Kadir Çelik – Çiya

Ev demeke di bîra min de çiya vedilerizin, wêneyê çiyan,  gelîyên di dil û mêjiyê min de dagir kirine. Ku rast were gotin bi çiyan radibim û bi çiyan rûdinim. Çiyayên bedew, çiyayên asê û çiyayên bi hêbet. Li ser wateya çiyan ya li dil û mêjiyê min difikirim. Li ser velerzîna hestên min ya di derbarî çiyan de difikirim. Hêbet û bejinbilindiya bandora wan ya li ser xewn û xeyalên min diramim. Çiya û girêdana wan ya bi rengîniya ziman, wêje, sitran û vegotina me ve, min dixe nav xeyal û fikaran. Di heman demê de, pê dizanim ku Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Helbest û Felsefe

Helbest û Felsefe Mirov dikare bêje, helbestvan û feylezof hevalên hev yên li rêwîtiya dîrokê ne. Ji destpêka dîrokê ve ew qasî nêzîk bi hev re meşîne, mirovan gelek caran ji helbestvanan re gotine feylezof û ji feylezofan re jî gotine helbestvan. Mirov dikare peyamberan jî tevlî vê meşa helbestvan û feylezofan bike. Peyamberan jî hemû peyamên xwe yên olî bi peyv û sembolên helbestwarî gotine û nêrînên xwe weke feylezofan anîne ziman. Lê mijar ne li ser têkiliyên helbest û peyamên olî ye. Mijar li ser têkiliyên helbestê û felsefê ye. Helbest û felsefe du amûrên ku ji destpêka Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Helbest çi ye?

Helbest çi ye? Gelo helbest di pêşxistin û guhertina civatê de roleke çawa dileyîze? Sedem çi ye ku heta vê gavê helbest neketiye nav çarçova danasîneke bi tenê? Çima helbesteke sipehî û xurt dema ku em dixwînin, an jî em guhdar dikin, bandorê li me dike? Çawa me hestyar dike û çawa me dibe nav hest û xeyalan? Mirov dikare bersiva pirsên jor wisa bide. Ji ber ku helbest xemila hizir û ramanê ye. Xweşikiya ku ji destpêka hebûna mirovan ve, bi mirovan re dimeşê ye. Ne tenê xemila ziman e, rêzana meşa hebûna mirov e. Avahiya bi kêmhevokan ava Hemûyê bibînê…

Înstîtuya kurdî li Stockholmê – Ji raya giştî re

Ji raya giştî re Li hemû dem û wextê dagirkeriyê rewşenbîrî û rewşenbîr ji bona pergala kedxwar û zilimmkaran hêzên herî xeternak hatine hesibandin. Lewma li vê serdema dawî jî bi sedan nivîskar, siyasetmedar, rojnemavan û hûnermend kurd di girtîgehên Tirkîyê de bi awayekî bê heq û hukuk wekî esîr têne girtin an jî bi dozên pûç, eletewş, absurt û virtuvala tên binçavkirin, tên tehdîtkirin an jî bi dehan sal cezayê zindanê li wan tê birîn. Li welatê rewşenbîrên wî ne azad bin, mirov nikare behsa azadiya tiştekî din bike. Ji ber rewşenbîrên welatan hem dengê wijdana civakê û hem Hemûyê bibînê…

Farûqê Feroyî – Ji min gotin û ji we jî şîrove.

Jİ MİN GOTİN Û Jİ WE JÎ ŞÎROVE. Di dem û dewranên berê de, qewmê qedîm, xwedî zagon û dil birahm…Ji wan zagonên vî qewmî yek,di derheqê rêbertiya wan de ye: Ev qewmê qedîm û dil birahm, ji çend salan çarekê ji nav xwe rêberekî hildibijêrin û ji wî ra wiha dibêjin;-ji îro pêve tu rêberê meyî. Tu serê me û em jî lingê te. Tu yê rê nîşanî me bide û emê jî bimeşin. Tu ji me ra bêje bimre, emê bimrin û tu bibêjî bimîne emê bimînin… Rêber; bikêrhatî çi ji destê wî tê,  ji bo qewmê xwe Hemûyê bibînê…

Cejna Yelda – Navenda PENa KURD

Vexwendname Gelî birêzan, serok û endamên institût û rêxistinên Kurdistanê! Endamên Navenda PENa Kurd! Weke Hûn agadar in, Cejina Yelda hersal li başur û rojhilatê Kurdistanê tê pîrozkirin. Ji ber kêmayiya agadariyan di biwara vê mijarê de li beşên din î Kurdistanê, Navenda PENa Kurd daye ber xwe di roja 21.12.2020an de bi çalakiyeke zanyarî rabe. Ji ber nexweşiya Koronayê wê ev çalakî bi riya bernameya zoomê were lidarxistin. Birêvebira çalakiyê: Asya Xerzan – Endama Navenda PENa Kurd Gotarvan: Qendîl Şêxbizinî – Nivîskar û lêkolîner Bi vê mebestê em We bi dil û can Vedixwînîn bernameya vê Şevê! Beşdarî vekiriye Hemûyê bibînê…

Înst. Kurdî li Stockholmê – Çand û Zimanê kurdên Xorasanê yî di devê kelpetanê de

Çand û Zimanê kurdên Xorasanê yî di devê kelpetanê de Nêzikî du mîlyon kurd li Xorasan ê dijîn. Gor zanyarîyên di dest me de, ew di sala 1497 an de hatinê şandin ku li hember êrîşên tirkmenan, sinûrên Îranê bi parêzin. Ji bo wê yekê heta niha gelêk bedelên giran danê û di dawî de herêm ji tirkmen, qazak û rûsan pakij kirine. Lê îro bixwe jî bi tunêbûnê re rûbirû ne! Xorasanî, ji bo ku ji mafên xwe netewî bêparin; ew nikarin bi zimanê xwe perwerdê bibînin û neçarin ku xwendina xwe bi Farisî bikin. Ji ber ve yekê Hemûyê bibînê…