Wêje qadeke bêsînor e. Tu qalib û sînoran nas nake. Dinyaya wêjeyê dinyayeke rengîn û bê sînor e. Ji ber wê jî wêje ji gelek aliyên xwe ve gerdûnî ye.
Her çi qas ji aliyê ziman û çandê ve netewetî di xwe de biderbirîne jî di bingeha xwe de û ji aliyê giyanî ve gerdûnî ye.
Wêje weke madalyoneke dualî ye. Aliyek jê rengê netewetî xuya dike aliyê din jî rengê gerdûnî ye.
Yan jî bi awayeke din mirov bibêje; wêje fêkiyeke bihûştî ye. Kakilê wê gerdûnî ye, derveyê wê netewî ye. Hundirê wê, nava wê bi giyana gerdûnî hûnandî ye û wekî her tiştên xwezayî tê de diyalektîkeke xurt heye; derveyê wê rengereng e û her cure çêj li ser xuya ye û bi vî awayî xemilandî ye.
Dema ku mirov bala xwe dide dinyaya wêjeyê û berhem û aferînekên wêjeyî dixwîne her çi qas her yek bi zimaneke cuda hatibin nivisandin jî, her çi qas hunandina aferînekên wêjeyî li gorî ziman û çanda neteweyên cuda cuda bin jî di hîmê xwe de, di bingeha xwe de mijarên hevpar yên mirovahiyê tînin ziman. Derd û kul, kêf û şadî, xweşî û nexweşiyên mirovahiyê yên hevpar vedibêjin. Ev jî dinyaya wêjeyê dike dinyayeke hevpar. Welatiyên vê dinyayê bi hev dizanin û dildar û dilsozên heman dozê ne, rêwiyên rêya heman pêşveçûnê ne.
Sîn Leke Ûniyê Sumerî, Homerosê Yewnanî, Beydabayê Hindî, Firdewsiyê Îranî, Cizîrî, Xanî û Feqiyê Kurdistanî, Nîzamiyê Gencewî û gelekên din welatiyên heman dinyayê ne. Aferînerên dinyaya wêjeyî ne. Balzacê Frensî, Dostoyevskî û Tolstoyê Rûsî, Marquezê Amerîkaya Latînî, Necib Mahfûzê Misrî, Cegerxwîn û Şêrko Bêkes û Qedrî Can û Nûredîn Zaza û Bextiyar Elî û Mehmed Ûzûnê Kurdî û gelekên din jî welatiyên heman dinyayê ne û ji heman giyanî xwedî dibin.
Dema ku mirov wêjeya hemû neteweyan bide ber hev gelek aliyên wan yên hevpar hene. Gel û netewe li ser pêwendî û danûstandinan gelek bandor li ser hev dikin. Ev bandor ji aliyê wêjeyî ve jî her weha ye.
Bandora wêjeyî bêtir jî di navbera netewe û gelên cîranê hev de pêk tê. Gava ku mirov bala xwe bide ser gelê kurd ji gelek aliyan ve li ser gelên cîranê xwe bandor kirine û di bin bandora wan de maye.
Belê kî dikare bikeve vê dinayaya wêjeyê ya bêsînor? Mirov çawa dikare dakeve vê dinyaya rengîn û dengîn û serwerîn?
Mario Puzoyê ku di dinyayê de herî zêde pirtûkên wî hatine xwendin, di axaftineke de wiha digot; ”Belkî pirtûkên min li hemû dinyayê herî zêde têne xwendin, belkî bi milyonan mirov min nas dikin û ez navdar im, lê hê jî ez xwe wêjevanekî baş nabînim…”
Wê demê mirov dikare bibêje ku bi pirxwendin û bi pirnavdariyê nakeve vê dinyaya wêjeyê ya bêsînor.
Mirov çawa dikeve nav vê qada bêsînor?
Pêşiyê ku mirov bikaribe sînorên nava dilê xwe; tixûbên li nava hiş û mêjiyê xwe birûxîne û ji holê rake wê demê mirov dikare dakeve vê qada bêsînor…
Bi hêviya ku her kesên ku destê wan pênûs digirin û doza nivîskariyê li xwe dikin li qada bêsînor, li hev kom bibin. Zêdetir jî pêwistiya qada nivîsbariya kurdî bi dinyayeke bêsînor heye…
Azad ZAL | azadzal@hotmail.com