Di 4’ê meha Tîrmehê de, ”Koma Nirxandina Romanê ya Înstitûya Kurdî li Stockholmê” pirtûka nivîskar Yildiz Çakar a bi navê ”Deriyê Winda` xwend û li ser wê endamên komê dîtinên xwe pêşkeş kirin. Mehek berî wê jî romana min a bi navê ”Siwariyên Sersor” hatibû nîqaşkirin. Li ser her du romanan jî endamên komê, çi erênî, çi jî neyînî dîtinên xwe anîbûn ziman. Mirov dikarê bibêje ku çarçoveya nirxandinan, pesnan an jî rexneyên li ser berheman hatine kirin hema hema bi heman şîwêyî bûn.
Li ser romana min a ku bi salan min li ser lêkolîn kirî, jiyana xwe bexşandiyê, bi baweriya ku dê deriyekî nû li dîroka kurdan veke nivisandî û li pişt her hevoka wê sekinîm jî hinek endaman di nirxandinên xwe de ew kirin `sifir`. Hinekan jî kêmasiyên min ên ku heta niha min nedîtine dan ber çavên min. Mala wan ava be. Çi gotibin heqê wan e. Lewra pirtûk êdî malê wan e; ew ne dozger, ne dîktator û ne zikreş in. Xwendavanên min bûn. Di berhemê de çi dîtibin, çi fêhm kiribin, li gorî zanîna xwe anîn ziman û min tenê rêz nîşanî wan da. Lewra li cem min her yek ji wan nirxek e, cîhanek e. Bêyî lêkolîn kirin in. Xercê netewe û zimanê min ê ku min jiyana xwe bexişandiyê ne…
Bi saya serê vê komê bû ku cara yekem min romaneke Çakar xwend. Wekî din ne ez wê nas dikim û ne jî rojekê me hev ûdin dîtiye. Lê piştî nirxandinê, nivîskara me li ser twîtterê hinek dîtinên xwe bi van peyvên li jer belav kiriye: ”qaşo, nefret, min bavê wan kuştiyê, cahîl, nezan, zikreş, heqereta li min bike, kurdiya min dikare te rezîl bike, dewleteka me heba, we mala me xera kir, rewşa ku îro em têde ne ji rûyê kesên wek te ne, rêya min rêya Qazî Muhammed e, korsan, sözde okuma kulübüne (qaşo koma xwendine), dava ederim (ez ê dozê vekim)!’ bikar aniye.
Di nirxandinên endamên komê de ku li ser dijitalê hene, herkes dikarê temaşe bike. Dîtineke ku peyvên nivîskar li jor îdîa dike, rast derxe min nebihîst; heger tiştek wisa hebûya min ê mudaxele bikira. Ez bawer dikim hevalên din jê dê ev yeke bikirana. Lê nivîskara me bi awayekî pêşîn hikum (pêşdaraz), pir tûj, ne layiqê nivîskar û endama neteweyeke hevbeş tevanbariyan dike. Tu kesî ji me qala siyasetê û nêrînên nivîskarê di pirtûkê de û di jiyana asayî de, nizanim çi siyasete wê jî heye, nekir. Lê ew endamên komê bi vê yekê sûcdar dike. Di vê yekê de min tenê pêşin hikum dît. Helbet em dikarin li ser hemî tevanbariyan û li ser ”rêya Qazî Muhemmed” jî nîqaş bikin lê ne di heman platformê de…Di platforma wêjeyê de ne nivîskar, berhema wê/î tê nîqaşkirin. Nivîskara me, di navbera ezman û ewran de difirê lê xalên hatine ziman ji bo baştirkirina wêjeya Kurdî bûn.
Min romana xanimê li gorî kêmasiyan pêjirand û je hez kir; heger ew kêmasî nebûyana dibe ku min bigota mala wê ava şaheserek nivisandiye. Kêmasiyên min dîtin çi bûn?
