Kurmanciya Ermenistanê
NASANDINA DEVOKÊ Û DEVERÊ BI KURTÎ
Êzdiyên ku niha li Ermenistanê dijîn hema mirov dikare bêje ji sedî sed ziryeta êzdiyên Serhedê ne. Ji sedema bûyerên sedsala 19-an û 20-an bi taybetî ji sedema şerê Osmanî-Rûsan (1877-1878), Şerê Cîhanê yê Yekem (1914-1918) û herwiha ji sedema komkujiya ermeniyan (1915) jî ku di gel wan gelek êzdî jî canê xwe ji dest dan hejmareke mezin a êzidiyan berbi Ermenistanê ve hatin. Ji ber vê yekê jî kurmanciya Qefqasê û kurmanciya Serhedê dişibînin hevûdu. Kurmancîaxivên Sovyeta berê ya Ermenistanê devoka xwe ya devkî ne tenê ji tunebûnê parastin lê herwiha kurmanciyeke pêşketî û standard jî bidest xistin.
Rewşa devokê
Civaka me ya Kafkasyayê bi taybetî li Ermenistanê hema mirov dikare bêje ji sedî sed kurmancîaxêv in. Sedsala 20-an ji bo gelê me bidestxistineke nû di gel xwe anî. Bi alîkarî û piştgiriya dûgela Ermenistanê ewana bûn xwedî alfabeyê. Kîjan jî bû sedema pêşxistina zimanê zikmakî û herwiha parastina dîrok, çîrok, zargotin, stiran, destan, wêje û hwd. Piştî afirandina alfabeyê gelek dibistan hatin vekirin, pirtûk hatin çapkirin û rojname bi zimanê dayikê hate weşandin. Di komcivîneke giştî de ku di sala 1934-an de li Ermenistanê pêk hat zaravayê kurmancî wek zimanekî standard ji bo kurdên Kafkasyayê tê qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî dibêjin Kurmanciya Kafkasyayê.
Niha û di dîrokê de çi ziman an zaravayan tesîr li devokê kiriye?
Hemû gelên cîranên hev ji ber sedemên cihê, ji aliyê zimên ve jî bandor li hev kirine û peyv dane hev û ji hev stendine. Çawa ku bandora zimanê Ermen, Faris, Tirk û Ereban li ser kurmanciyê hebûye wisa jî bandora kurmancî li ser wan hebûye. Dema Sovyetê de bandora rûsî û herwiha ermenî jî li ser kurmanciyê hebûye. Ev yek di pirtûkên ku wê demê de hatine weşandin de baş xuya dibe.
Taybetmendiyên din yên dengnasiyê
Di kurmanciya Qafqazûsê de 38 tîp hene û ji wan 29 tîp dengdar in, 9 jî dengdêr in. Ji bilî van 38 tîpan çend tîpên din jî di nav hin peyvan de tên bihîstinê.
Va ye ew tîp in:
A’ – A’rif, a’ciz…
E’ – e’rebe, e’wir, E’lî…
Î’ – Î’sa…
O’ – O’rîn…
U’ – u’lm…
I’ – i’ntîn…
X’ – ax’a, box’e, bax’, dax’…
Pifdarî
Bêpif (nerm) – ç, k, p, r, t
Bipif (req) – ç’, k’, p’, r’, t’
Ç – Ç’ (çar, ç’are)
K – K’ (ker, k’er)P – P’ (pîr, p’îr)
R – R’ (mar, mer’)
T – T’ (tu, t’u)
CÎNAV
Cînavên kesî yên xwerû
Ez Em
Tu (ti) Hûn
Ew Ew/Ewana
Cînavên kesî yên çemandî/tewandî
Min (Mi) Me
Te We
Wî/Wê Wan/Wana
Cînavê veger «xwe» wek «xa» tê xwendin.
Wek din jî W bi piranî ji komdengê XW dikeve:
Ez dixazim. Em dixazin
Tu dixazî. Hûn dixazin
Ew dixaze. Ewana dixazin
Li kurmanciya Rewanê de cînavê hevber «hev» (hevdu) e.
Em hev (hevdu) nas dikin.
