’’Lehengê’’ jimara 8
Çi dema ku ez çavbirçîtî û xwestina xapandin û kuştina kurdan ji rêveberên tirk dibihîzim an di televîzyonan de dibînim. Tilîiya ”lehengê” numara 8 tê ber çavên min û kenê min tê.
”Lehengê” jimare 8. wilqasî çavbirçi ye û ji bo xapandinê ji xwe bawer e, fêhmnake ku hinên din jî hene û dibe ku neyîne xapandin. Hesabê perên ku ji xapandinê dê qezanc bike dike û berê xwe dide doktor. Lê ew tê xepandin û zerarê dibîne. Ez zêde dirêj nekim xwendevanên hêja, fermo hûn û çîroka ”lehengê” numara 8 bi hev re ne.
Doktorek, di rojnaman de reklama şêweyê derman kirina xwe dide. Di reklemê de dibêje; ”ez hemû curên nexweşiyê derman dikim ku ez derman nekim ezê 10 qatî perên ku hûn ji bo lênêrîna nexweşiyê didin ez ê bi paş ve bidime we”. Yekî çavbirçî û ku karî wî xapandina mirovan vê reklamê dibînê û heman ji xwe re dibêje; ”ez herim ji doktor re nexweşiyeke ku ew qet nizane bêjim û ji xwe re 10 qatî perên xwe, peran ji doktor bisitînim. Ez ê ji doktor re bêjim çêja devê min nemaye. Ew çi bide min, ez ê bêjim ez nizanim bê çi çêjê dide”. Yekser berê xwe dide cihê doktor, li derî dixê û diçê oda doktor. Silavê li doktor dikê û derdê xwe dibêje. ”Doktor ez çi dixwim ez çêja devê xwe nizanim, ez çûme ba gelek doktoran lê kesî ji derdê min re derman nedît Ez hêvî dikim ku tu ji min re dermanekî peyde bikî”. Doktor tê digêhijê ku mêrik hatiye wî bixapîne û 10 qatên perên lênêrînê ji doktor bi paş ve bisitêne. Doktor dibêje baş e tu perên lênêrînê bide paşî em binêrin bê derdê te çi ye? Tu zanê eger ez ji derdê te re derman nebînim ez ê 10 qatî perên te pere bidime te.
Mêrik perê lênêrînê dide û tê ba doktor û dibêje ez amade me doktor.
Doktor careke din ji mêrik dipirse; ”te got ku te çêja devê xwe winda kiriye ne wisa?”
Mêrik dibêje; ”belê ez benî, ez hingiv, an jî tiştekî wek jahrê tahl bixwim ez nizanim bê kîjan tahle an şîrîn e.”
Doktor ji keçika ber destiya xwe re dibêje; ” keça min ka qutiya numara 8 bîne” keçik diçe qutiya numara 8 tîne dide mêrik. Doktor ji mêrik re dibêje qutiyê veke û dermanê di qutiyê de tahm bike! Mêrik qutiyê vedike û tiliya xwe li dermên dide û dibe devê xwe, çawa tiliya wî digihê devê wî fêhm dike ku gû di qutiyê de ye û gû xwariye, di cih de dibêje; ”
doktor te gû da min”?
Doktor dibêje; ”aha te fêhm kir ku gû di qotiyê de hebû tu başî, di çêja devê te de tu problem nîne tu dikarî herî mala xwe.”
Mêrik tê malê û her li perên ku dane doktor difikire. Dixwaze perên xwe bi paş ve bigire, nexweşiyan ku hene tîne bîra xwe û li ser wan disekine bê kîjanê ji doktor re bêje. Dixwaze vêcarê nexweşiyekê bêje ku doktor jê re derman nebîne. Paşî nexweşiyekê peyde dike. Heman berê xwe dide cihê doktor, li derî dide û diçe oda doktor.
