Serokwezîr kaxeza axaftina xwe lê nivîsandî, pêşî ji Sîwezîrê bawermederê xwe re xwend. Sîwezîrê qet navê wî nedigot û her jê re digot, ´´serokwezîrê min.´´ Wî jî jê re digot, ´´kengî ez bûm serokwezîr, divê tu zanibî, tu jî wezîrî. Ma ji te nêzîktirî min û yê ji wan bawer bikim, kî heye? Zanîn û hişên wezîr û serok wezîrên vê dinyayê hemiyan dênin ser hev biqasî zanîn û hişdariya te nabe.
Berî şîvê çend caran û piştî şîvê çend caran din axaftina xwe ji xwe re bi dengê bilind xwed. Berî razê çû ber awêna li salona mezin û li pêşberî wê çend caran din dîsa xwend. Ew zêdeyî mehekê bû, axaftina dê li nav kevne hevalên xwe bixwendina û serokîtiya xwe beyan bikirina nivîsandibû. Hero çend caran an ji xwe re an jî Sîwezîr re dixwend.
Êdî bawer kir, xwe amadekiriye û bi sed hezaran mirov dê lê guhdar bikin. Bi vê axaftinê û awayê xweşxwendina wî, dê ne tenê bibe serokwezîr. Li demeke kin dê bibe serokê welêt bi vê axaftinê.
Ji ber awênê hat û çû jûra razanê. Bi wê dilxweşiyê xwe li nav nivînên xwe dirêjkir. Piştî çend xeyalên xweş, xwe li pêşberî bi hezaran jin û mêrên bi kelecan li ser piyan li çepikan didan dît. Ew qasî bi hêz û bi rengên haran li çepikan didan, derî û pencerên li derdora meydanê dihejiyan. Weke dîwar û ban bi ser de hatibin xwerê zimên ji mêjiyê wî dihat.
Pêlên şadiyê her cih girtibûn. Her kes di nav şadiyê de jê re li çepikan didan. Li pêpelokên ji avahiya bilind ber bi meydanê ve dihat sekinî. Destên wî bi dil û laşê wî re dilerizin. Êdî ne deng dibihîst û ne tiştek didît ji şadiya xwe. Pir şad bû. Rûyê wî weke gulên nû vekirî bû. Bi destên xwe yên lerzok hin tişt digotin. Qelabalixa mirovan hewîrdorên wî girt. Herkesî tiştek dixwest. An jî tiştek jê re digot. Di cihê xwe de sekinî û weke gel nû dibîne, li komê nêrî. Zincîra xeyalên qetiya di wê gavê de. Çi di bîra wî de hebû, hemû jibîrkirin. Têgehişt, xwe ragirtin li ber wan mirovan pir zahmet e. Bi paş ve vegeriya. Qelabalix dîsa ber bi wî ve dihat. Welweleke pir ecayîb dest pê kir. Berê bi hezaran çavan bi aliyê wî ve hatibû zivirandin. Çav di çavên wî de bibûn bi milyonan. Herkesî li çavên wî dinêrî. Hemû deng û devan digot, bipeyive! bipeyive! bipeyive…!
Bi paş ve zîvirî û xwe di pişt deriyê avahiya jê derketibû de veşart. Destên wî bi xurtî desmala destan birine ser rûyê wî. Bi desmala destan xwêdana ser rûyên xwe paqij kir û desmal bi paş ve danî cihê wê. Tevzîonkeke nediyar di laşê wî re çû û laşê wî derbas kir. Xwe di quncik de kiribû mîna marê ji serma xwe dike weke werîsê li hev hatî pêçan. Weke meşkeke tijî av, herderên bedena wî dilerizîn. Care yekem, navê xwe bihîst di quncika tirsê de. Pir bi hêrs bû ji ber hemiyan navê wî zanîbû û navê wî diqêriyan. ´´Rêmîr, Rêmîr, Rêmîrê bûyî Mîr û serkêşê me.´´ Li nav wê welwelê nedizanî bê li pey çi ye? Li çi digere? Çi dixwaze? Quncika xwe tê de veşartî ronî bû, ronahiyek pêket. Têgehişt, hin kesên din ji bilî wî li wir hene û pêwîst re ji bona ronî pêxistin ji we re spas bike. Lê spas nekir û her di nav xwe de dipeyivî. Kes an kesên li wir jî ne peyivîn û tiştek negotin. Car carnan ji pişt derî derdiket û di cih de bi paş ve dizivirî. Ji xwe jî bawer nedikir, ji endamên laşê xwe ditirsiya. Wê xelwetê gelekî nekişand û ji paş derî derket…
”Vaye tê” bi bihîstina dengan re dara şadiyê di nava wî de kulîlk vekir. Ji keyfxweşiya dengan, rondik ji çavên wî fûrîn. Bangurê tirsê ji ser rabû û hemû astengî bi xwe re birin. Hikumdariya tevlîheviya bêbiryariyê bi dawî bû. Dengê çepik û lîliyan bûne dengê hûnandina evînê. Şepolên hestên serkeftinê di mêjiyê wî de agirê têkçûnê fetisandin.
Bi baweriya qasdê vejînê ye, ew pêşwazî kirin. Bi awirên hêviya, ew ê wan rizgar bike, li dinêrîn. Dilê wî di qefesa sînga wî de bibû weke stêra sibehê. Xwe bêtawan weke di jiyanê de qet şaşî nekirî, xwe hîskir. Bedena wî weke siya firindan bê armanc derbas bû û ber bi komê ve çû. Weke perperîkên li ser kulîlkan serê xwe dihejînin û şîrêzê kom dikin, wî jî bi serhejandinê kom silav kir.
Wê gavê li derveyî tariya tenêtiyê mabû û li nav mirovên ji wî hez dikirin bû. Weke stranbêjên popê yên di dil bi milyonan keç û kurên heyranên xwe de textê hezkirinê danî û hemû bi hev re bixwazin destên xwe bigihînin, hemû dest dirêjî wî dibûn.
Mîna şêxên tesewufê yên têne nav derwêş û mûrîdên xwe di dema zikir kirinê de. Dengên, ”ya xewzê zaman, ya xewzê zaman,” selawet bi navê pêxemberê umetê û bi navê şêxê xwe biqêrîn heta perdên asîmanê haftan bidirînin, hemû devên li meydanê ber bi wî ve diqêrîn û perdeyên guhên wî didirandin.
Mîna roja koça dawiya Şêx Edî li Lalaşa Nuranî û hemû êzdîxan herikî Lalaşa Nuranî. Ji bona cara dawî bi çavên xwe Nura Şêx Edî bibînin, bi maçkirina darbestê lêvên xwe ji Nurê dagirin û çûna bihuşta xwe gerantî bikin, hemû dest, çav û lêv dirêjî wî dibûn.
Komê ew weke fermandarekî sedsalên navîn bi heybet û li paş xwe şopên ronî hiştî didît. Li aliyê din koma mirovan jî weke koleyên sadiqê xwediyê xwe, sadiqê wî bûn. Ew weke fermandarê bêhêvî xwe di nav şer de bibînê bû û kom jî weke leşkerên ji bona xwe bi fermandarê xwe bidine ecibandin bi dil û can dibezine ser şûr û riman bûn. Weke leşkerên di meydana şer de xwe diavêjine hembêza mirinê, mirovên li meydanê jî xwe diavêtin ber piyên wî.
Koma mirovan li pey dikirin kazkaz û himhim. Herkesî ber bi aliyê wî ve dinêrî û herkesî tiştek digot, tiştek dipirsî, hestek nîşan didan. Dilovanî û kelecaneke pir balkêş hebû. Nedizanî çi bike? Çawa bike? Di nav wê welwelê de ne tenê bizav, gotin jibîrkiribûn. Bêriya hilbijartina hevokan kiribû. Ji ser rûyê wî kenekî bi mebesta dilxweşiyê diherikê nav komê.