Taybetmendiyên din yên cînavan
Carna di helbest û stranan de di pêşiya cînavka «ez»-ê tîpa «w» jî tê bikaranîn.
wez
BERHEVDANA RENGDÊRAN
Ji bo berhevdana forma komparatîv paşgira ”-tir” tê bikaranîn.
mezintir, baştir
Herwiha «diha mezin, zehf (gelek) baş»
Ji bo forma sûperlatîv paşgira ”-tirîn” tê bikaranîn
mezintirîn, baştirîn
Herwiha ”herî mezin, yê/a mezin” jî tên bikaranîn.
Herwiha rengdêra ”lapî mezin, pir mezin” jî tên bikaranîn.
HOKER
Hokerên giştî aha tên gotin:
çanî (çawanî), kengê, çiqas/çend
aha (ha), usa (bi wî awayî), haqas, ewqas, vî, han,
duhu (rojek berî îro), duhunapêr (du roj berî îro), betirpêr (sê roj berî îro)
îro, sivê (rojek pêştî îro) , dusive (du roj piştî îro),
sive, roj, êvar (şev),
îsal, par (sala berî îsal), pêrar (du sal berî niha), betirpêrar (sê sal berî îro)
vira (vê derê), wira (wê derê), hemû ciya
erê/belê, na/na xêr, belkî, diqewime
Li Ermenistanê cûreyên silavkirinê:
Siva xêr (spêde, beyanî baş)
Roj xêr (roj baş)
Êvar xêr (Şev baş)
DAÇEK
Pêşdaçekên devokê ev in:
“pê, bona (sava), ij (ji), li, di, nav, ber, ser, devokê de aha tên gotin
Bo nimûne:
pê kêrê
bona (sava) min
ij (ji) te
nav wan de (di nav wan de)
Ew çû ser avê
Ew çû ber pêz…
Paşdaçekên bingehîn bi awayê «da, ra, va» tên bikaranîn. Li Ermenistanê ew berê bi hev navdêra beriya xwe ve dihatin nivîsîn:
Mal-da (li malê, di malê de)
mera (ji me re, bo me)
jorva (jor ve, ber bi jor)
Komdaçeka komîtatîv ”pêra” ye. “Li gel, di gel” nayên bikaranîn.
GIRÊDEK
Girêdekên di vê devokê aha tên gotin:
lê,
çimkî, heger, hela,
loma, lema, xût, yanê,
heta, hema, gava, îdî, de,
ya ku, ê ku, êd ku, çi ku,
wextê, herkê, mesele,
Taybetmendiyên din
Ku, belê, bes, jî, wekî, jî…jî, ne…ne, him-him, yan(ê) …yan(ê), çawa…usa, çiqas…ewqas, hema…hema û hwd.
HEJMAR
Hejmarên sade
Hejmarên 1-9 aha tên gotin: Yek, dudu, sisê, çar, pênc, şeş, heft, heyşt, nehe, dehe
Hejmarên 10, 20, 30 – 90, 1000 aha tên gotin: Deh, bîst, sî, çil, pêncî, şêst, heftê, heyştê, nod, hezar
H–ya peyvên di navên 7, 17, 8, 18, 70, 80 û 1000 de wek H-ya “Hesen” e.
Hejmarên rêzî
Di çêkirina hejmarên rêzî de bêtir paşgira «-a» tê bikaranîn.
Bo nimûne «duda, sisya, çara, pênca, şeşa, hefta, heyşta, neha, deha û hwd.
Taybetmendiyên din yên hejmaran
Di navbera hejmaran de peyva “û” nayê bikaranîn an kêm caran tê bikaranîn:
21: bîstyek
140: sedçil
1150: hezarsedpêncî
ÇEMANDINA/TEWANDINA NAVDÊRAN
Paşgira nediyariyê «-ek» e . Bo nimûne:
”tiştek, sêvek”
Raveka pirhejmariyê «-ên», ”-êd”, «-ê» ye. Bo nimûne:
”sêvên min, kitêbêd teze (nû), sêvê min,
Raveka yekhejmariya nêr û mê bi vî awayî ye:
Raveka yekhejmar ya nediyar li gel navdêrên nêr “-ekê” ye:
«baltekê min» (bivirekî min)
Raveka yekhejmar ya nediyar li gel navdêrên mê “-eke” ye:
«kitêveke min» (kitêbeke min, pirtûkeke min)
ÇEMANDINA LÊKERAN
Pêşgira berdewamiyê ”di-”ye.
