Sed sal berî niha Kurdistan bi rêkeftina ”Lozan”ê, jialiyê dewletên emperyalîst ve hate perçe kirin. Bivê rêkeftina qirêj, li ser axa Kurdistanê tixûb hatin danîn û bi vî rengî kurd ji hev hatin belavkirin û dûrxistin.
Piştî dagirkeran Kurdistan dabeş kirin, vê carê ji bo misogerkirina deshilatdariya xwe ya li ser axa Kurdistanê çi şêweyên zilmê neman ku li ser serê gelê kurd neceribandin. Dagirker ew qasî hov û xedar bûnku çi caran li ser serê kurdan ferman, kuştin, jenosîd, komkujî kêm nedikirin. Dagirkerê her beşeke Kurdistanê, ji yên beşên dîtir zêdetir kurd dikuştin, mirov digot qey ev mêtîngerên hov ji bo kuştina kurdan ketine pêşbirkê. Ji ber ku dagirkeran hebûna xwe li ser tunebûna kurdan ava kiribûn, lewre hebûna kurdan jî ji bo xwe wek gef didîtin, ji ber wê jî ziman, nasname, çand, huner û her tiştên kurdewarî qedexe dikirin. Gelê kurd jî li hember zilm û zordariya neyaran nerazîbûn û berxwedana xwe nîşanî wan dida û carina jî li hember wan serî radikir.
Gelo çima kurd jî ser axa xwe koç dikin ?
Gelek sedmên vê pirsiyarê hene, wek hûn jî baş dizanin çi kes bê eger û sedem ji ser axa xwe bar nake û berê xwe nade cihekî din ê biyanî. Kurdistanî jî gelek caran ji bo mafên xwe yên xwezayî û bingehîn li hev civiyane û ketina nava têkoşîna felatê. Lê ev hewldanên kurdistaniyan bûne sedem ku dagirker tundîtiya xwe li ser wan zêdetir bikin. Dagirkerên Kurdistanê paşê jî ji bo ku pêşiyê li berxwedan û rêxistinbûna kurdan bigrin dest bi poltîkayên guhertina demografîk kir. Lewre ji bo ku kurd koç bikin her roj bacên nû û giran li kurdan ferz kirin, ji bilî berjewendiyên xweçi razemendî li Kurdistanê nekirin, çi derfetên kar li Kurdistanê nehiştin û xortên kurdan bi darê zorê dibirin leşkeriyê . Ev kiryar û reftarên hovane dibûn egera koçberbûna kurdan bo dewletên rojava. Ango kurd gelek caran neçar diman ku ji Kurdistanê bar bikin.
Helbet dagirkeran ne tenê di aliyê darayî ve şerê kurdan dikir, di heman demê de di aliyê çandî, leşkerî, siyasî û derûnî de jî şerê kurdan dikir. Bi kurt û kurmancî dagirkeran dû rêk deynabûn pêş kurdan an hûn ê ji bo me bîat bikin an jî hûn ê ji vî warî bar bikin. Ji bilî van her du rêkan çi mafê din ê kurdan tune bû. Lewre her sal bi deh hezaran kurd ji bo ewlehiya jiyana xwe qesta Ewropa û dewletên rojava dikirin. Li gel ku rêkên çûyina Ewropa gelekî metirsdar bûn jî, dîsa jî kurdan ji ber zilmên giranên dagirkeran neçar diman ku berê xwe bidin van rêkên xetere. Li seranserê Kurdistanê rewş bi heman şêweyê bû.
Gelo ev koçberbûna kurdan dê bandoreke çawa li Kurdistanê bike ?
Helbet koçkirina kurdan yek jî polîtîkayên qirêj ên dagirkerên Kurdistanê ye. Mebesta dagirkeran jivan polîtîkayên qirêj ew bû ku demografiya Kurdistanê biguherînin û Kurdistanê ji kurdan vala bikin û paşê jî li cihê wan gelên dinên ku bîata wan dikin bi cih bikin. Lewre ji bo ku bigihîjin mebesta xwe her roj guvaşên li ser kurdan zêdetir dikin. Biçûyîna her kurdekî/ê re destên neyaran xûrtir dibe û yên kurdan jî lawaztir dibe. Mixabin encamên van koçan bandorên gelekî neyînî li pêşeroja Kurdsitanê dike.
Pêşiyên me rewşa kurdan a vê gavê wiha şîrovekirine :”Dayika xelkê nabe dayika mirov û welatê xelkê jî nabe welatê mirov.” Lewre divê em baş bizanibin dayika me kurdan tenê Kurdistan e, ne welatekî din e û ne hewce ye jî em ji bo xwe li dayikeke din bigerin. Divê em ji bîr nekin dayik dema ku tên jibîrkirin dimirin. Lewre divê em vê îxanetê li dayika xwe nekin. Ji ber vê yekê divê kurdên li Kurdistanê axa xwe nehêlin û xwedî lê derkevin û divê yên li derve jî bizîvirin bo Kurdistanê û ji bo felatiya wê bixebitin. An heke em hemû dev ji Kurdistanê berdin û koç bikin, dê Kurdistan heta heta yê ji bo neyaran bimîne. Ji bîrnekin bes me Kurdistanek heye, heke ew tune bibe, ji xwe em kurd jî tune dibin.
Belê bi rastî jî ev mijara ”Sedemên Koçberiya Kurdan” mijareke bi qasî zeryayekê fireh û kur e lê em kurtasî li ser çend xalên girîng rawestiyan. Îca hêvî û daxwaze min ew e ku dumahîk likoçberbûna kurdan bê.
*Mihemed Kurdî / Mêrdîn*
25.07.2023
Emaîl: mihemedkurd47@gmail.com
Li her çar parçên kurdistanê koçkirin berdewame, sedema herî girîng pirsgirêkên kurdan û rêxistinên navxweyî yên kurdan bi xwene, heta Kurd pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser neken neşên pirsgirêkên xwe yên bi xelkê û dagirkeran ra çareser bikin, oêvîste Kurd şûjina di çavê xwe da bibînin paşê derzîya di çavên xelkê û dagirkeran da bibînin, bi vê rewşê koça cortên kurda dê berdewam bike û yên koçî metropolan kirîn jî dê hestên xwe yên kurdû û zimanê xwe jî ji bîr bikin
Belê birêz mixabin wisa ye