Farûqê Feroyî – ROJA JİYANA ME
ROJA JİYANA ME Rojê serî bilind kir ronahî da nas û dostan Li Rojhilatanavîn warê şêr û mêrxasan Bilind bû Roja şêrîn sitara keç û xortan Bi tîna xwe germ kir deriya êş û eleman ROjÊ bi ronahiya xwe vekir ew çavên girtî Germ kir bi tîrêjên xwe ew dilên qerisandî Vekir bi zeraya xwe ew rengên çilmisandî Bi keda xwe mezin kir vî gelê çewisandî Rojê xak perçivand bi şewq û şemala xwe Li ser çand gul û sosin bi hewldana xwe Her saet ew avdan bi xwîn û xwêdana xwe Her tim ew parastin bi aram û evîna Hemûyê bibînê…