Jîr Aryen – LEHENGA QADA ŞER: FATA KURD -2

LEHENGA QADA ŞER: FATA KURD -2 Jîn ARYEN Em ê navê Fata Reş, a ku ji ber nasnameya wê ya kurdbûnê heta niha di rûpelên dîrokê de têra xwe cih negirtiye û tune hatiye hesibandin wek ‘Fata Kurd’ bi lêv bikin. Lewre ew jî wek her pêşengeke/î kurd a civakî xwedî jiyaneke biarmanc bûye û ji bo pêşxistina civak û gelê xwe têkoşiyaye. Hemû dem û wextê xwe, hemû têkilî û nêzîkatiyên xwe li gor wê saz kirine; xwe ji bûyer û geşedanên civakî yên ku di serdema wê de rû dane dûr nexistiye, berovajî, hemû gavên xwe li gor Hemûyê bibînê…

Jîn Aryen – FATA REŞ Û SÊ SED SIWARÎ-1

FATA REŞ Û SÊ SED SIWARÎ-1 Jîn ARYEN Stenbol… Serê evarekê… Ewrên reş hêdî hêdî ber bi Uskudarê ve diçûn. Sir û sermayê dest pê kiribû êdî. Hewayê bajêr ê dilgivêş tevî rengên zer û porteqalî bi dîmeneke ku ji giraniya demsalekê gelek wêdetir hatibû nixumandin… Peravên Uskudarê, bi mirovên ku bi tariya li asoyê dihesiyan û bi bendewariyeke diltirs bi komî berê xwe dabûn kuçe û kolanan dagirtî bû. Stenbolê demeke dirêj bû qelebalixeke wiha mehşerî nedîtibû. Li qadê, di rojeke wiha ya ku jin, mêr, zarok û ciwanan ji bo ku dixwestin biçin herî pêşiyê hevdu dehf didan Hemûyê bibînê…

Mihemed Kurdî – Ergatîvîtiyê De Cîyayîya Kirdkî/Zazakî û Kurmancî

Halê Ergatîvîtiyê De Cîyayîya Kirdkî/Zazakî û Kurmancî – Mihemed Kurdî* Ergatîvî arizîyêka ziwanê kurdkî yo. Zaraweyê kirdkî/zazakî zî sey zarawayê kurmancî nîm ergatîvî yo. Her çiqas wirdî zaraweyî zî nîmergatîvî yî la belê tay halon di kirdkî û kurmancî yewbînan ra cîya benî.  *1- Çekuyanê Makîyî Di* Zaraweyê kirdkî di zayendêyi zaf aver a. Çekuyê makî halê xo yê xoser di kertey ”E” ginê. Nimûne:  *Kirdkî/Zazakî – Kurmancî* Mi dare arde – Min dar anî To gule girewte- Te gul girt Ey goze werde – Wî guz xwar Aye saye werda – Wê sêv xwariye Ma dare berda-  Me dar Hemûyê bibînê…

Yaşar Eroglu – Dikim ku ‘Roman’ekê Bikujim

Dikim ku ‘Roman’ekê Bikujim Romaneke Firat Cewerî heye, navê wê ‘Ez ê Yekî Bikujim’. Di sala 2008an de li Stenbolê ji Weşanxaneya Avesta derketiye, ji 147 rûpelan pêk tê. Roman ji du beşan pêk hatiye. Divê her beşek bi serê xwe jî bê nirxandin. Di beşa yekî de teşeyê romana Dostoyevskî Sûc û Ceza û lehengê wî Raskolnîkov hatıye  ceribandin. Di vê beşê de lehengê sereke ‘Ez’ e. Lehengê Firat Cewerî ‘Ez’ bi awayekî qels dişibe Raskolnîkov. ‘Ez’ ê jî yekî bikuje lê weke Raskolnîkov micîd nîn e. Rasko gelek li ser çalakiya xwe difikire, amûrê kuştinê çawa dest bixe Hemûyê bibînê…

Mihemed Kurdî -محەمەد کوردی -مێردین دیرۆک: ٠٢.١٢.٢٠٢٣

سەرژێکرنا بەرمالەیان ل ناڤ کوردان دا کەڤنەشۆپییەک کەڤنارە و دێرینە. ئەڤ کەڤنەشۆپییا تایبەت ب سەدان ساڵانە د ناڤ کوردان دا هەیە و هەر نوها ژ بەردەوامە. گەلۆ دەرمالە چی یە ؟ ژ چێلەک، گۆلک، بەران و میهێن کو ل دەرێ مالێ ب تایبەت تێن خوەدیکرن دا کو خورت/قەلاو ببن و پاشێ بێنە سەرژێکرن را دەرمالە تێ گۆتن. خوەدیکرنا دەرمالەیان سەرێ بهارێ دەسپێدکە. ئاژالێن پچوک یێن سێ-چار هەقی کو ژ بۆ دەرمالەیی تێن نەقاندن/هلبژاردن حەتا شەش هەیڤان ل مال ب کا، جەه، بەرویان باش تێن خوەدیکرن. ژ بۆ کو دەرمالە ب گۆشت و قەلاو بن گەلەکی باش تێن خوەدیکرن. تایبەتییا خوەدیکرنا Hemûyê bibînê…

Yaşar Eroglu -DI KURMANCÎ DE PIRJIMARÎ

DI KURMANCÎ DE PIRJIMARÎ Di ziman de jimarnav cihekî girîng ê rêzimanê ye. Ziman jî mîna civakê ye. Jixwe ziman amûrê ragihandinê ya civakê ye. Her hêmayên civak û xwezayê carinan yek bi yek, bi serê xwe, carinan jî bi piranî û bi hev re ne. Civakê hewceyî dîtiye ku van hêmayan bijmêre û bi nav bike. Bo vê yekê her zimanekî li gorî dengzaniya (fonetîk) xwe nav lê kiriye. Dema zimannas dest davêjin mijara ziman vê yekê weke rê û rêbazên ziman bi nav dikin. Tiştin hene yek in, tiştin jî hene pir in, dema zimannas li rastî vê Hemûyê bibînê…

مزگینیەک هات ژ رۆژاڤایێ کوردستانێ – محەمەد کوردی*

*مزگینیەک هات ژ رۆژاڤایێ کوردستانێ – محەمەد کوردی* گەلەک جاران گاڤا کو ئەم د دەرحەقێ رۆژاڤایێ کوردستانێ دا گوهداریا نوچەیەکێ دکەین، ئەم خەمبار دبن. بەرڤاژی نوچەیا ڤێ جارێ کو ئەم گەلەکی کێفخۆش کرین. بەلێ، ئێدی ل رۆژاڤایێ کوردستانێ ژی کورمانجییەکە ستاندارت هەیە. سالا ٢٠١٢ یان رۆژا کو ل سووریایێ شەرێ ناڤخوەیی دەسپێکرییە وحەتا نوها ل سەر سەرێ رۆژاڤایێ کوردستانێ فەرمان و ئێریشێن هۆڤانە کێم نەبوونە. ئەڤان فەرمان و ئێریش ژی بونە ئەگەرێ کۆمکوژی،کۆچبەری، خزانی و گەلەک کارەساتێن دن. لگەڵ ڤان ئێریش و گڤاش و دۆرپێچ و گەفان دیسا ژی رێڤەبەرییا خوەسەر یا رۆژاڤایێ کوردستانێ زارۆکێن کوردان ژ خوەندنا زمانێ کوردی Hemûyê bibînê…