Kamran Simo Hedilî – HEVKARIYA HELBEST Û FELSEFE

HEVKARIYA HELBEST Û FELSEFE

Ez ê bi pirsa, helbest û felsefe çi ne, dest bi mijara têkiliya di navbera wan de bikim.
Lê heta roja me, pênaseyek neyê guhertin ji bona herduyan jî nehatiye kirin. Hemû felsefehez û helbesthezan pênaseyên cuda kirine. Her yekî/ an yekê li gor nêrînên xwe pênasîn kirine. Bê çawa feylezofan felsefeyên xwe li ser babetên cuda sazkirine, pênaseyên cuda jî hatine kirin. Her wisa gelek pênaseyên helbestê yên cuda jî hene û hê jî têne kirin. Ji ber vê yekê ye ne pênaseyeke felsefhez hemû li ser wê li hev bikin heye û ne jî pênaseyeke helbestê ya bi tenê heye. Mînak; çend helbestvan di heman kêliyê de bi hev re li yek dîmenê xwezayê binêrin jî, dîmenê dibînin dê di helbestên xwe de cuda teswîr bikin. Her yek ji wan dê li gorî rewşa xwe ya derûnî û daxwaza xwe teswîra dîmenê dibînin bikin. Bi vî awayî helbestên wan dê ji hev cuda bin û pênaseyên helbestên wan jî dê cuda bin.
Belkî mirov dikare bi çend mînakan pênaseya felsefê bike, lê pênasîna helbestê ne pêkan e.
Ji ber vê teybetmendiya helbestê ye, tê gotin ‘‘helbesta bi mentiqê hatî nivîsandin û ya bê mentiq jî hatî nivîsandin helbest e.’’ Yanî helbest bêyî mebest û felsefe bi tenê bi hin gotinên xweş jî tê nivîsandin. Lê ew helbest weke helbestên xwedî mebest binirx nabin û temendirêj najî.
Ez ê, bi çend pênasînên bi piranî helbesthez û felsefhez li ser wan nêzîkî hev hizirîn e, dest bi pênasînan bikim.
Felsefe; lêgerîna zanînê û riya zanîna hizirkirinê ye.
Felsefe: ne zanistek e, rêbaza zanîna lêgerîna zanistê ye.
Helbest jî ji hiş (aqil) bûhrîn û dûrbîna xeyalê ye, tevgera hizir e, û bi hebûna mirovahiyê re dimeşe. Serkêşa xweşikkirin û kelecandayîna peyvê ye. Ger helbest serkêş û nûnera hestan be, felsefe jî serkêş û nûnera hiş e (aqile).
Felsefe; hezkirina ji hezkirina lêgerîna zanîna zanistê ye. Armanca felsefeyê ya bingehîn ji bo zanîna civak û xwezayê ye. Mirov bi saya zanistê dibe xwedî hiş û ramanên gerdûnî. Pêkhatina ramanê bêyî zanîn, û ya zanînê jî bêyî hizirkirina felsefeyî ne pêkan e. Bi awayekî din mirov dikare bibêje felsefe, çavkaniya hemû beşên zanîn û zanyariyê ye. Ango felsefe; zanista zaninê bi xwe ye.
Felsefe: zanîna hizirkirina lêgerîna zanînê ye.
Di felsefeyê de tiştek teqez rast û teqez şaş nîn e.

