“Rengdêrên Namdariyé” û Pirsên Bi Xwe Re Tîne-Yaşar Eroglû

                     Mihemed Kurdî nivîskarekî ciwan e û li ser ziman û cur bi cur mijaran nivîsan dinivîse. Nivîsên wî di malpera Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê de derdikevin, ez bi kêfxweşî nivîsên wî dixwînim. Bi rastî di nivîsên wî de mijarên xwîner jê sûd wergirin gelek in, ez bawer dikim ku xwînerên malpera Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê jî weke min bi kêfxweşî dixwînin. Herî dawî nivîseke wî ya bi navê, “Şaş Bikaranîna Rengdêrên Namdariyê” di malpera Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê de derket. Li gorî min nivîseke mijara wê nû bû. Min bi Hemûyê bibînê…

TEWANG GERDENA ZÊR E DI SINGÊ KURDÎ DE-Yaşar Eroglû

Bi navê Pergala Zimanê Kurdî û Tewang nivîseke min di Kovara Nûbiharê de derket. Di zimanê kurdî-kurmancî de pergala tewangê çawa ava dibe mijara nivîsarê bû. (Nûbihar – hejm. 130) Min ev nivîsar pêşiyê şand Kovara Zendê. Kovara Zendê berê got çavkanî kêm in şûnde vegerand. Min ew kêmasî temam kir, dîsa şand. Hingê jî bi hinceta ‘tiştekî nû têde tune ye’ neweşand. Ez tê gihîştim ku bi hincetên neweşandinê li ber min dîwaran datînin, êdî min ji Zendê re neşand. Di vê nivîsarê de ez ê bi giştî pergala tewangê û hevsenga bi hêmaya xwerûtiyê re bigrim dest. Heta çiqas ku haya min jê heye, heta wê Hemûyê bibînê…

Xeletiya Tê Spartin Ziman – Yaşar Eroglû

Min gelek caran bi riya weşanê li ser paşgira ‘van’ û bikaranîna wê ya şaş dîtinên xwe anîn ziman. Lê bikaranîna şaş hê jî berdewam e û ez ê careke din li ser mijarê û bi hin aliyên wê yên nîqaşê rawestim. Paşgira ‘van’ weke paşgirên din peyvçêker e. Bi serê xwe wateya wê nîn e lê dema li paş navdêrekê tê danîn navdêreke nû pêk tîne û wateyeke din li heyîna gotinên kurdî zêde dike û gencîneya kurdî berfireh dike. Ziman hêmayeke zindî ye. Lê zêde dibe, tê dizê, diguhere, vediguhere, hin hêma jê tên jibîrkirin, wate diguherînin, transforme Hemûyê bibînê…

EDEBIYAT AN WÊJE?- Yaşar Eroglû

Têgeha ‘wêje’yê di beşeke berfireh a derdorê ziman, wêje û çanda kurdî de nayê bikaranîn û gelek wêjerist xwe ji vê têgihê dûr dixin. Reftareke ku neyê ferqkirin nîn e. Vê helwestê herî dawî di civata sohbet û îmzekirina pirtûkên niviskarekî de bala min kişand. Nivîskar bi israr heta dawiyê têgeha ‘edebiyat’ê bi kar anî. Piştî civatê ez fikirîm ku min ev pirs çima jê nepirsî. Mixabin ew mecal ji dest çû, lê min hewce dît ku dîsa jî ez vê yekê bi nivîsekê bînim zimên. Ev reftareke psikolojik e yan tiştekî din e? Lê mijara nîqaşê ye. Beşeke ne Hemûyê bibînê…

ÇEND GOTIN LI SER DESTANA  MEMÊ ALAN   -1-

ÇEND GOTIN LI SER DESTANA  MEMÊ ALAN   -1- Yaşar Eroğlu Ev nivîs ji xwendina min a pirtûkeke nivîskarekî ya li ser destana Memê Alan derket. Min pirtûkeke binirx a liser vê destanê xwend. Her çi qas pirtûk bi nirx û rûmet be jî, şîroveya wê li min şaş hat. Min dîtinên xwe weke gotarekê amade kirin. Ev gotara ku ez der barê Destena Memê Alan de dinivîsim ne li ser dîtinên kesekî ne. Min xwest ku beriya rexnekirinê ez di vî warî de çi difikirim, destanê çawa dinirxînim diyar bikim û bi navgîna vê gotarê bi we re parve bikim. Hemûyê bibînê…