Lema Elî – ŞEFEQ

Şefeq

 Nizanim çi bi min hat? Çaxa ku çavên min bi çavên wê ketin. Mîna guleyek di nîvê aniya min de biteqe. Ez di cihê xwe de hişk bûm. Her dever di gewdê min de tevizîn. Te yê bigota qey ez felc bûme.

Tenê min çavên ez hingavtim didîtin. Çavên hingivîn çirûsk ji wan diçûn. Mîna çavên sihrbazekê bin, ewqas ez kişandim nava lehiyên deryaya xwe ya nenas.

Tenê wan her du çavan cîhana min serûbin kirin.

Ez bi gavên tirsok nêz bûm ji bona bala ti kesî nekişînim. Tiliya min li ser tetîka qelêşa min bû û bi dilekî lerzok ez ber bi wê dara ku şax û pelên xwe berdabûn ta erdê ve meşîm û gelekî nêzîk bûm.

Rojek ji rojên biharê bû, em wekî leşkerên dewletê derketine oparasiyona li dijî weke dewletê bi nav dikir, terorîstan. Lê me li malê ji wan re Gerîla digot. Dewletê ez weke xortekî kurd tevlî leşkeriya bi zorê kiribûm. Di nav vê oparasiyonê de me gelek dever dan ber xwe, şer ewqasî dijwar bû. Lê hejmara me nedihate hed û hesaban ji ber wê em bipêş ve diçûn. Her em bi pêş ve diçûn, ew ji ber bombebarana firokeyan bi paş ve vedikşiyan.

Piştî nîvro em gihane rezekî tirî. Serleşkerê me biriyara bêhnvedanekê da me, ji bona her kes xwarinê bixwe û çend xulekan xwe rehet bike.

Weşîkî tirî di destê min de bû, çaxa ku min ew çav dîtin, hêdî hêdî ez ber bi wan çavan ve çûm. Ez têgihiştim ku keçeke şervan e, min newêrî pir nêzîk bibim. Ji ber du sedeman, yek jê tekez min dizanî çek û narincok pê re heye. Sedema din jî min naxwest bala leşkeran bikişînim û wê bidim girtin an bidim kuştin. Bi şûn ve vekişîyam û di nav hevalên xwe de li beramberî wan çavan rûniştim. Min li wan çavan nihêrî û ji xwe re got, ”xweda ev çi çav in?

Ez sermest kirim, xweziya min bizaniya xwediya wan kî ye û ji kû hatiye? Min ji deryaya wan çavan re got; ka bersiva min bidin! Çîroka xwediya xwe ji min re bibêjin!” Lê çav bêdeng man û tenê awirên mîna devê tifingê zîq li nav çavên min dinêrîn.

Nizanim çiqas dem derbas bû. Min ji weşîyê tirî yê di destê xwe de libek davête devê xwe û libek davêt nav wê devîya ku xwediya çavan xwe di nav pel û şaxên wê de veşartibû. Ew lib dixwarin ya na ez nizanim. Çiqas weşîyê di destê min de xelas dibû min weşîyekî din tanî û libek ji min re yê din ji wê re. Niha ev keça şervan matmayî maye çima heta niha min cihê wê eşkere nekiriye.

Nizane ku xwîna me yeke û birayekî min şervane ku ji mêjve nameyên wî negihştine me li nav wan e. Ez ê çavên te nakujim ji ber ew hêviya pêşeroja me ne. Ez jî weke te kurd im xwediya çavên xweşik.

Navbera bêhnberdana me qediya, her leşkerekî rahişt çente û çeka xwe, em bi rê ketin.

Min xwe mijûl kir da ku ez li dawî bimînim, ez dimeşiyam û min li pişt xwe li wan çavan dinerî, çav jî her li min dinerîn. Min nerî ta ku di nav dar û latan de ji ber çavên min wenda bûn, çavên ez dîl girtim.

Ew çavên mîna berbanga şefeqa çavhingivîn ji bîra min neçûn û naçin.

Lema Elî

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *