Ji bêjeyên (peyv) ku çawanî û çendaniya navdêran diyar dikin re hevalnav an jî rengdêr tê gotin. Hekerengdêr bi tena serê xwe bêtine nivîsîn ew jî her navdêr in , lê heke bi navdêrekê re bêtine nivîsîn, wê demê dibin rengdêr. Rengdêr (Hevalnav) , navdêran ji aliyê rewş, teşe, reng, hejmar û nîşanêve diyar dikin.
Di rêzimana kurmancî de gelek cureyên rengdêran hene lê ez ê di vê nivîsê de behsa ”Rengdêrên Namdariyê” bikim. Rengdêrên Namdariyê paye, rade, pêywir û asta civakê ya navên mirovan yên taybet nîşan didin. Ev rengdêr carinan têne despêka navdaran carina jî tên dumahîka wan. Jibo ku mijar bête fêmkirin em çend mînakan binivîsîn.
*Mam Serdar, *Met Zozan
*Xal Şerzan, Xaltîk Hêvîdar
*Heval Kawa, *Kak Azad
Şeyma Xatûn*, Mihemedê Aşpêj*, Mirad Beg*, Gulîstan Xanim*……
Rengdêrên namdariyê di ravekê de dema ku li serîbin divê veqetandekan nestînin, lê heke veqetandek li wan bête zêdekirin peywira rengdêriyê ji holê radibe û raveka navdêran çêdibe. Ev yek jî dibe eger û sedema tevlîheviyan.
*Mînak* :
*”Mamê Serdar çû”* Ji ber ku peyva ”Mam” veqetandek sitandiye êdî ew ne rengdêr e, di vê hevokê de kesê ku behs tê kirin Serdar nîn e, ”Mam”ê wî ye. ”
*Mam Serdar çû.”* Di vê hevokê de ”Mam” rengdêre, ango mam Serdar bixwe ye.
ji bo ku mijar zelal bibe em çend mînakên din jîbinivsînin.
*Mînak* :
” *Hevala Viyan got.”* Piştî ”Heval” veqetandek sitandiye êdî ew ne rengdêr e, ango kesa ku gotiye”Viyan” nîn e, hevala wê ye. ”
*Heval Viyan got.”* Wek diyar dibe ”Heval” veqetandek nestandiye, ango ” Heval” rengdêr e, kesa gotiye ”Viyan” bi xwe ye.
*Mînak:*
” *Xalê Ehmed dê bixebite.”* Di vê mînakê de kesê ku dê bixebite ne Ehmed bixwe ye, xalê wî ye.
” *Xal Ehmed dê bixebite.”* Di vê hevokê de kesêku dê bixebite Ehmed bixwe ye.
*Mînak:*
” *Apê Osman dinivisîne.”* Di vir de kesê kudinivisîne Osman nîn e, apê wî ye.
*”Ap Osman dinivisîne.”*
Di vê mînakê de kesê ku dinivisîne Osman bixweye.
Wekî ji mînakan jî diyar dibe, di vê mijarê de tevlîhevî hene. Em kurd gelek caran di axaftinên xwe yên rojane de rengdêrên namdariyê çewt bikar tînin. Şaşbikaranîna rengdêrên namdariyê gîhaştiye asta ku êdî cihê rastiyê bigre, ango gelekkurd êdî vê bikaranîna çewt, wek rast dizanin. Şaşbikaranîna van rengdêran ne tenê bi dîrokanêz ve girêdayî ye, her wiha ev rengdêr di gelek, sitran, helbest û nivîsên me yên dêrîn de jî biheman şêweyê, ango çewt hatine bikaranîn.
*Bo mînak:*
Dengbêj Şakîro di sitrana xwe ya bi nav û deng de wiha dibêje : ” *Bi destê Kekê Xiyasedîn digirtin kelemçe dikirin”* Qesta Şakîro di vir de ” Xiyasedîn” bixwe ye lê ji ber şaşbikaranîna rengdêrê wateya hevokê guheriye, ango kesê ku destên wî yên kelepçe kirin ne Xiyasedîn e, kekê wî ye.
Dengbêj Huseynê Farê di sitraneka xwe de wiha dibêje : ” *Xalê Cemîl digo…”* Qesta Huseynê Farê di hevokê de ”Cemîl” bixwe ye lê ji ber ku”Xal” veqetandek sitandiye êdî ne rengdêr e, ango di vê mînakê de kesê ku digo ne Cemîl e, xalê wîye.
Her wiha gelek sitran û nivîsên din de jî mînakên wisa henê.
Armanca vê nivîsê zelalkirina mijara ”Rengdêrên Namdêriyê” bû, îja hêvî û daxwaziya min ew e kesên ku bixwînin sûdê jê wergirin.
Mihemed Kurdî – Mêrdîn
09.09.2023
E-Maîl: mihemedkurd47@gmail.com
Bijî. Di rêziman de beşek girîng, bi awayekî hêsan û pedegogik hatiye zelal kirin. Di gel ez zanim jî gelek caran ez bi xwe ketime vê şaşiyê de. Gelek caran hin heval dibêjin; ha va hevalê Ednan jî hat, ez dibêjim wele Ednan bixwe ye ne hevalê wî ye.
Spasiya we dikim Mamosteyê hêja