Feylesof: bi meraqa zanîna tiştên li rastiya wan digerin, dipirsin û bi pirsan dixwazin rastiya bûyerê bizanin. Bersivdana pirsên xwe jî bi awayek bipergal û bizanîn didin. Bi pirs û bersivên xwe nêrînên xwe pêşkêşî xwendevanên xwe dikin.
Lê ev ji helbestvanan nayê xwestin. Helbestvan bi hizir, hest û xeyalên xwe dikarin pirsên xwe bibersivînin. Mînak; dikarin bipirsin û bêjin, çima axa welatê min sor e? (Yanî dixwazin bêjin, çima welatê min di nav şer û pevçûnan de ye, çima ew qasî xwîn li welatê min tê rijandin.)
Bersiva pirsa xwe jî dikarin welê bidin, axa sor ji stêra Merîxê anîn û li welatê min reşandin. Ti neçariya helbestvanan tune ye li peyitandina sorbûna axa welatê xwe û Merîxê bigerin. Belkî ji ber vê ye, Sokrates li dijî helbestvanan helwestên xwe wisa anîye zimanî. Li gorî Sokrates, helbestvan cambazên peyvan in û erka wan a sereke jî veşartin û berevajîkirina rastiyan e.
Ez vê nêrîna Sokrates rast nabînim û dibêjim ne pêkan e ku mirov tevlî vê nêrîna wî bibe. Ji ber di xwezayê de her tişt têkildarî hev in û gelek nihêniyên bi çavan nayên dîtin, tê de hene. Hunermend û helbestvan tiştên di xwezayê de veşartî bi hêza hizir, hest û xeyalan dibînin û nîşanî mirovan dikin. Ez dibêjim erka helbestvanan ne berevajîkirina rastiyan e, rastnîşandana çewtî û bi pêşvebirina ramana mirovan e. Li vir mirov dikare bipirse heke serwerê hiş felsefe be, serwerê hestan jî helbest e! Ji ber wê di raman û hestên mirov de helbest û felsefe du fenomenên hevseng in.

Ji roja mirovan ev herdu amûrên pêşveçûnê peyda kirine ve bi hev re dimeşin. Ji serdema kevin heta roja me, pevçûn û pevşabûna helbest û felsefeyê her berdewam e. Wer xuyaye dê ev goftûgoyên li ser têkiliyên helbest û felsefeyê têne kirin zû bi zû jî bi dawî nebin.
Feylesof bêtir bi riya hiş (aqil) û ramanan li ser problemên zanîna mirov, têgihiştina xweza û gerdûnê radiwestin. Bi afirandinên xwe dixwazin çareyekê ji problamên heyî re bibînin û her li çareseriyê digerin. Lê helbestvan dikarin bi awayekî pir hêsan di qada afirandinê de bi riya hizir, hest û xeyalan li pêşiya feylesofan bin û valahiya heyî dabigirin. Ji ber xwezayê li pêşiya pêşveçûna hiş û xeyalên mirov ti astengî nedanîne.
Min berê jî got, pêkhatina ramanê bêyî zanîn, ya zanînê jî bêyî hizirkirina felsefeyî ne pêkan e. Bi pêş ve çûna zanîna mirov re, hêza xeyala mirov jî berferih bûye û pêşketiye. Bi awayekî din bibêjim zanîn û xeyala mirov bi hev re bi pêş dikevin. Pêşengên sereke yên vê pêşveçûnê ramana feylesofî û hestdariya helbestvanî ne.
Heke felsefe çavkaniya hemû beşên zanîn û zanyariyê be.
Helbest jî rêzana pêşxistina hest, xeyal û xweşikkirina ramanê ye. Ez dihizirim, ne helbest bêyî felsefeyê û ne felsefe bêyî helbestê tam bi cilûberg dibe.
Helbest û felsefe bêyî hev kor, rijî û bêçêj in. Lê divê helbestvan hişyar bin, da helbesta wan di bin siya felsefeyê de nemîne û çêja helbestê winda neke. Heke hinekî siya helbestê li ser felsefeyê hebe jî, gelekî zerarê nadê wê. Bi awayekî din bêjim, dema felsefeya li helbestê hatî û helbesta li felsefeyê hatî, bi hev re werin nivîsandin digihîjine wateya bi hev re nivîsandinê. Tê gotin; ‘‘aliyekî helbestvanî yê hemû kesên mijûlî felsefeyê ne heye, û her wilo jî hemû helbestvan hinekî feylesof in.’’

Kamran Simo Hedilî

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *