Dagîrker û Kurd 2 – Kamran Simo Hedilî

Dagîrkar û kurd Dîmenek ji berxwedana Xerziyan ya sala 1926´an. …Piştî axaftina dirêj, fermandarê tirk berê xwe da leşkerên ku her sê qurban anîne odê û got. -Ji min re destên Migirdîç girêdin! Leşkeran destên Migirdîç baş girêdan û serê wî danîne ser teştê. Tahirê Tûj rahişte kêrê û çû cem Migirdîç. Ji berdêla Migirdîç dilê kurdên li odê ji tirsa dilerizî. Hinan çavên xwe digirtin da ku nebînin. Migirdîç bêtirs axivî. -Ev zilm di ti dînan de tune. Ev zilme û hûnê di nav zilma xwe de bifetisss… -Baş bigirin! Da xwîna vî gawirî min pîs neke! Bi axaftina Hemûyê bibînê…

Wêje û ziman – Kamran Simo Hedilî

Wêje û ziman Di wêje de bikaranîna ziman, an jî rola wêje dipêşxistina ziman de. (helbest, bexşan, çîrok, roman, cerbandin û wekî din) Wêjehezên cîhanê bi sedan pirtûk li ser vê babetê bi zimanên xwe nivîsandin. Lê heta ji min were, ezê bi kurtî bejim û ez ê bi pirsan dest bişiroveya xwe ya li ser vê mijarê bikim. Gelo çawa wêjevan hestên xwe derbasî xwendevanên xwe dikin? Bi awayekî din bipirsim, wêjevan çawa dikarin xwendevanên xwe, bikin şirîkên hest û ramanên xwe? Û pirseke din, zimanê berhemên wêjeyî pê têne nivîsandin û zimanê wêje çi bandorê li hev dikin? Hemûyê bibînê…

Çend pirs – Kamran Simo Hedilî

Çend pirs Li nav Kurdan hin derdor û kes hene, sedema êrîş û hovîtiyên dagîrkeran, hêzên Kurdistanî berpirsiyar dibînin. Van nêrînên xwe yên teng û pûç jî, bi nave Kurd û Kurdisatanê tînin ziman. Bi axaftinê, xwe ji herkesî welatperwertir nîşan didin. Van rojên dawî jî, ji serxwebûnê kêmtir tiştekî din naxwazin. Tiştên wisa ne di cih de dibêjin, mirov dikeve gumanê û ji xwe dipirse: gelo bi rastî, şêx Seîd û hevalên xwe bûn sedem ku zêdeyî şêşt hezar mirovên Kurd yên wê serdemê werin kuştin? Wan xwest ku bi hezaran gund werin şewitandin û wêrankirin? Wan xwest ku Hemûyê bibînê…

Çima bêtifaqî – Kamran simo Hedilî

Çima bêtifaqî? Ger dê hebûya me padîşahek Layîq bidiya Xwedê kulahek Tayîn bibûya ji bo wî textek Zahir vedibû ji bo me bextek Ger dê hebûya me itîfaqek Vêkira bikira me inqiyadek Rum û Ereb û Ecem temamî Hemiyan ji me ra dikir xulamî Hê wê demê zanayê mezin Ehmedê Xanî, gazinc ji bêtifaqiyê kiriye û em hê wê gazincê ji xwe dikin. Ehmedê Xanî ev gotin berî niha bi sê sed û hinek salan gotine. Em îro nabêjin ku bila hin ji me re xulamtiyê bikin. Em tenê dibêjin, ne em xulam bin û ne ti cîranên me bila Hemûyê bibînê…

Înstîtuya kurdî li Stockholmê, Nirxandina romana Qîrîneke bê deng, Rindêxan.

Please accept YouTube cookies to play this video. By accepting you will be accessing content from YouTube, a service provided by an external third party. YouTube privacy policy If you accept this notice, your choice will be saved and the page will refresh. Accept YouTube Content

Kamran Simo Hedilî – Peyam

Peyam: Ew di pirtûka xwe ya bi navê Lorîna Pênûsê de sedema nav guhartina xwe wisa dibêje: ”…Ji xewna reşikê tirsê, bi şeqama pîrikê di tarîreşa seqema şevekê meha Sibatê ya 1955an de min bi girî çavên xwe vekir. Nav li min kirin, lê wateya wî wan jî nizanîbû. Navê min kirin Faruk. Divê ku ez wijdana xwe xirab nekim. Paşnav ne wan li min kir. Berî ez werim dinyayê reşikê tirsê paşnavên bi zimanê xwe watedar li herêmê belav kiribûn. Destûra bijartina paşnavê ji kesî re tune bû. Pêwîst bû her kes ji van paşnavan yekî li xwe bike. Hemûyê bibînê…