SPASNAMEYEK JI ÇEND REWŞENBÎR, WÊJEHEZ Û ’ALIMÊN KURD JI BO ÎNSTÎTUYA KURDÎ LI STOCKOHLMÊ
Birêz serokê hêja Kamran Simo Hedilî,
Ev demeke dirêje bi rê ya medya civakî kar û xebata we ya li ser hemû rengên wêjeya kurdî bi awayek rêkûpêk tê meşandin, em dişopînin.
Em vê kar û xebata we ya di bin navê Înstîtuya Kurdî li stockohlmê de tê meşandin gelek hêja û watedar dibînin . Taybetî jî ev destana Şerê Kund û Qijakan ya ku Gernas Koçer nivîsî û pêşkêş kirî, Di hêla wêje,hûnandin û watedariya peyamê de me ev berhem weke berhemek gelek hêja û serkeftî dît.Lê mixabin xwezî derfet hebûna ku ev berhemên wiha ne tenê li ser zoomê her wiha li ser platform û weşanên medyatîk jî bihatana xwendin û temaşekirin. Wekî em dizanin demekê ev berhem di zîndanê de jî ji bo perwerdê dihate xwendin.Her wekî em dizanin Gernas Koçer ne tenê Destana Şerê Kûnd û Qijakan nivîsiye wekî destana Kawa yê Hesinkar ,destana Vejînê û çend destanên din jî nivîsîne. Em van berhemên wî wekî Şaheserên serdemê dibînin û em gernas Koçer jî wekî şahê Destanê yê serdemê pêşwaz dikin. Em hîvîdar in ev keda bêhempa gulistanê wêjeya Kurdî bixemilîne.
Hûn wekî serok û rêveberê instîtuya Kurdî Li Stockohlmê, Ji bo ku hûn li van nirx û rûmetên me yên wêjeyî xwedî derdikevin em bi cenabê we û kesatetiyên bi we re vê kedê didin pir serbilind û şanazin. Û di vê kar û xebata pîroz de em spasdar in û serkeftinê ji we re dixwazin..
Bi hevpariya kesayetiyên navên wan li jêr, ev spasnaname hatiye şandin.
Mele Ahmed (Sekreterê giştî yê perweredehiya DİVES ê)
Mele ’Emer ê Didêrî (Seyda û Mûderis li bajarê Şirnexê)
Emin Boti (ji zaningeha Artuklu mamostayê zımanê kurdî û zımanzan)
Mûsa YÛCEL (Niviskar û lêkoliner)
Mele Zubeyir(Alim)
Mele.Ramazan (Alim) Mele Abdurrahman AKYÛZ (Endamên Diyadera Batmanê)
Mele.Abdüssamed (Seyda û Muderis)
Mele şukrî (Alim û Endamê Meyaderê)
Faysal ÖDEMIR(Nivîskar û Helbestvan)
Dr.Rûken Rodî (Bijîşkê pispor)
Mehmet KOVAN(Endezyarê Elektrîk û Elektronîkê)
Kasim YILMAZ(Îlahîyetnas)