Kesayetên girîng, mezin û bi bandor; li devreyî şert û mercên dîrokî, civakî, aborî, siyasî, çandî û hunerî yê welatê xwe dernakevin holê. Yilmaz Guney jî, di demeke ku li Bakûrê Kurdistanê serhildanên Kurdan hatibûn perçiqandin û nasname, ziman, çand û hunera Kurdan hatibû qedexekirin û li ser gelê Kurd asîmîlasyon, dagirkerî û zordariyek mezin hatibû pêşxistin, her wiha li Tirkiyê jî hemû qadên siyasî, demokratîk, civakî, çandî û hunerî di bin kontrol û zordestiya dewletê de bû, hatibû dunyayê.
Yilmaz Guney, di hundurê van şert û mercên dijwar de û di nava malbateke Kurd, feqîr û bindest de; di 1’ê Nîsan’a sala 1937’an de, li bajarêAdana’yê, li navçeya Karataş, li Gundê Yenîce’yê jidayikbûyê.Navê Yilmaz Guney yê rast; Yilmaz Putun’e. Navê bavê wî, “Hamit Putun” e û ji bajarê Riha’yê, ji navçeya Sêwereg’ê, ji Gundê Desman’ê ye. Navê dayîka wî jî “Gulê Xanim” e û ji bajarê Mûş’ê, ji navçeya Gimgim’ê (Varto’yê), ji Gundê Darabî û ji Eşîreta Cibranê ye. Dayîk û bavê Yilmaz Guney, herdû jî Kurd in û ji ber zordestiyên dewletê û feodalîzmê, di demên cûda cûda de koçdikin Adana’yê. Li Adana’yê hevdû nasdikin û piştî ku dizewicin, ji ber ku pirr feqîrin, li Gundê Yenîce’yê axûreke sewalan paqij dikin û ji xwe re werdigerînin malekê. Yilmaz Guney, li vê mala ku berê axûrek bû û di nava feqirtî û tunebûnê de tê dunyayê.
Yilmaz Guney, heta 11 saliya xwe li Gundê Yenîce’yê jiyandike. Bingeha hinek taybetiyên kesayeta wî yê weke “kedkarî”, “hezkirina xwendinê”, “berteka li dijî xwîndarî û feodalizmê” û bingeha wî yî “hezkirina hunerê” jî, li vî Gundê Yenîce’yê tê avêtin. Ji ber ku bavê wî jinekê din tîne; di salên 1949-50’î de dayîka wî, Yilmaz û xuşka wî bi xwe re dibe û ji gund Yenîce, diçin Adana’yê.
Yilmaz Guney, li Adana’yê jî him diçe dibistanê û him jî karên cûda cûda dike. Dibistana seretayî, navîn û Amadeyî (Lîse) yê, li Adana diqedînê.Li gel vê yekê, li Adana’yê, jicûdahiya dewlemend û feqîran û jiQabadayiyan bandor dibe. Her wiha, cara yekemîn li Adana’yê diçe sînemayê û feqîrtiya wî, zehmetiyên ku dibîne, bandorên ku li ser kesayeta wî pêktên û bandora sînemayê, berê jiyana Yilmaz Guney didin hunerê û piştî ku dikevê bin bandorên hunera sînemayê, dest bi jiyaneke nû û dest bi hunerê dike. Heta dawiya jiyana xwe jî, dest ji hunerê bernade û jiyana wî û huner, hevdû xwedîdikin, mezin dikin û hevdû pêşdixînin.
Ji vir û şûnda ve, mirov dikare jiyan û hunera Yilmaz Guney, di navhev de û bi awayê “çar serdemên hunermendiya Yilmaz Guney”, bîne ziman.
Serdema Yekemîn yaHunermendiya Yilmaz Guney: 1950-1963
Yilmaz Guney, li gundê Yenîce’yê, kesên ku bi awayê “Sînemaya Gerrok” filman nîşandidin, dibîne. Lê belê, bi awayekî ku di bin bandora wê de dimîne, di salên 1950-51 de, di 13 saliya xwe de cara yekemîn, li Adana’yê diçê sînemayê. Sînemayê di van salan de nasdike. Hevnasîna Yilmaz Guney ya bi sînemayê re; di jiyan û hunermendiya wî de, dibê destpêka serdemeke nû. Mirov dikare vê serdemê, weke “Serdema Yekemîn yaHunermendiya Yilmaz Guney” binavbike. Ev serdem, ji sala 1950’î heta sala 1963’yan berdewam dike.
