Kamran Simo Hedilî – HEVKARIYA HELBEST Û FELSEFE
HEVKARIYA HELBEST Û FELSEFE Ez ê bi pirsa, helbest û felsefe çi ne, dest bi mijara têkiliya di navbera wan de bikim. Lê heta roja me, pênaseyek neyê guhertin ji bona herduyan jî nehatiye kirin. Hemû felsefehez û helbesthezan pênaseyên cuda kirine. Her yekî/ an yekê li gor nêrînên xwe pênasîn kirine. Bê çawa feylezofan felsefeyên xwe li ser babetên cuda sazkirine, pênaseyên cuda jî hatine kirin. Her wisa gelek pênaseyên helbestê yên cuda jî hene û hê jî têne kirin. Ji ber vê yekê ye ne pênaseyeke felsefhez hemû li ser wê li hev bikin heye û ne jî Hemûyê bibînê…