Helbestvan Feylezofê Hest, Xeyal, Xewn û Ramanên Xwe ne
Helbestvanên hest û ramanan bi hostatî di nav tevna helbestê de dihûnin û digihine felsefeya helbestvaniya xwe. Bêyî wê ne pêkan e, helbestvan li hola helbestvaniyê karibin xweş bileyîzin. Ne pêkan e, karibin helbestên ji civakê re bibin ronahiya pêşxistinê binivîsin. Li vir mebesta min û tiştê dixwazim bêjim, helbestvanên helbestên wan sînorên welat û serdeman nas nakin, helbestên wan bi hezaran salan têne xwendin û ji helbestvanên her serdemê re dibin çavkaniya hûnandina helbestê ye. Ne helbestvanên, helbestên wan di demeke kin de têne jibîrkirin in. Hin kes dikarin helbestê bi wî awayî binivîsin, lê helbestên wan dê ne helbestên bi sedsalan werin xwendin bin.
Alfred de Musset dibêje; ”Welatê hunermendên mezin tune ye.”
Helbestvan cîhanê welatê xwe dizanin, xwe erkdar dibînin hemû astengiyên li pêş pêşveçûna mirovahiyê dibin asteng, aşkere bikin. Hatina mirovahiyê ya herî pîroz di şikandina çemberên teng de dibînin.
Helbestvanên bi vê zanînê helbestê binivîsin, mirov dikarê ji wan re bêje, ev helbestvan feylezofê hest, xeyal, xewn û ramanên xwe ne.
Lê li vir aliyekî nazik û hesas heye, divê werê zanîn. Li nav hevok û beşên helbestê jixwe felsefeya helbestvanan ya dixwazin bêjin heye. Her çi qasî helbestvan di helbestên xwe de sembolên felsefê bikar bînin jî, ji ber bi metaforên pirwateyî tînine ziman felsefe di nav helbestê de tê veşartin. Weke tê zanîn helbestvan rasterast tiştên dixwazin bêjin, nabêjin. Heke welê bêjin, helbest ji helbestbûnê derdikeve û dibe corekî dinî nivîse.
Lê helbestvan û feylezof hevalên hev yên rêwîtiya dîrokê ne. Ew qasî nêzîk bi hev re meşîne, mirovan gelek caran ji helbestvanan re gotine feylezof û ji feylezofan re jî gotine helbestvan. Mirov dikare peyamberan (pêxemberan) jî tevlî vê meşa helbestvan û feylezofan bike. Peyamberan jî hemû peyamên xwe yên olî bi peyv û sembolên helbestwarî gotine û nêrînên xwe weke feylezofan anîne ziman.
Di rastiyê de ol jî şirîka felsefê û helbestê ye. Ji ber ol bixwe jî bi helbest û felsefê re derketiye holê. Lê mijara me, ne li ser têkiliyên helbest, felsefe û peyamên olî ye. Mijar li ser têkiliyên helbestê û felsefê ye.
Helbest û felsefe du amûrên ji destpêka mirovahiyê ve, mirovan hiş, raman û xeyalên xwe bi wan bi pêş ve birine. Bi pêşveçûna mirovan re, hizir, daxwaz û meraqa mirovan jî pêş ketine. Bi nûjeniya mirovan re helbest û felsefê jî xwe nû kirine û bûne du çavkaniyên pêşketina mirovahiyê. Ji serdemên pêşî heta roja me, mirovan bi saya helbestvan û feylezofan hizir û ramanên xwe nû kirine û kirinên nû li kirinên xwe yên kevin zêde kirine. Gelek kirinên xirab ji jiyana xwe derxistine û li cihê wan xisletên xirab yên qenc danîne.
Bi zanîna vê nêzîkiya têkiliya helbest û felsefê re jî, hê hin kes felsefê ji helbestê cuda dikin. Bi peyvên hişk û ziwa felsefeya xwe tînin ziman, xwendevan di xwendina felsefê de diwestin. Hin jî helbestê ji felsefê cuda dikin û helbestê bêmebest, tenê bi peyvên xweşik nîşan didin. Di nêrîna min de ev nêrîn gelekî çewt in û zerarê didin xwendevanên felsefê û helbestê. Ez dihizirim, feylezof û helbestvan her riya jiyana xweş, şad û serkeftî nîşan didin. Ji ber erka felsefê û helbestê çanda mirov, bîr û ramana mirov bi pêş ve birine.
Helbestvan û feylezof têgihînan hemûyan bi hev re dibêjin. Lê di felsefê de pêşî aqil tê û di helbestê de hest tên. Her du jî, di noqta giştî de li zanîna tiştan, sedem û mebestan dinêrin.
Em dizanin, zanist beşên pîşe û tiştan ji hev cuda dike û dide naskirin. Lê feylezof û helbestvan mijaran bi giştî digirin destên xwe. Bi hûrlênêrînê li sedeman dinêrin û pirsa mebestan dikin.
