Jîn Aryen – AMAZONA SERDEMA XWE: FATA KURD -3

AMAZONA SERDEMA XWE: FATA KURD -3

Jîn ARYEN

Piştî ewqas agahî, nirxandin û şîroveyên balkêş ên ku me di beşên din de parve kiribûn jî bi awayekî zelal diyar e ku navê Fata Kurd a ku heta niha bi navê ‘Fata Reş’ hatiye nasîn, di dîrokê de xwedî cihekî  taybet e û hêjayî lêkolînên berfirehtir, watedayineke kurtir û  xwedîlêderketineke xurtir e.

Me di herdu beşên din de behsa serboriyên wê kiribûn û derbarê tevlîbûna wê ya Şerê Qirimê ya li gel sê sed siwariyên xwe û encamên şerî yên ku derketibûn pêş agahî dabûn. Di vê beşa dawî de em ê hinek din li ser kesayet û jiyana wê bisekinin û meşa wê ya destanî ku bi jîrî, lehengî, wêrekî û têkoşerî hatiye nexşkirin derxînin pêş.

Kesayeteke Efsanewî: Fata Kurd

Fata Kurd di dîrokê de wek kesayeteke efsanewî tê zanîn û ji ber vê sedemê heta niha derbarê jiyana wê de zêde agahiyên zelal nehatine parvekirin û teqezkirin. Agahiya ku heta niha hatiye teqezkirin ew e ku Fata Kurd, ji navçeya Pazarcix a Mereşê ye û ji eşîra Sînemîlî ye ku zêdetir li derdora Çiyayê Engîzekê bi cih bûne; lê baş nayê zanîn ku ew kengî ji dayik bûye yan jî kengî çûye ser dilovaniya xwe.

Eşîreta Sînemîlî ji kurdên elewî pêk tê û malbata Fata Kurd jî malbateke nasdar e û di nava rêvebiriya eşîretê de xwedî erk e. Xuya ye ku vê rewşa malbatê li ser teşegirtina kesayeta Fata Kurd jî bandoreke girîng kiriye û bûye sedem ku ew hê di temenê xwe yê biçûk de hînî kar û barên birêvebirinê bibe û pêşengiyê bike. Herwiha çanda kurdewar û ya elewîtiyê jî bi awayekî erênî li ser wê bandor kiriye û rê li ber vekiriye ku ew bi awayekî jixwebawer, xweser û azad tevbigere.

Di serdema ku ew tê de dijiya de, di nava civakê de girîngiya jinan zêde nebû û jin ne xwedî kesayeteke azad û sekn û helwesteke xweser bûn. Ew ji aliyê hişmendiya nêrza û pergala serdestî û zordariyê ve hatibûn dorpêçkirin ku nikaribûn bibin xwedî bîr û vîneke serbixwe. Ligel vê yekê Fata Kurd, di nava eşira xwe de her tim bi fikr û ramanên xwe, bi sekn û nêzîkatiya xwe giraniya xwe dida hîskirin û xwedî qedr û qimeteke rêzdar bû.

Fata Kurd beriya ku dest bi rêvebiriya eşîretê bike birayê wê yê mezin ê bi navê Bîlalê Reş sermiyanê eşîrê bûye, kar û barê eşîrê wî bi rê ve biriye. Fata Kurd di wan salan de (1820-30) zewiciye û li gundê Emîranê bi cih bûye. Dema ku birayê wê Bîlalê Reş, di sala 1840an de çûye ser dilovaniya xwe li dewsa wî kesê bi navê Beko Axa ji bo rêvebiriyê hatiye hilbijartin.

Beko Axa kesayetekî dadperwer û zana nebû û di nava eşîretê de bi kirinên xwe yên nebaş, bi neheqî û zordariyên xwe dihat nasîn. Niştecih û mezinên eşîra Sînemilî ji vê rewşa Beko Axa gelek aciz bûn û ji bo ku pêşî li vê rewşê bê girtin li dewsa wî kurê Bîlalê Reş ê bi navê Elî Axa anîn rêvebiriyê.

Elî Axa di rêvebiriyê de zêde nema û piştî 5 salan dema ku jiyana xwe ji dest da serkêşên eşîretê xwestin ku ji nava eşîrê keseke/î herî zana, kamil û pêşketî bînin ser rêvebiriyê. Fata Kurd li ser vê bingehê hate hilbijartin û bû rêbera nû ya eşîretê.

Ev rewş bi xwe jî dide diyarkirin ku di nava eşîretê de pergaleke hevgirtî ya nêzî demokrasiyê hebûye û bêedaletî nehatiye pejirandin. Herwiha serkêş û endamên eşîretê girîngî dane serborî û azmûnên civakê û hilbijartinên xwe bi nirxdayina aqilmendî, zanatî, jîrbûn, ked û berkariyê pêk anîne. Ya herî girîng jî ew e ku hişmendiya paşverû û zayendperest pêş neketiye.

Lehenga Li Ber Siya Dîrokê

Fata Kurd herçiqas ji aliyê dagirker û desthilatdaran ve li ber siya dîrokê hatibe hiştin jî, divê bi taybetî bê diyarkirin ku ew, ji kesayetekê wêdetir remza jinxasî, jîrî, çelengî û pêşengiya jinên kurd e. Ji ber vê yekê, gelek kes çîrok û serpêhatiyên wê nizanibin jî nav û nîşana wê dizanin, destana wê ya lehengane dibihîsin û dengê wê yê ku ji kûrahiya dîrokê bilind dibe û digihîje roja me di dil û giyanê xwe de hîs dikin.

