Peyam: |
Ew di pirtûka xwe ya bi navê Lorîna Pênûsê de sedema nav guhartina xwe wisa dibêje: ”…Ji xewna reşikê tirsê, bi şeqama pîrikê di tarîreşa seqema şevekê meha Sibatê ya 1955an de min bi girî çavên xwe vekir.
Nav li min kirin, lê wateya wî wan jî nizanîbû. Navê min kirin Faruk. Divê ku ez wijdana xwe xirab nekim. Paşnav ne wan li min kir. Berî ez werim dinyayê reşikê tirsê paşnavên bi zimanê xwe watedar li herêmê belav kiribûn. Destûra bijartina paşnavê ji kesî re tune bû. Pêwîst bû her kes ji van paşnavan yekî li xwe bike. Ji paşnavên reşikê tirsê belav kirin Aslan bûbû para malbata min. Vêca navê min bûbû Faruk û paşnavê min jî bûbû Aslan. Min ne ji navê xwe û ne jî ji paşnavê xwe hez dikir. Navê min mîna şalwarekî li mirovan teng bê, min ji xwe re teng didît. Paşnavê min jî mîna kirasê gurîyan bê çawa laşê wan di xwirêne û qet naxwazin li xwe bikin, paşnavê min jî bi gezan dihate min û ez gez dikirim. Roja min hêza bijartina nav û paşnavekî bi zimanê xwe di xwe de dît, min şalwarê teng derxist û avêt. Kirasê ez gurî dikirim jî min bi şalwarê teng re qet qet kir û ew jî avêt. Li meydanê min şûrê xwe kişand, bi nav û paşnavê xwe yê nû Kamran Simo Hedilî li hemberê reşikê tirsê ketim nav bizavê.” |
|
|