Doktor dibêje; ”te xêr e tu dîsa hatî? Nexweşiya te çi ye?” Mêrik dibêje; ”doktor min hisê xwe winda kiriye. Tu vêga tiştekî ji min re bêje ez paşî deqîqeke ji bîr dikim. Ez xwarina sibê nîvor ji bîr dikim, ya nîvor jî êvarê ji bîr dikim. Ez ji malê der dikevim nizanim vegerime mala xwe. Gelek caran ez navê jina xwe û zarokên xwe ji bîr dikim. Ez hatim ku tu dermanekî ji nexweşiya min re bibînî”.
Doktor weke cara pêşî ji mêrik re dibêje; ” here perên lê nêrînê razêne û were ez ê li nexweşiya te binêrim”. Mêrik diçe perên lênêrîna xwe dide û bi paş ve tê. Doktor ji keçika ku li ber destên xwe kar dike re dibêje; ”keça min qutiya numara 8 bîne” mêrik dema navê numara 8 dibihîze ji doktor re dibêje, ”doktor di numara 8 de gû hebû, tu dîsa dixwazî gû bidî min?” Doktor ji mêrik re dibêje, ”baş e hisê te hate serê te êdî tu ne riya mala xwe û ne navê jin û zarokê xwe ji bîr dikî, raba tu baş î û here mala xwe.
Vêcarê hê xirabtir li mêrik tê û nizane çi bike ku bikaribe perên xwe bi paş ve bigire. Hemû curên nexweşiyê di serê xwe de dibe û tîne paşî li ser nexweşiyeke ku ne mumkun e ku doktor derman jê re bibîne disekine û berê xwe dide cihê doktor mîna berê li derê dixe û diçê jûrê. Doktor ji ber radibe û pirsa hatina wî dike.” Tu vêcarê ji bo çi hatî?”
Mêrik dibêje; ”doktor derdê ku bi min ketî, xwedê nede dijminên min. Ez ji mêraniyê ketime, tu rayên mêraniyê bi min re nemane. Ez wisa ji mêranî ketime ez êdî nikarim çêran jî ji kesî re bidim. Berê min rojê ji 10 kesan re dida çêran bi wane re min şer dikir û paşî ez diçûm mala xwe, vêga ez ne dizanim şer bikim û ne jî dizanim çîran bikim.”
Doktor mîna herdu carên din dîsa ji mêrik dixwaze ku perên lênêrînê razên û were da ji derdê wî re derman bibîne. Mêrik diçe perên xwe dirazênê û tê ba doktor disekine. Doktor li mêrik dinêre û gazî keçikê dike; ”keça min here qutiya numara 8 bîne”. Çawa dengê navê qutiya 8 tê mêrik hemû perên ku dane doktor ji bîr dike û dest bi çêran dike. ”Doktor ez di nîvê qu …diya te kim, kurê qehpikê, ma ji qutiya numara 8 pê ve li ber destên te tu qotiyên din tune ne? Hey qûnekê kurê qûnekan, bê manûsê kurê bê namûsan de ji min re bêje!”
Doktor ji cihê xwe jî ranebe û bi aramî bersiva wî dide; ”baş e mêraniya te hate te, tu dîsa dikarî ji xelkê re çêran ji bidî û tiştê din jî li malê bike. Here û careke din newe gû nexwe. Mêrik diçê û careke din bi paş ve venagere.
Eva ya ku ez, van kesên ku Tirkiye bi rê ve dibin di rewşa ”lehengê” numara 8 dibînim. Her cara ku gefan li kurdan dixwin û êrîşî wan dikin ji cara pêşî xirabtir vedigerin. Lê weha diyar e ku ”lehengê” gû xwarê qutiya numara 8 ji wan biaqiltir e. Ji ber ku cara çaremîn naçê ba doktor û dizanê ku bê sudgirtin dê dîsa vegerê û zêde naxwaze bi gû xwerina xwe re zerarê bibîne.
Lê ev ”serok, serkêş, rêvebirên û aqilmandên” tirk dê heta kengî bixwazin dermanê qutiya numara 8 tahm bikin?.
Kamran Simo Hedili