Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê Kongreya xwe 12.04.2025 pêk tîne û ji bo vê vexwendinameya kongreyê belavkir. Komîteya Amadekar bi vewestinameyê xwestin hemû hezkiriyên çand û wêjeyê bi rexne û pêşniyarên xwe tevlî kongreyê bibin. Naveroka vexwestinnameyê bi vî awayî ye;
“Vexwendin ji bo Kongreyê
Birêz endam, alîgir û dilxwazên Înstîtuya Kurdî li Stokholmê!
Em weke Înstîtuya Kurdî li Stokholmê kongreya xwe ya salane li dar dixin. Em we hemûyan vedixwînin kongreya Înstîtuyê. Beşdarî û amadebûna we wê kongreya me xurt bike. Di heman demê de nirxandin û pêşniyazên we bi qasî hêzdanê wê tîneke gur a nû bide kar, erk û çalakiyên ziman, çand û ferhenga kurdî ya Înstîtûyê ya li welatê Swêdê. Em dixwazin ku hûn bi xwe re pêşniyaz û têbîniyan li ser kar û xebatèn Înstîtûyê û plansaziya karan bi kongreyê re parve bikin da ku di paşerojê de kongreyê û xebatên Înstutiyê bi hêz bikin.
Li gel silavên me yên germ. – Komîteya Amadekar
Roj; Şemî rêkeftî; 12.04.2025
Demjimêr; 13;00 – 18;00
Cih; Navenda Înstîtûya kurdî Adres; Morgårdvägen 13, 143”