhema wî bibe romaneke wêjeyî pênûsa xwe bi pîvan bi kar aniye.

Her pirsên ku di serê xwîner de çêdibin di herka romanê de bersivên xwe dibînin. Ev bersiv ew qas xweş hatine bi cihkirin ku weke terziyekî hostayê dirûtinê.  Mînak, pirsa Soro û Qumrî xilas bûn lê ku ne, Soro li Nisêbînê, di mala Memyan û Felekê de û çend rûpel şûnde Qumrî di herka romanê de derdixe pêş me. Pirsa Raperîn, Helbest gelo çawa bûn, bi bersiva yek li Cizîrê parêzer, yek jî li Şengalê nojdar e, serê xwîner zelal dike. Dide pirsîn, bi vegotinê bersiva xwe dide. Ev jî hostatiya honaksaziyê nîşanî me dide.

Zimanekî herêmî bi kar aniye. Mirov dibêje, eger zimanê herêmî bê tercîhkirin, aha ew ziman ev ziman e. Şîrîn, çêjdar û dilgerm. Bi giştî ev vegotin pê li dilê mirov dike, hesteke xweşik diafirîne.

Mebest û derdekî nivîskar heye, me jî dike şirîkê wê mebesta xwe. Ji yên roman xwendî kî dikare bêje, ez di bin bandora lehengiya fermandar Soro de nemam, kî dikare fedakariya Leylayê, liberxweketin û mirina Emînê Îskan ji bîr bike! Ew serkeftina vegotinê ye, ev jî hostatî û hunera nivîskar darîçav dike.

Bi bedewkarî, vegotin, sayeşandin û bikarana ziman em dikarin bêjin, sînorê zimanê kurdî çiqas berfireh e/ dike. Qabiliyet û qapasîteya wî çiqas dewlend e, eger berhemeke wiha bêhempa bikaribe pêk bê, berhemên şahkartir jî dikarin bên afirandin û ev berhem îspata wê ye.

Romana Temenên Li Ber Bahozê hukim û serweriya gotinê raxistiye ber çavan. Terbiyeya gotinê na, xweşikiya gotinê bi zimanê kurdî derdixe pêş. Ne edeb-edebiyat, gotin-bêj-wêj- wêje; ango xweşikiya gotinê! Bila peyama me biçe ji bo rewşenbîrên kurd ên di cihê wêjeyê de bi israr têgeha edebiyatê bi kar tînin; bi taybetî rewşenbîrên başûr û hwd.

Her çend nû be jî weşanxaneya Aryen rê daye kêm kêmasiyan edîtoriyê, destê xwe nedaye reseniya zimanê herêmî, baş jî kiriye. Weşanxaneyê herî kêm xeletiyên redaksiyonê kirine, ji yên heta îro me din av koma xwendinê ya enstîtuya Kurdî ya Stokholmê de xwendine û nirxandine.

Bi pênûsa A. Hekîm Kozlûk romana Temenên Li Ber Bahozê berhemeke hêja ye û li wêjeya kurdî zêde bûye, li wî pîroz be. Bi hêviya berhemên bi vî rengî hêja ez dibêjim bila pênûsa wî xurt, dest û tiliyên wî ter bin da ku xweşikiya gotinê careke din bidêrîne.

.

Yaşar Eroglû

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *