Yaşar Eroglu -DI KURMANCÎ DE PIRJIMARÎ
DI KURMANCÎ DE PIRJIMARÎ Di ziman de jimarnav cihekî girîng ê rêzimanê ye. Ziman jî mîna civakê ye. Jixwe ziman amûrê ragihandinê ya civakê ye. Her hêmayên civak û xwezayê carinan yek bi yek, bi serê xwe, carinan jî bi piranî û bi hev re ne. Civakê hewceyî dîtiye ku van hêmayan bijmêre û bi nav bike. Bo vê yekê her zimanekî li gorî dengzaniya (fonetîk) xwe nav lê kiriye. Dema zimannas dest davêjin mijara ziman vê yekê weke rê û rêbazên ziman bi nav dikin. Tiştin hene yek in, tiştin jî hene pir in, dema zimannas li rastî vê Hemûyê bibînê…