Zimanê romanê: Li gorî kêmasiyên ku piraniya niviskarên kurd dikin, di vê romanê de jî kêmasiyên zimanî hebûn. Lê nayê wê wateyê ku zimanekî dewlemend, xweş, herîkbar bikar neanîbû. Min li gorî zanîna xwe ev kêmasî dîtin:
– Min ji van gotinên di rûp: 20 “Em bazdidan”, R: 67 ” Pir westandî xuya dikir” Rûp: 109 “Westandîme”, rûp: 210 “Sekinandîbûm” hez nekir. Formekî çêkiriyê. Min ji diya xwe, ji gundê ez lê mezin bûme û ji kesên min dîtine ku bi tirkî nedizanîn, tu caran ew peyv nebihîstibûn.
– Peyvên Tirkî (torba, dûz, demar) her çi qas li gorî nivîskarên din kêmasiyên wê kêm bûn jî hebûn û dikarîbû bikar neyne.
– Jêrê not (rûp: 34, 75) ne dicîh de bûn.
– Di rûp 109 an de, di 7 hevokan de 15 caran “min” bikar hatiyê ku ew qelîteya nivîsê kêm dike.
Ew kêmasî nebûna wê baştir bûya.
Naveroka romanê:
– Niviskar, sîstema cîhanê dişibînê axtapotekî ku milekî xwe li Efgenîstanê, yek li Îranê, yek li Kurdistanê, yek li Ganayê û yek jî li Ewropayê ye û ew sîstem mirovan dike qurban…Ew bi bûyerên cuda xweş hatiyê ziman û mîna avên cuda yên ku biherikin çemekî ne. Min ev yek eciband lê bi ferqekê, yên me mirovan dixwin, yên Ewropayê îşkenceya derûnî bi mirovan didin jiyankirin. Nivîskar îdîa dike ku “yê Ewropa ji yên me bi xoftir in” ez ne li gel vê dîtinê me û bi dîtina min ew navaroka romanê lewaztir dike…
– Min ji dîtina niviskarê ku sîstema Ewropayê wek (151) “kedîkirina bêwelatiyan” dibîne jî pir hez kir.
– Beş bi awayekî hostetî bi hev re hatine girêdan.
Belê nivîskara birêz Çakar, me qîmet da te û romana te ku me ew xwend, nirxand, diviya te spas bikira lê ji devê te agir dibare. Min fêhm nekir ku niviskareke kurd çawa wiha dibe û tu çi dixwazî? Hinekî giran be û bila lingên te li ser axê bin. Bi dîtina min pêwîst e hemî nivîskar, rewşenbîr û kurd jihev hez bikin, rêzê ji hev re bigirin, ji pêşîn hikuman dûr bisekinin. Bi taybetî jî kesên nivîskar, lêkolînêr û yên bi wêjeyê re mijûl dibin ji rexneyan re bêhnfireh bin. Helbet di dilê her neferekî de siyasetek heye lê ew siyaset jî ji bo paşêroja me baştir û xweştir bikin e, ne ku ew paşêroja me bike dojeh û bi qirika hev bigirin.
Wek nivîskareke min serkeftî dîtî, derkevê meydanê, li sînga xwe bixe û ji endamên komê leborîna xwe bixwaze !
Şoreş Reşî
2023.07.07
Silav mamoste Şoreş.
Nivîsek gelek xweş ê. Bi keyf xwend.
Dest û dilê te sax be
Spas kek Ziya, mal ava. Sores
Belê spas birêz Şoreş REŞÎ. Raste. Dilnizmî,xwe li rexne û şiroveyan ragirtin û hêzgirtina jî rexne û pêşniyaran asta kesayetên nivîskar radixe ber çavan…
Lewre jî hatiye gotin ku, cihên rexne lê tunebin û hemû kes li çepikan bidin, di wir de nakokî û kêmasiyên mezin hene…
Spas malî ava mamoste…
Aryen MENDÎ
Raste birez Mendi, mal ava. Sores