Bo nimûne:
ez divêm, ez divêjim (ez dibêm, ez dibêjim)
tu divînî (tu dibînî)
ew dixwaze
Pêşgira dema bêt (dema were, future) «ê», «wê» ye.
ez ê bêjim, (ew) wê bibêje
Paşgirên kesî yên lêkeran di demên neborî (dema niha û dema bêt) de
Ez divêjim Ez ê bêjim
Tu divêjî Tu ê bêjî
Ew divêje Ew ê bêje
Em divêjin Em ê bêjin
Hûn divêjin Hûn ê bêjin
Ew divêjin Ew ê bêjin
Dema bêt bi pêşgira ”bi-“ tê bikaranîn
Ez ê sêvekê bixwim.
Formên raweya subjunktîv
“ez ê bixwim, min ê bixwara, min xwaribûya…”
Neyînîkirina raweya fermanî bi “ne-” ye. Bo nimûne:
”neke, nêbêje!”
Dijwateya ”heye, hene”, ”tine ye, tine ne” e
Dijwateya ”ew kurd e, ew kurd in” hem bi “ne” + kopula û hem jî bi “nîne, nînin” dibe:
ew ne kurd e, ew ne kurd in»
ew kurd nîne, ew kurd nînin» e
Lêkerên ”birin, dan/dayîn, kirin” di dema niha de bi vî awayî diçemin:
”ez divim, didim, dikim”
Lêkera alîkariyê ”karîn” e:
Dema niha: ez dikarim, tu dikarî, ew dikare
Neyîniya wê: Nikarim, nikarî, nikare
Lêkera ”çûn” di dema niha de aha diçeme:
ez diçim, tu diçî, ew diçe
Neyîniya wê: naçim, naçî, naçe
Lêkera “hatin” di dema niha de aha diçeme:
ez têm, tu têyî, ew tê
Neyîniya wê: ez nayêm, tu nayêyî, ew nayê
DENGNASÎ
Hinek cudahiyên dengnasî yên devokê ji kurmanciya giştî hene.
B-ya paşvokalî (li dûv vokalan) dibe V. Bo nimûne:
ez divim (ez dibim), tu divê (tu dibêjî/dibê), ew navîne (ew nabîne)
Komdengê ”xwe-” wek «xa» tê gotin. Ji bo nimûne:
xa, xaş, Xadê, xara, xaxa û hwd.
Komdengê ”xwa-” wek «xa» tê gotin
xarin, vexarin,
Komndengê “xwî-” wek “xû-” tê gotin. Bo nimûne:
xûn, bixûne
Di peyvên ”çav, mar” de A wek E’ tê gotin:
çe’v, me’r
H li dawiya navê hejmarên 11-19 nîne: Bo nimûne:
yanzde, çarde…
Hin tiştên din derbarê kurmanciya Kafkasyayê de
Niha li Ermenistanê civaka me dabeşî du beşan bûne ji wan yek dibêje ku bi kurmanciya kurdî dipeyive, lê yê din jî dibêje ku bi êzdîkî dipeyive. Divê em destnîşan bikin ku tu cudahî di navbera zimanê wan de tuneye.
Afirandin û pêşketina alfabeya kurdî li Sovyeta Ermenistanê de dikare li ser sê qonaxan de dabeş bibe:
Alfabeya «Şems» ya Lazo (H. Xazaryan) – 1921
Alfabeya Latînî ya E. Şemo û Î. Marogûlov – 1929
Alfabeya Krîlî ya H. Cindî, E. Evdal, W. Nadirî – 1944
1930→ Riya Teze di destpêkê de bi tîpên latînî çap dibe, lê di 1937-an de tê qedexekirin, piştî mirina Stalîn (1955) cardin dest bi weşanê dike êdî bi tîpên krîlî.
1921-1937→ 70 pirtûkên giranbiha wek berhevok, çîrok, destan, roman, şano û hwd jî ji aliyê nivîskarên me ve têne nivîsandin û çapkirin.
Xebatên edebî yên pêşî werger bûye, ji edebiyata rûsî û ermenî nêzîkî 15 kitêb tên wergerandin ku ev kar bêtir ji aliyê Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Qaçaxê Mirad, Cerdoyê Gênco, Ruben Drampyan û Erebê Şemo ve tê kirin
Têngîz Siyabendî