Emîn Aksu – Gotar

CIYAWAZIYA VEGOTİNA EŞQ Û ŞEHWETÊ DI HELBESTA ŞÊHNEYA DÎNAN YA M. ZAHIR KAYAN DE Emin Aksu   Kurte Her hewldan li gor pêdiviya armancê di bîr û baweriya insen de peyda dibe û ligor encama armancê jî tê pêşxistin. Ango armaca me jî ji vê nivîsê ew e, em tarz û teknîkên di helbesta kurdî de diafirin, an jî hinekî xef mane derbixin holê, wan berhem û şairan li helbesthezan bidin naskirin. Teqez û teqez armanaca vê hewldana me ne dijîtiya kesan an jî biçûkxistina hûnera tu kesî ye, ji xwe ew hed û heqê me nîne em keda kesî Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Peyam

Peyam: Ew di pirtûka xwe ya bi navê Lorîna Pênûsê de sedema nav guhartina xwe wisa dibêje: ”…Ji xewna reşikê tirsê, bi şeqama pîrikê di tarîreşa seqema şevekê meha Sibatê ya 1955an de min bi girî çavên xwe vekir. Nav li min kirin, lê wateya wî wan jî nizanîbû. Navê min kirin Faruk. Divê ku ez wijdana xwe xirab nekim. Paşnav ne wan li min kir. Berî ez werim dinyayê reşikê tirsê paşnavên bi zimanê xwe watedar li herêmê belav kiribûn. Destûra bijartina paşnavê ji kesî re tune bû. Pêwîst bû her kes ji van paşnavan yekî li xwe bike. Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî: Têkiliya îlhamê û hêzên veşartî

Têkiliya îlhamê û hêzên veşartî Ji ber ku helbest, cureya wêjeyî yê herî kevn e, vê kevinbûna wê kiriye ku bibe mijara gelek rexnegir û zaneyan. Ji beşên din yê wêjeyê bêhtir, li ser hemû aliyên helbestê zaneyan serê xwe êşandiye. Li ser ziman, naverok, sembol, felsefe, muzîk, awayê nivîsandin û îlhama helbestê, lêkolînên berfireh hatine kirin. Zaneyên serdema pêşî digot, helbestvan li gel Xwedayên huner di têkiliyê de ne. Û wan digot, yên wan wisa xweşik didine peyvandin û van peyvên xweş bi wan didine gotin, Xwedayên huner in. Mirov nikarin gotinên wisa lihevhatî çêkin û bibêjin. Ev nêrîna Hemûyê bibînê…

Danasîn û Dîrokçe

Înstîtuya Kurdî li Stockholmê di roja 14.09.1996’an de hat damezirandin. Armanc û karûbarên Înstîtuya Kurdî li Stockholmê:  Lêkolîn, berhevkirin, xurtkirin û pêşve xistina ziman, wêje û çanda kurdî. Înstîtu li ser ziman, wêje û çanda kurdî lêkolînan çêdike û dide çêkirin. Di vî warî de semîner, panel û civînan amade dike. Li ser zargotina kurdî xebat dike. Ew kesên ku di vî warî de xebat dikin an jî xebatên wan hebin, înstîtu alîkariya wan dike û bi wan re hevkariyê dike. Li gor îmkanên xwe bulten, buroşür, kovar, pirtûk û rojname derdixe û diweşîne. Di her pileyî de kursên zimanê kurdî Hemûyê bibînê…