Li vir divê ev jî were gotin, bi wekheviya wan re, cudabûna wan jî heye. Helbest sitrana hestan e û felsefe ya hiş e. Helbest tevgera hestan dide destpêkirin û giraniya lept û daxwazên hestan li ser xuya dikin. Felsefe, tiştan dide naskirin, ji hev cuda dike, wan tênê hemberê hev, didarizîne û digihê zanîna dawî.
Divê ev baş were zanîn, helbest û felsefe du curên têgihîştinên cuda ne. Yek navê beşekî hunerî ye, ya din navê hizirkirina bipergal û zanîsta giştî ye. Helbest û felsefe bi xîzikên tûj ji hev cuda nebin jî û gelek layên wan weke hev bin jî, du beşên cuda ne. Ev mijar, gelek caran tê ber çavên mirov. Di helbestê de huner li pêş be jî, di gelek helbestên helbestvanan de felsefe xwe derdixe pêş. An jî huner û felsefe bi hev re di nav helbestên wan de dimeşin.
Helbestvan jî, mîna feylezofan pirsan ji yên berî xwe dikin û bersiva yên li paş tên didin.
Freidrich Schîller ji wan feylezofan e, felsefeya xwe bi ziman û hestên helbestvanî aniye ziman. Li ser bi hev re hûnandina hest û ramanên xwe wilo dibêje; ”Aqilê min her bûyerê sembolîze dike. Dikeve riya afirandinê, ez bi têgîn û rastî, bi prensîp û hestan, bi serekî teknikî li navberî xeyal û hêzê dudil im… Dema dixwazim felsefê bihizirim, helbestvanî derdikeve pêşberî min. Dema gotina helbestê pêwîst be, ramanên feylezofî dertên pêşberî min… Ev rewş gelek caran derdikeve pêşberî min e…”
Li vir mirov dikare bêje, helbestvan feylezofên hest, xeyal, xewn û ramanên xwe ne. Feylezof jî, helbestvanên çîroka gerdûna em tê de dijîn in. Helbestvan serê xwe li ser hûnandina bûyeran diêşînin. Feylezof jî, serê xwe li ser hebûn û rewşa cîhana me diêşînin. Ava hizir û daxwaza her duyan bi hev re di coyekê de diherike. Li vê rêwîtiyê feylezof dipirsin û bi riya pirsan dixwazin bûyerê vekin û nîşan bidin û li peyitandina hizirên xwe digerin. Helbestvan bi dengê bilind dikin qêreqêr, qêrînên wan geh hawara serhildanê ne, geh gaziya cejn û şadiyê ne, an jî bi girî û gazincan daxwazên xwe tînin ziman. Ji ber wê tê gotin, ”xwendevan li çawa gotina helbestvan û çi gotina feylezof dinêrin.” Lê karê her duyan jî felsefeya jiyaneke bi rûmet û bextewar e.
Victor Hugo dibêje; ”Felsefe mîkroskopa ramanê ye.”
Feylezof bi wê mîkroskopê ramanên xwe dibîne û dihûne. Bi gelek mînakên cuda her li peyitandina rastiya ramanên xwe digerin. Helbestvan jî bi wê mîkroskopê hest û ramanên xwe di nav hev de dihûnin û piştre pêşkêşî xwendevanan dikin. Heke carinan hest di helbestên wan de li pêş were dîtin jî, ramanên wan piştre tên. Helbestvan ji kûrahiya hestan û ji bilindiya ramanan helbestên xwe bi xweşikkirina ziman dinivîsin. Ji bona helbestvanan, raman ne tiştekî pûç û mirî ye. Raman û nêrînên helbestvanan hestên wan tînine coşê û bi wê coşa hestan helbestên xwe dinivisînin. Helbestvan hest û ramanan ji kûrahiya nav xwe derdixin û di xeyalê de li jiyana bêdumahî û bextewar digerin.
Helbest hem berhema navenda zanîna helbestvanan e, hem berhema xeyalên we ye û bi hestên nazik tê gotin e. Yanî helbest hem kakilka zanînê ye, hem qalikê wê ye. Ji ber wê ye tê gotin, ”helbest bi gavekê li pêş felsefê dimeş e.”
Di helbestê de ramana bêyî hest bi tena serê xwe dîn e û hesta bêyî ramanê bi tena serê xwe kor e. Helbestvan raman û hestan bi bilindiya jiyanê ve hişk girê didin û heta ji wan tê herduyan bi hev re pêşkêşî xwendevanan dikin. Helbestvanên mezin jiyana li nav hest û ramanan ji xwe re dikin war û li wî warî dijîn.
Ji bona helbestvanan, helbest ne tenê hûner e. Li nav herika jiyanê carinan weke çavneqandina yaran e. Carinan hevala siran e. Carinan bibîrnanîna kevnedostan e. Carinan cihê veşartina gazin û rondikên bi dizî ye. Carinan jî denge serhildana rizgarî û azadiyê ye.
Bi hizir û ramanên Feylezofî, bi hest û xeyalên helbestvanî helbestên xwe dihûnin. Di helbestên xwe de cih didin her duyan jî, ne dilê hestan dihêlin û ne yê ramanê. Ev dike, helbestên wan, ne sînorên dewletan, ne parzemînên cîhanê yên cuda, ne astengkirina ol û îdeolojiyan, nikarin rê li navberî wan û xwendevanan bigirin.
Helbestvan jî mîna Feylezofan afirînerên pêşerojê ne û mafê wan e, raboriyê rexne bikin. Mirov her tiştî deyne aliyekî, helbestvan jî temaşevanên dema xwe û yên vê jiyanê ne. Temaşevan qet nebe, leyîstike lê dinêrin ecibandin, an ne ecibandina leyîstikê mafên wan e. Dibe leyîstik li xweşa wan biçe an neçe. Dikarin bikin niçe niç û ofe of, an jî ji bona kêfxweşiya xwe nîşan bidin li ser piyan çepikan lêxin û biqîrin. An ji bona leyîstikvan baş neleyîstine pirsan ji wan bikin û rexneyên xwe bînin ziman. Ev rexne û dadgerî jî mafê wan e.
Tê zanîn, pirskirin karê feylezofan e. Ew bi pirsan dixwazin bigihên armancê. Felsefa xwe li ser bingehê pirsan ava dikin. Lê helbestvan jî, mîna feylezofan pirsan dikin û dixwazin bersiva pêşerojê bidin. Ez kî me? Ez çi dikim? Di cîhanê de cihê min çi ye? Erka min çi ye? Ji bona çi têgihîştina me têra têgihîştina gerdûnê nake? Çima temenê mirov wisa kurt e? Di vî temenê kurt de mirov çi ji hev dixwazin? Çima di nav aştiyê de nikarin bijîn? Û weke van pirsan gelek pirsên din ji xwe dikin. Helbestvan û feylezof li nav pirsan digerin û dixwazin bersivekê bibînin. Li xwe dinêrin û li civata bêxem dinêrin. Him pirs û bersivên xwe tînin ziman û him ji civata bêxem re dibêjin: ”Serkaniya nexweşiyan di van pirsan de ye, hûn jî bi min re li wan bigerin.” Carinan pirs û bersivên helbestvan nayên fêhmkirin. Ji bona him bi dengê bilind dipirsin û him ser pirs û bersivên xwe dinixumînin. Heta ji wan tê bi sembolan tiştên dixwazin bêjin, tînin ziman. Helbestvan û feylezofê Romayî Tîtus Lucretius Carus berî vêga bi du hezar û sed salî ji bona têkiliyên felsefê û helbestê wisa dibêje; ”Felsefe şerê Tîtanan e, (Ehrîman e) helbest jî, di afirandinê de bi Ezdanan re di pêşbirkê de ye.”
Li nav meşa mirovahiyê, felsefe û helbest bûne navên hezkirina pêşveçûnê û hunerê fêrbûna zanînên nû. Ji bona zanîna hezkirinê, pêwîstî bi hizir û ramanê heye û ew jî bi karanîna hest û hiş dibin.
Ji ber felsefeya helbestê qêrêna hatina bêdemî ya li dijî demê ye û bi wêrekî ji bêmirinê bawerî ye. Helbestvan, helbestê û felsefeya jiyanê ji xwe re dikin baxçeyê deriyê wî ji ber xwe ve ji wan re vedibe. Tîrêjên ronahiyê ji wî baxçeyê jiyanê dirêjî hest û hizirên helbestvanan dibe. Kêliya çirûskên pêşxistina mirovahiyê di nava xwe de hîs dikin, dest bi hûnandina helbestê dikin ji bona nîşanî hevçerxên xwe û yên li pey wan tên bikin. Li ber pencereya ronahiyê rûdinin, li jiyanê dinêrin, sitranan disitrên, diqîrin, digirîn, dikenin, deng, hest û ramanên xwe dikin nav tirs û şadiyên çaxên xwe. Ji ber dizanin, ji baxçeyê jiyana wan û wê de hin kesên hunerhez û zanînhez dê li wan guhdar bikin. Ev dibê di serdema jiyana wan de bibê, an ev yek paşî hezar salî bibê. Lê tiştê xweş ew e, dema helbestvan dibêjin; ”ez jî heme, an jî ez hebûm” û zanibin vê bêjin. Li dervî vê rê, riyeke din a karibe bêjin, ez heme an ez jî hebûm nîn e.
Ev rêzika helbesta helbestvanê Grêkî Yannîs Rîtsos her tiştî aşkere dibêje; ”Ji helbestê, ji evînê û ji mirinê bawer dikim, ji ber vê yekê ji bêmirinê jî bawer dikim. Rêzikê dinivîsim, cîhanê dinivîsim û dibêjim, ez heme, dinya heye…”
Kamran Simo Hedilî