HELBESTVAN KEJAL IBRAHÎM XIDIR
Ji xelka devera Kladiz e û akinceya bajarê Silêmaniyê li herêma başûrî kurdistanê ye.
Sala 1968 an ji dayik bûye, du keç û kurek hene, Wekî mamoste di dibistanên Silêmaniyê de dixebitî , ji hêla ronakbêriyê ve, pêşî dest bi nivîsandina helbestên zarokan kiriye, hin bi hin zîrekiya wê di hûnandina helbestê de pija ye û beşdarî di hemû ahing û fistîvalên di herema başûrê kurdistanê de kiriye.
Bi qasî 70 xelat û spasname ji bo rêzgirtinê bi dest xwe ve anîn e, di rêza pêşin de ji bo dîwana xwe (Keladiz) ê wergirtiye, her wisa di rêza şeşem de ji nava helbestevanên cîhana erebî li welatê Misrê wergirtiye.
Bi qasî 110 xelatên şanazî û rêzgirtinê li welatên Ereban bi dest xwe ve aniye, di nava pêşbirkên beşdarbûna di festîvalan de, 20 caran ketiye rêza pêşîn û 35 caran ketiye rêza duyem û 18 caran di rêza sêyem, û 12 caran di rêza çarem de xelat wergirtin e.
Bi qasî 24 dîwanên helbestî çapkirin e, piraniya berhemên wê ji bo zimanê Farisî, Latînî û Erebî hatin e wergerandin, her wisa jî ji bo zimanê Almanî, Rosî, Ingilîzî û Ispanî hejmarek hatine wergerandin. Dîwanek xwerû bi zimanê Erebî bi navê çavê eşqê, pêsîra heskirinê (عين للعشق حضن للمحبة ) çap kiriye.
Ji bo wergirtina bawernameyên macistêr û profîsoriye, bi dehan xwendekaran lêkolînên xwe di mijara helbestên wê de diploma wergirtin e.
Di warê nivîsandina gotarên rexnegeriya wêjeyî bi zimanê Erebî û kurdî, nêz 110 gotar di rojname û kovarên mîna (el zeman, Elşerq elewset, mustebel, riya gel, elheyat, serdem, gelawêja nû, elcisir û gelek kovarên dinê li seranserî cîhana Erebî weşandin e.
Helbestvan Kejal Îbrahîm Xidir di 24ê Nîsana 2018an de ji ber nexweşiyekê di 50 saliya xwe de li Silêmaniyê koça dawî kir.
Rewşa wêjevaniya jina kurd ji gelek hêlan ve ji koma helbestvanên di rojhilata navîn de ne cêwaze, lê xala balkêş di ristnivîsîna helbesta mêbûn di seranserî kurdistanê de, Kejal desthilatdariya wêjevaniya nêr derbas kiriye û bi serê xwe bûye xwedan qilafet.
Kejal yekek ji helbestvanên jin e bi helwesta xwe kariye amûreyên helbestî derbasî nava malikên rista xwe bike û ji ciyografiya herêmî derbasî cîhana wêjekariyê bike, nemaze di cîhana erebî de bûye xwedana bejnek berbiçav.
Kejal Ehmed – qehweyek li gel wî
Zilameke ji çav
lê belê mixabin…
wan ateşgehan nabîne
ku di hebûna min de vêxistiye
tiştekî jî nabêje !
Keseke ji nêrînê
lê belê seyr e
di germa şeydabûna min de
hîna ji hişê xwe neçûye
û nedinale!
Min qehwa xwe ya tal
bi şekirê axaftinên wî vexwar
Min qehwa xwe ya reş
bi rengê çavên wî yên kal firda
Min qehwa xwe ya germ
bi fênikiya girnijîna wî re bi dawî kir
Min qehweyek vexwar
yan jiyana min
ji dûmahiyê de du car dest pê kir
Ji mêj de min ji bîr kiribû
dilek heye li vir
li hêla çep
da digre
dema alava eşqê lê dide
Temen ji bîra min çûbû
deziyekî zirav e
bi dû kulareyekê ve
em nizanin kengî…
û bo çi…
û li ku…
diqete
”Ew” du çav in
firehtir ji gerdûn
Zilamekî ji serenc e
ji efsûna nêrînê
kitêbek e ji azara bûyera Kerbela.
ez jî dilopek firmêsk im
hindek maye dûbask bibim
ji şevbuhêrkê
sîmayek im dibe wek dayika wî be
Zilameke ji hesin
keçek im ji hevrêş im
hindek maye biçim
û ji ber xwe ve bikenim
Wextî ji xweşî bimrim
ji ber ku bi tenê
min qehweyek vexwar di gel wî
Kejal Ahmed – Ballinde
Be pey tazetirîn polîn, Kurdekan
Ser be regazî ballinden
Awetane le ser parey zerd û drawî mêjû
Koçer in û be karwanî sefer de enesrey nawe
Balê! Kurdekan ballinden
şwênîş namêne azaryan begirête xoy
Wehmî geştî
Newanî germiyanekan û
Kwestanekanî niştiman edozinewe
Boye min l’em seyr niye
Kurdekan efirên û
Wilat be wilat egerên û her nabên
Be xawnekî seqamgir u şarestanî
Ne hêlane bexoyanewe ebînin
Ne le dowa nişteweyekiş da
Sar le Mewlane eden û epirsin le halî
Ne xoşyan eken be qurban
Tozî rêgay badekî xoş mirûr wek Nalî
( ……Çend helbestên bijare…………)
Ji berya te nas bikim
Min tu dîtî ji berya te nas bikim
Di nava xewnên şevê de
Bendewar bûm
Ji berya te nas bikim
Ez li benda teliyên te yê bezok bûm
Û aşiqa ronahiya rûyê te bûm
Di çirûska çavên xemorî de
Ji hesreta dildariyê mest bûm
Dema min tu nas kir
Ji latekî ,tu bûyî kohekî bilind
Ji robarekî , veguherî deryayek bi pêlên har
Tu şevek tarî bû
Veguherî gelawêjek bi şefaq
Ji balindeyekî di rikeha hesinî de
Baskên xwe li ser şaxê dara berûmaziya
jenî
Bi fîxana awazên ji dil
lorand.
Ji wê çaxê ve min soz li canê xwe birî
Ez bi tenê bihna gula te bikim
Û şerbeta lîlava xwîna te binoşim
Bihnvedana min li pêsîra gulşena te be
Û çirûska çavan
Herdem ji rûdêmê te be
Ez û te
Du dîlê zindanekî ne
Bi tomatê hevcêwî tewanbarin
Tu dîlê rewiştî
Û ez dîla tirsê me
Kolanê welatê min
Bihna tirsê jê difûre
Û sikakên wê
Bi çepeliya xedrê xemilandiye
Zimanek derewçî û destên gemar
Li dora min alandî ne
Navê min jî bûye ew welat
Hela were rengê min bibihîze
Û awazên min bihûne
Ma te divê min bixwînî û pêjna min bikî
Ez ji dilheziyê xir ketim e
Hêviyên zuha dawerivî ne
Xewnên min di himêza şeva te de raketî ne
Awirên te ne tîrin û ez ne kevanim
De here looooo
Ji nav xewnên min bar ke
Hîna tu xeşîmî
Ez bi te şad nabim
Û heskirina gulhinarê
Bi bejn û temtêla te nakeve.
Kejal Ibrahîm di eşqê de: |
Ezmûneya Kejal di nivîsa helbesta kurdî ya nûjen de balkêş e, bi dengê xwe yê mêşinî di nava helbestê de avjeniya peyvan li hember pêlê deryaya dagirtî ji zimrud û yaqûtan, dewlemendiya zimanê kurdî tije dike û ber bi awazên helbestî ve dibeze.
Helbestvanek bi pergala eşqa sofiyan û bi hesteweriya gewdê xwe, ojdana mirovahiyê bi heskirina jiyanê re dike yek, xwe berdide nava cobarên deng û bi damarên xwînê re diherike.
Kejal ji çavkaniya helbesta kurdî di bajarê Keladizê de firşik bûye û bi jana miletê xwe sojîye, ezmûneya helbestî bi êş û azara netewa xwe re hatiye stirhan, ji ber vê çendê bandora hestên xwe di nava siyasetê û civakê re şêlandîye, dîroka azara mirovahiyê bi serpêhatiya dîroka kurdî ve girêda ye.
Her weha wê kariye sînorên girêbest kirî û qalibên helbestî bişkîn e û ber bi derbirînên azad ve hilkiş e, ew jî ketiye rêze helbestvanên mîna : Ferîd Zamdar, Refîq Hilmî, Ebdulah Pêşew û Letîf Hilmet.
em dikarin bêjin ku ji yek nifşî û yek ramangêriyê dinoşin û zincîrek hevgirtî di afrêneriyê de bi girêdana eşqê re, ji du rexan ve bi gewde bûye , hem giyanî û hem jê canî , bûne parçeyek xoşeweistî, mijara balkêş di ezmûneya wê de ew e ku taybetmendiya kesayeta kurdî parastî ye, bi hemû organên jîn û jiyanê. Derbirînên tesewifê bi zimanê xwe yê hevgirtî û tabloyên tije wane teraş kiriye û xwe berdaye nava cîhana karîger, ango ji rista dengbêjiyê xwe gihandiye stûna vegotinê û hevsengiya di navbera derûn û giyan de.
Ez keça cotarekî tî me
Zemîna te dikim tîrêj
Jiyana te dikim dar û ber
Gula te dikim xemil
Eşqa te dikim heyv
Û zerdavê dikim tîrêja roja nûhilatî
Bi ewrekî sor, tabloya jiyana azad nîgar dikim
Bi dilên we yên tî û kizirî
Bi çipikên baranê
Xemla welatê xwe rengîn dikim
Di bin siha bejna te de
Lêvên te bi gulhinaran
Xêzên zirav lê dik’şînim
Bi neqşên destê xwe
Mija birînên te, dikim teraşa tabloya xemgîn
Sitêra te ronî dikim
Darîstana te bi keskerengî divejîn im
Û biskên rojê li hev dihûnim
Ma tu bi sawîra dilê min
Di giyanê westayî de venahesî
Zeviyek nema min nebezand
û karwanek nema min xewnên xwe ne spartin ê
Dawî li perava sawîrên te rawestiyam
û li te êwirîm.
Kejal di helbesta pexşanî de:
Kejal yekek ji helbestvanên girêdayî rista helbesta modern e, amûreyên nûjeniyê ji hêla hunerî ve bi rêk û pêk û bi zîrekî derbasî nava wê bû ye, di piraniya helbestên xwe de wekî miroveka rastgo û rasteqîne der dikeve pêş, hemû arîşeyên siyasî û civakî bi şêweyekî vekirî û bi zimanekî xwerû , mîna amojgariyan ji banî bilind rijandine ser zemîna têr pirs û pirsgirêk, ji ber vê zîrekiya Kejal em dikarin bêjin ku ew di vê mijarê de bûye pêşenga helbesta pexşan, heme heme ew di ristina helbesta pexşanî de xwe dighîne rêza Cibran Xelîl, Edonîs, pol Şaol û Selîm Berekat.
Ji wê roja min tu nas kirî
Tu bûye pênûsa helbesta min
Her ku dinivîsim
Peyvên behitî û gotinên serberedayî
Mîna gula çilmisî bê bihn û tihin in.
Çima tu nabe fenera şeva min
Agirê tariya odeya min na teyisîn e
Ne hele
Ne soje
Bibe xunçeya lêvên min
Û êksîra ser dilê xembar
Ez ê te bikim peykerekî ber biçav
Bi awirên xatirxwestinê
Te bi bîra xwe bîn im
Şapikê ser milê te, bikim hêviya dilê kizirî
Û bi bihna te xilmaş bibim.
Dema tu hatî
bi ser cendekê min de bibe xunafek qerimî
Teliyên xwe di kefa destê min de bisûje
Pilotên te min nasojin
Û pirsên te dibin bersiva gulîlkên canê westayî
Sawîrên min bidarvekirinê ve ne hingêv e
Û bi werîsê hêviyan min nexeniqin e.
Di mijara peydakirina bextewrî û şadeweriyê de
Dema em berê xwe didin her belbestekî ji helbestên Kejal, bihna heskirin û bexteweriyê li difna mirov dixe, ango xwênerê xwe dibe şahiyekî, yan li ber deryê peristgehekî, yan di karnevalekî de digerîn e, bi zîrekiya bijartina peyvên xwerû, mirov dixe geşt û geştiyaran , bi nîgarkirina dîmenên ciwan û xweşikbûna hizrê bexteweriyê mirov dixe nava sawîrên bi eşq û xeyalên berfereh. Ji ber hindê mirov ne bi vîn û hemdê xwe dikeve deryaya çavên bi mereq û bi xweşikbûna xwezaya Kurdistanê dihese, her weha ji bo naskirina dîmenê jina kurd û ciwaniya temtêla wê, awirê çavan bi cirûska ronahiyê re pêşwaziya helbesta nûhatî dike, bi wateya ku helbestvan Kejal kariye tabloya xwe ya bi ser û ber, welatê xwe Kurdistan bi heskirin û eşqê bixemilîne û jiyana hêmen di navbera xelkên wê de bike mînaka bextewerî û şademeniyê.
Kejal û evrabûn
Ezmûneya helbestvan Kejal bûye mînak di peydakirina alavên nû yên girêdayî hest û nestên mirovan , ta radeya ku di helbestên xwe de kariye rexê wijdanî û sembolîk bighîne asta evrabûnê, di vê derbarê de hevsengiya pêşkeftî di helbesta kurdî û farisî de derdikeve pêş, enceq em dikarin bêjin ku helbestvan Kejal kariye şêwazê romantik a kilasîk derbas bike û amûreyên nuh di rista xwe de peyda bike, di dawî de em dikarin bêjin ku Helbestvan kariye xwe berde nava damar û hestê mirovan, wekî nêçîrvaneka jêhatî ji binê deryayên kûr çûye nêçîra dir û yaqûtan û pêşbelîka li ser eniya mirovahiyê kiriye xelat û diyarî.
Melevan Resûl