Dagirker û desthilatdaran, li ser navê vê jina gernas, ku di quncikên tarîtiya dîrokê de hatiye hiştin û hewl hatiye dayîn ku ew li ber herikîna dîrokê winda bibe û biçe gelek rê û rêbazên cuda pêk anîne. Di dîrokê de ji aliyê ‘pispor’ên oryantalist bigirin heta ‘dîroksaz’ên tirk navê wê bi hişmendî û armenceke gelek qirêj, bi rengekî bipergal hatiye berovajîkirin. Kiryara herî mezin a qirêj jî di serdema Komara Tirkiyeyê de pêk hatiye. Pêşeng û ‘dîroksaz’ên komarê navê ‘Fata Reş’ di encama şêlûkirin û tunehesibandina nasnameya wê ya kurd û elewîtiyê, dane hemû jinên ku di ‘Şerê Rizgariyê’ de cih girtine û xwestine ku bi navê ‘Fata Reş’ çîrokekê ji bo jinên tirk a di ‘Kuvayî Milliye’yê de cih girtine saz bikin. Wek mînaka navê ‘Mehmetçîk’ ku îro hê jî bi heman armancê tê bikaranîn…

Di serdema Komara Tirkiyeyê de nasnameya gelê kurd û baweriya elewîtiyê çawa hatibe reşkirin û berevajîkirin; navê Fata Kurd jî bi heman awayî ji rastiya wê hatiye dûrxistin û ji cewhera xwe hatiye qutkirin. Helbet ne tenê nasnameya wê ya kurdbûn û elewîtiyê; nasnameya wê ya zayendî jî her dem rastî êrîşên hişmendiya nêrza hatiye û gelek caran ji jinên pêşeng, wêrek, jîr û zîrek re pênaseya ‘Fata Mêr’ layiq dîtine. Hinek caran ev pênase ji bo biçûkdîtin û biçûkxistina jinê hatiye bikaranîn û rastiyên dîrokê li bin guhê hev xistine. Ji ber van sedeman xwedîlêderketina navê ‘Fata Kurd’ girîng e, ku em bi awayekî zelal û xurt dikarin bibêjin ew rêbereke jin a kurd û elewî bû û di serdema xwe de wek ‘Jina Amazon’ û ‘Dotmîra Kurd’ hatiye binavkirin.

Amazona Serdema Xwe

Fata Kurd ligel hemû êrîş û kiryarên taybet ên bêbîrhiştin û berovajîkirina dagirker û serdestên nêrza û înkarker li dijî çerxa serdemê li ber xwe daye û çîroka xwe ya efsanewî gihandiye heta roja me. Îro em li her bihostek axa ku ew lê jiyayî û di riya wê de şer kiriye rastî navê wê tên. Ew li derdora herêma Mereşê, li milê Çiyayê Engîzekê hê jî bi navê  ‘Fata Reş’ an jî ‘Fato Paşa’ tê bibîranîn ku di malbat û eşîreta wê de navê ‘Fata Reş’ hê jî wek paşnav tê bikaranîn. Ji xeynî vê yekê, cihên wek bi awayê ‘Nolê Fata Reşê’, ‘Koynê Fata Reşê’, ‘Pogî Fata Reşê’ û ‘Zaviyê Fata Reşê’ tên zanîn hene.

Li ser vê rastiyê em dikarin bibêjin ku dîrok qasî ku lehengên xwe diafirîne, rista xwe ya ku wan bigihîne pêşerojê jî pêk tîne û li dijî xedariya çerxa demê wan diparêze. Ew lehengên dîrokê jî bi awayekî dengê xwe digihînin me û hebûna xwe bi me didin hîskirin.

Mozaîkên ku di encama kolîna herêma Mereş û Dîlokê de -ku cihên jidayikbûna Fata Kurd e- hatine derxistin mînakeke vê yekê ye. Di van mozaîkan de xwedawendên amazon ên bi navê Hippolyte, Antiope, Melanipe û Penthesileia ku bi çîrok û dîtbariyên xwe yên erjeng, bi hemû ewrengiya xwe silavê didin me, vê rastiya dîrokê palpişt dikin. Di mozaîkan de jiyana keybanûyên jinên amazon ên nêçirvaniyê û dîmenên li qada şer hatine şayesandin. Em bi vê agahiyê dibînin û têdigihîjin ku amazonên pêşîn li ser vê erdnîgariyê jiyane û bi me re bûne. Ji ber vê sedemê divê em bînin zimên ku navê ‘Jina Amazon’ ku li Fata Kurd hatiye kirin ne tiştekî ji rêzê û belasebeb e.

Fata Kurd, îro wek ‘Amazona Serdema Xwe’ ji kûrahiya dîrokê serê xwe bilind dike û bi qêrineke bêhempa xwedî li mîrateya wan derdikeve û dibêje ‘Ez hê li vir im.’ Deng û newaya wê bi sedan sal e bi awayekî xwe gihandiye serdema me û dixwaze ku baş bê bihîstin û ya herî girîng baş bê fêmkirin.

Em jî divê deng bidin dengê Fata Kurd û bibêjin; heta ku amazonên berxwêder li ser rûyê erdê bijîn, ala têkoşîna wan hêjayan hildin û berz bikin, ew amazon û şervanên çeleng û leheng dê her tim hebin û ji bo serfiraziyê ronahiya xwe li pêşerojê û cîhanê belav bikin.

Çavkanî:

  • Kuşatmayı Yaran Kürt Kadını – Mehmet BAYRAK
  • Jinên Kurd – Rohat ALAKOM
  • Kürt Kadını – Cilt-1 – Kadri YILDIRIM
  • Kovara ‘Kürt Tarihi’ Hejmar: 46
  • Kürdistan Kartalı Yado – Kamiran Ali Bedirxan / Herbert Oertel

 

Nîşe: Ev nivîs di Rojnameya Xwebûnê de hatiye weşandin

 

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *