maj
05
Danasîn û Dîrokçe
Înstîtuya Kurdî li Stockholmê di roja 14.09.1996’an de hat damezirandin. Armanc û karûbarên Înstîtuya Kurdî li Stockholmê: Lêkolîn, berhevkirin, xurtkirin û pêşve xistina ziman, wêje û çanda kurdî. Înstîtu li ser ziman, wêje û çanda kurdî lêkolînan çêdike û dide çêkirin. Di vî warî de semîner, panel û civînan amade dike. Li ser zargotina kurdî xebat dike. Ew kesên ku di vî warî de xebat dikin an jî xebatên wan hebin, înstîtu alîkariya wan dike û bi wan re hevkariyê dike. Li gor îmkanên xwe bulten, buroşür, kovar, pirtûk û rojname derdixe û diweşîne. Di her pileyî de kursên zimanê kurdî Hemûyê bibînê…