Berê hemû çavên diniyayê li cihekî bûn û wî cihî jî li wî dinêrî. Awirên wî weke tava rojê li ser komê digeriyan. Awirên xwe berdidan nav çavan û li çavên bi hêrs lê dinêrin digerandin, lê ti çavên bi hêrs nedîtin. Piştî gera awiran li nav çavan jî zimanê wî venebû. Bi tenê dikarî bêje, ´´belê, nexêr, spas, dibe, ev camêriya we ye…´´ Ji ber kelecanê bi tenê ev peyv ji nav lêvên wî dikarîn werin der.
Wê gavê xortekî ciwan derket ser milên qelabalixê bi kelecan û hişk li dijî wî dest bi axaftinê kir. Heta dengê wî derdiket, dengê xwe bilind kir û axivî. Piştre dest bi girî kir. Bi îske îsk girî. Hêdî hêdî di nav rondikên xwe de winda bû. Giriyên xemgîn, loriyan û stranên li ser ciwan dihatine gotin meydan dagirtin. Serê xwe ber bi jêr ve tewandibû û bi gezan diçû lêva xwe ya xwerê. Lêva wî di nav diranên wî de bû, bi xemgînî li xortê di nav rondikên xwe de winda bûyî dinêrî. Piştre xortê ji girî nedikarî tiştekî bêje, hêdî hêdî hate ser hişê xwe, giyan pê hat rabû ser piyên xwe û xwe avêt hembêza wî. Serê xwe danî ser sînga Rêmîr û dîsa girî. Rêmîr destê xwe yê rastê danî ser serê wî û ji xort pirsî. ´´Tu çima digirî?´´
Xort lê nenêrî û berê xwe da komê. Ji cara pêşî bi kelecantir bi hêrstir dest bi axaftina xwe kir.
´´Mêjiyê we weke mêjiyê masiyan yên zû tiştan ji bîr dikine. Hûn bi tenê dizanin li çapikan bidin, dûrûşma biqîrin, bigirîn û stranan li ser kuştiyan bistrênin. Çima hûn tiştekî din nakin? Çima hûn bi hev re nameşin û van dîwaran xira nakin?´´
Bi aliyê Rêmîr ve berê xwe zîvirand bi awirên nefret û hezkirinê lê nêrî.
´´Ewqas sal çûn tu li ku bûyî? Çima tu napeyivî? Ji bona çi heta vêga vê tu nahatî naskirin? Tu dixwazî bi ku ve herî?´´
Hinekî sekinî, bêdeng bû bi çavên xwe yên ji girî sor bûyî lê nêrî û got.
´´Tu dikarî bibî weke pêxemberekî. Tu ji bona bipeyivî û komê li peyi xwe bibe, hatî afirandin. Tu hebûneke pîrozî, pêwîste bi milyonan werin pîrozkirina te. Vê komê pêwîstî bi serokatiya te heyeee…´´
Bi dengê xort re ji xew veciniqî û ji nav nivînên xwe derket. Zû zû cilên xwe li xwe kirin. Riha xwe qusand û berî ji mal derkevê axaftina xwe dîsa xwend. Bi baweriya xewna wî dê rast be ji male derket. Berê xwe da dûkana Sîwezîr ya pirtûkfiroşiyê. Xwest wî jî bi xwe re bibe. Li kolanê çi kesên dîtin, ala partîya dîjber di destên wan de bûn û ber bi qada mintingê ve bi lez dimeşîn. Xwediyên dûkan, çayxane û xwaringehan devê cihên xwe digirtin û ew jî digehiştine komên diçûne mintingê. Bi wê lezê xwe gehande ber deriyê dûkana Sîwezîr, dît ew jî dûkana xwe digire û di destê wî de jî ala partîya dîjber heye. ´´Tu jî bi wan re diçî?´´
´´Mire min, em jî bi wan re herin. Ez bawer dikim, ew ê bi serkevin. ´´
Kamran Simo Hedilî