Du taybetiyên bingehîn yê vê serdemê hene: Yilmaz Guney, di vê serdemê de xwe fêrî sînema û wêjeyê dike û berteka xweyî li dijî sîstema dewletê, bi nivîskî tine ziman. Di vê serdemê de, weke şagirtekî ku perwerdeya sînemayê bibîne, di karê sînemayê de xebatê dike û di navbera 13 û 18 saliya xwe de, bi awayê karên weke “reklama afîşên filman”, “makînîstî” “belavkirina filman” û “Pursantajê” (komkirina pereyên para karsaziyên filman), xwe fêrî kar û xebatên sînemayê dike. Di pêvajoya van karên xweyî sînemayê de; fêrî karê holên sînemayê û karê karsaziyên filman dibe û Sektora Sînemayê ya li Adana’yê nasdike. Bi sedan filmên sînemayê temaşe dike û ji xwe re notan li ber wan dinivîsîne û van filman tahlîl û rexne dike. Her wiha, tevahiya stêrên Sînemaya Tirkan yê wê demê û gellek stêrên Amerîka û Awrûpa’yê nasdike. Ya herî girîng jî, civaka bajarê Aadana û bajarokên derdora Adana’yê, hinek bajarên din yê Kurdistan’ê û civaka wê û temaşevanên Tirk û Kurd yê sînemayê nasdike û fêrî hest û derûniya (psîkolojiya) temaşevaniyê dibe.
Ji aliyeke din ve, Yilmaz Guney, di vê serdemê de; bûyer, bêmafî, feqîrtî, zor û zehmetiyên ku di hundurê civakê, jiyanê û xwendina xwe de û di karên xweyî sînemayê de dibîne, bi awayekî nivîskî û bi mijarên cûr be cûr werdigerîne çîrokên wêjeyî. Çîrokên wî; li Adana, Îstanbûl, Îzmîr û li Ankara’yê, di şeş kovarên cûda cûda de tên weşandin. Yilmaz Guney û hevalên xweyî dibistanê, bi navê “Kovara Herî Bilind”, kovarekê jî derdixînin û ji ber van çîrok û nivîsên wî yê wêjeyî, di vê demê de bi leqebê (nasnavê) “Yilmaz’ê Çîrokzan”, tê binavkirin. Di çîrokên xwe de, bi awayekî sergirtî dewlemendan, sîstem û siyaseta dewletê rexne dike. Bi vî awayî, Yilmaz Guney; werdigerê dijberekî sîstemê û berteka wî ya ku li dijî sîstemê û dewletê çêdibe, bi van çîrokên xwe û bi awayekî nivîskî tine ziman.
Yilmaz Guney, bi van hest û derûniya xweyî dijber, di sala 1955’an de,çîrokekê bi navê “Sê Sîstemên Newekheviyê Ku Nayên Zanîn” dinivîsîne û ev çîrok, di “Kovara Sêzde”yê (13 Dergisi) de tê weşandin. Ev çîroka Yilmaz Guney, ji aliyê faşîstan ve tê xwendin û vê çîrokê wî, didin dozgeriyê. Dozgerê Adana’yê jî, bi sedema ku “Propagandaya komunîzmê” kiriye, di derbarê Yilmaz Guney dedozê vedikê û bi vekirina vê dozê re; Yilmaz Guney, cara yekemîn dikeve bin şopandin û lêpirsînên dewletê. Ev doz, dibê destpêka şerê navbera Yilmaz Guney û dewletê û bi vê dozê re, yekemîn sansura dewletê ya fermî jî, li ser Yilmaz Guney pêk tê. Her wiha, ev doz; di hemû demên jiyana wî de dibe astengeke mezin û li ser şoreşgerî û dijberiya Yilmaz Guney, bandoreke mezin pêktîne û wî li hemberî sîstem û siyaseta dewletê, tûj dike.
Yilmaz Guney, piştî vê doze, di sala 1957’an de diçe Îstanbûl’ê û li Îstanbûl’ê, him di zanîngehê de dixwînê û him jî, di Dar Film’ê de karê xweyî belavkirina filman berdewam dike. Di sala 1958’an de, doza ku li Adana’yê li ser çîroka wî hatibû vekirin, bi dawî dibe û xwediyê Dar Film’ê, bi sedema ku “li ser Propagandaya Komînîzmê ceza girtiye”; Yilmaz Güney ji kar derdixîne û li îstanbûl’ê bê pere û bê kar dimîne. Piştî vê yekê, cezayê xwe dişîne temyîzê û ji bo ku kar bibîne, diçe gel Yaşar Kemal.
Di sala 1958’an de; Yaşar Kemal, Yilmaz Guney bi derhênerê sînemayê “Atif Yilmaz” re bi naskirin dide û bi vî awayî, li Îstanbûl’ê dest bi hunera sînemayê dike. Di sala 1959’an de, bi navê “Zarokên Vî Welatî” yekemîn senaryoya xwe dinivîsîne û di filmê “Zarokên Vî Welatî” de; bi çar awayên ku, cara yekemîn paşnavê “Guney” bikartîne û yekemîn “lîstikvanî”, “senarîstî” û “alîkartiya (asîstantiya) derhêneriyê” jî pêktîne, cîh digre. Filmê “Zarokên Vî Welatî”, di sala 1959’an de “Xelata Senaryoya Herî Baş” destine û ji ber ku li ser “Komînîstiyê” ceza girtibû, endamê Saziya Sansurê “Azmî Kutuval”, bi hêza xweyî ku ji dewletê digirt, vê xelata Yilmaz Guney, ji xwe re dibe.
Li gel vê yekê, ji ber ku li ser “propagandaya komînîzmê” ceza girtibû; di sala 1961’ê de, di nîvê filmê “Belaya Şêrîn” de, polîs tên ji seta filman Yilmaz Guney desteserdikin û dibin dadgehê. Yilmaz Guney, di dadgehê de û bi awayekî eşkere, dibêje “ez li dijî bêmafiyên vê sîstemê me” û bi vê axaftina xwe, di dadgehê de parastineke siyasî pêktîne. Bi vê parastina xwe re; li gel hunermendiya xwe, werdigerê kesayeteke siyasî jî û di vê parastin û kesayeta Yilmaz Guney de, mirov dikera bêje ku, hunermend, di heman demê kesayeteke siyasî ye. Dadgeh; li ser vê parastina wî, 2 sal û nîv cezayê girtîgehê û 6 heyvan jî cezayê surgunê dide Yilmaz Guney û wî dişînin Girtîgeha Nevşehîr’ê.
Yilmaz Guney, di pêvajoya vî cezayê xwe de, li zindana Nevşehîr’ê, xwe ji bandorên îdeolojî û siyaseta dewletê rizgar dike û li ser wêje û hunera sînemayê kûr dibe. Di zîndanê de, bi senoryoyên ku dinivîsîne û difiroşedebara xwe dike û romaneke bi navê “Stû Tewandî Mirin” dinivîsîne. Ya herî girîng jî, di zindanê de plansaziyeke ku “bi hunera sînemayê li hemberî Sînema Yeşilçam û sîstema dewletê dest bi tekoşînekê bike” amade dike û piştî ku cezayên xweyî surgunê jî diqedîne; di sala 1963’yan de, ji Konya’yê dîsa vedigerê Îstanbûl’ê.
Yilmaz Guney, nezî 10 salan bi vî awayî, bi van kar û xebatên xweyî sînemayê û wêjeyê, weke ku di “Zanîngeh û Akademiyên Sînema û wêjeyê” de perwerdeyê bibîne, xwe fêrî hunera sînemayê û wêjeyê dike û bi vê hunera xwe û bi planeke weke “serhildaneke hunerî”, li hemberî sîstem û sînema dewletê, dest bi tekoşînê dike. Di dîroka sînemayê de; berî Yilmaz Guney, tu hunermendan xwe bi vî awayî fêrî hunera sînemayê û wêjeyê nekirîye û hunermendekî ku weke Yilmaz Guney, bi tena serê xwe û bi planeke hunerî, li dijî sîstema dewletekê dest bi tekoşînekê kiriye, derneketiye holê.
Serdema Duyemîn yaHunermendiya Yilmaz Guney: 1963-1970
Piştî ku Yilmaz Guney vedigerê Îstanbûl’ê, “Serdema Duyemîn yaHunermendiya Yilmaz Guney” jî destpêdike û ev serdem, ji sala 1963’yan û heta sala 1970’yî berdewam dike.
Pênc taybetiyên bingehîn yê vê serdemê hene. Bi kurtasî, mirov dikare van teybetiyan, wiha rêz bike:
1) Yilmaz Guney, di vê serdemê de dibê “Serlîstikvan” û “Stêrekî Gel”. Yilmaz Guney û çend hevalên xwe, bi perçeyên şerîtên filman (amorsan) yê ku ji ber kameravanan diman berhevdikin û bi awayekî serbixwe, dest bi çêkirina filman û karê sînemayê dikin. Vê destpêkê jî, bi filmê xweyî bi nave “Herdû jî Wêrekbûn” pêktîne û ev destpêk, dibê destpêka ku Yilmaz Guney dibê “Stêrekî Gel” û li dijî Sînema Yeşilçam û dewletê, dest bi tekoşîna xweyî hunerî dike ye.
2) Yilmaz Guney, filmên xwe di nava sînorên Sînema Yeşilçam’ê de çêdike û di navbera salên 1964-65’an de, zêdeyî 30 filmên metraj dirêj dikişîne û di piraniya van filmên xwe de, bi awayekî sergirtî Sînema Yeşilçam’ê û sîstema dewletê rexne dike.
3) Yilmaz Guney, bi filmên xweyî ku çêdike; temaşevanên xwe zêde dike, herî pirr filmên wî tên temaşekirin, di hundurê civakê de alîgirên wî pirr dibin û bi vî awayî, hevsenga ku di qada sînemayê de hatibû sazkirin, xeredike û ji aliyê hunerî, civakî, maddî û manewî ve, di qada sînemayê de, li dijî Sînema Yeşilçamê, dibê hêzek.
4) Yilmaz Guney, di qada sînemayê de, bi hêza xweyî maddî û manewî û bi afirandina “karekterê qahremanê tekçûyî”, jiyana gel ya rast tinê ser perda sipî û bi vî awayî, di qada hunera sînemayê de, cîh ji bindestan re vedike û di sala 1966’an de, xwe weke “Qralê Kirêt”, radigehîne. Ragihandina “Qralê Kirêt”; li dijî Sînema Yeşilçam’ê, li dijî stêrên sînema serdestan û li dijî siyaseta dewletê ya sînemayê, di qada sînemayê de, “ragihandina desthilata Stêrê Bindestan” bû.
5) Yilmaz Guney, rewşa gelê Kurd tine ser perda sipî. Piştî ragihandina “Qralê Kirêt”, derfeta ku hinekî azad tevbigere diafirîne û dest bi derketina derveyî sînorên Yeşilçam’ê û dest bi çêkirina filmên li ser Kurdan dike. Yilmaz Guney, di sala 1964’an de jî, di filmê “Deh Zilamên Bêtirs” de, bi karekterê “Mahmûdê Kurd”, navê Kurdan bi awayekî zelal anîbû ser perda sipî. Piştî vî filmî; di sala 1966’an de bi filmê “Qanûnê Sînoran”, di sala 1968’an de bi filmê “Seyîdxan” û di sala 1969’an de jî, bi filmê “Gurên Birçî”, bi awayekî sergirtî rewşa gelê Kurd, hilandina (asîmîlasyona) ku li ser gelê Kurd pêk dihat û dagirkerî û perçebûna ku li Kurdistanê pêk hatibû, tine ser perda sipî. Di xet û dîmenên van filmên xwe de, zordariya ku dewletê li ser gelê Kurd pêktanî, bi awayekî sergirtî pêşan (teşhîr) û rexne dike.
Yilmaz Guney, di encamên van taybetiyên bingehîn yê vê “serdema duyemîn” de; “Guney Film” sazdike, di filmên “Qanûnê Sînoran” û di filmê “Seyîdxan”de, “Xelata Serlîstikvanê Herî Baş” destine, gel ji “Qralê Kirêt” hînî “Yilmaz Guney’ê Nû” dike, lîstikvan û derhênerên cûda cûda li dora xwe komdike û bingeha afirandina “Sînema Yilmaz Guney” sazdike.
Serdema Sêyemîn ya Hunermendiya Yilmaz Guney: 1970-1981
Yilmaz Guney, di serê sala 1970’î de, biryarê dide ku di filmên xwe, bi awayekî vekîrî dewlemendan, çîna serdest û sîstema dewletê rexne bike. Bi vî awayî, “Serdema Sêyemîn ya Hunermendiya Yilmaz Guney” jî, destpêdike. Ev serdem, ji sala 1970 û heta sala 1981’ê, berdewam dike.
Pênc taybetiyên bingehîn yê vê serdemê jî, hene. Mirov dikare van taybetiyan jî, bi kurtasî wiha rêz û şîrove bike:
1) Yilmaz Guney; “Sînemaya Yilmaz Guney”, ango “Sînema Çîna Bindestan û Civakê”, li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê sazdike. Yilmaz Guney, sazkirina sînemaya xwe, di nava sala 1970’î de, bi filmê “Hevî” (Umut) pêktîne. Yilmaz Guney, filmê “Hêvî” li Adana’yê dikişîne. Di vî filmî de; bavê xwe, oldarên sextekar, bûrjûvazî, rejîma dewletê, Amerîka, terzê tekoşîna çepgir û şoreşgeran û hinekî çîna bindest û feqîran jî rexne dike û zehmetiyên şoreşê tine ziman. Her wiha, bi filmê xweyî bi navê “Hêvî”: Yeşilçam’ê têk dibe û plana xweyî ku di girtîgeha Nevşehîr’ê de çêkiribû, bi awayekî serkeftî berdewam dike.
2) Yilmaz Guney, bi huner û kesayeta xwe, bi awayekî vekirî li dijî dewletê dest bi tekoşînê dike. Yilmaz Guney, li gel filmê “Hêvî”, hinek filmên din jî çêdike û di van filman de jî, sîstema dewletê rexne dike. Artêşa Tirkiyê, di 12’ê Adar’a sala 1971’ê de “Derbeya Leşkerî” pêktîne û desthilata siyasî, dîsa dixîne destê xwe. Şoreşgeran, rewşenbîran, nivîskaran davêje zindanan û dikuje. Ji bo ku Yilmaz Guney jî bikin sînemagerekî sîstema derbekar, generalên dewletê xelatan didin Yilmaz Guney û jê dixwazin ku “filmên soreşgerî û civakî çêneke û bi rêxistinên şoreşger re nekeve têkiliyan”. Lê belê Yilmaz Guney, helwesta xweyî li dijî sîstema dewletê naguhere. Di sala 1971’ê de, li Ankara’yê têkiliyên xwe bi rêxistinên soreşgerî re pêktîne û alîkariyên maddî û manewî didê wan. Li devera ku hevdîtinan bi şoreşgeran re pêktîne, weke taqtîkeke hevdîtinê, filmên xwe jî li wê derê dikişîne.Di filmên xwe de hinek fikir, peyv û karekterê şoreşgeran tine ser perda sipî. Mahir Çayan û hevalên wî (Oktay Etiman, Ulaş Bardakçı) di mala xwe de vedişêre. Ji ber vê helwesta wî; dewlet, di 16’ê Adar’a sala 1972’yan, bi sedema ku “alîkariya şoreşgeran kiriye”, Yilmaz Guney digre. Yilmaz Guney, di dadgehê de dibêje ku; “ger dîsa werin, ez ê dîsa alîkariya wan bikim; mala min, ji hemû şoreşgeran re vekirî ye”. Yilmaz Guney, bi vê helwest û parastinê, him bi hunera xwe û him jî bi kesayeta xwe, bi awayekî vekirî, eşkere û rasteras, li dijî dewletê tekoşînê dike. Ji ber vê yekê jî, Yilmaz Guney; ji aliyê dadgehê ve, bi cezayê10 salên giran, tê cezakirin û cara duyemîn tê zîndankirin.
3) Yilmaz Guney, huner û hêza xwe dixîne xizmeta tekoşîna ku li dijî sîstema dewletê pêktê û bi hunera xwe, gel perwerde û bi rêxistin dike. Yilmaz Guney, di zîndankirina xweyî duyemîn de, vê carê di girtîgehê de pirr dixwîne û bi awayekî girîng, xwe fêrî îdeolojî û têgînên sosyalîzmê û komunîzmê dike û ji aliyên îdeolojîk, siyasî, teorîk û têgehî ve, xwe werdigerîne hunermendekî şoreşger. Her wiha, di zîndanê de, aliyê xweyî wêjeyî pêşdixîne û projeyeke filmên şoreşgerî jîçêdike. Dema ku Yilmaz Guney, di sala 1974’an de, bi “Afûya (Bexşandina) Giştî” re ji zîndanê tê berdan; berî vê berdana wî, di navbera salên 1972-73’yan de, rêberên tevgerên şoreşger yê weke “Mahir Çayan” (di 30’ê Adar’a sala 1972’an de li Tokat-Nîksar’ê), “Deniz Gezmiş” (di 6’ê Gulan’a sala 1972’an de bi awayê darvekirinê li Ankara’yê) û “İbrahim Kaypakkaya” (di 18’yê Gulan’a sala 1973’an de bi îşkencekirinê li Zîndana Amed’ê) hatibûn qetilkirin û li Tirkiyê û li Bakûrê Kurdistan’ê, di tekoşîna siyasî û civakî de, valatiyeke girîng derketibû holê. Yilmaz Guney, bi filmên ku çêdike (filmê “Mirovên Reben” û “Heval”), polîtîkayên dewletê û jiyana bûrjûvazî rexne û pêşan dike û li gel van filman, bi axaftin û rexneyên xwe, vê valatiya ku derketibû holê hinekî dadigirê û gel perwerde û bi rêxistin dike. Ji aliyê civakî û siyasî ve, alîkarî û piştgiriyê dide şoreşgeran û hunera xwe, di xizmeta şoreşê de bikar tine. Gel jî piştgiriya wî dikir û alîgir û hezjêkerên wî, ji aligir û hezjêkerên partiyeke siyasî, bêhtir bibûnû bi vê piştgiriya gel, li dijî dewletê dijberîyeke mezin pêktanî.
Dewlet, van hewldanên Yilmaz Guney dibîne û biryara ku wî rawestîne û têkbibe, dide. Di 13’ê îlon’a sala 1974’an de, dema ku Yilmaz Guney, dixwaze ku ji bo filmê xweyî “Mitale” (Endişe) dengê çekan tomar bike, Dozgerê nevçeya Adana ya Yumurtalik’ê “Sefa Mutlu”, nahêle ku çekan biteqîne û êrîş û heqaretê li hemberî Yilmaz Guney pêktîne. Yilmaz Guney jî, bi demançêyê vî dozgerî dikuje. Dewlet, vê “Bûyera Yûmûrtalik”ê, weke fersendekê li dijî Yilmaz Guney bikartîne û ji bo ku Yilmaz Guney ji hunera sînemayê, ji şoreşgeriyê û ji gel qut bike, bi 19 sal cezayê giran, Yilmaz Guney ceza dike û davêje zîndanê. Zîndankirina Yilmaz Guney ya sêyemîn jî, bi vê “Bûyera Yûmûrtalik”ê pêk tê.
4) Yilmaz Guney, di zîndanê de jî, hunera sînema berdewam dike û birêvedibe. Yilmaz Guney, di zîndanê de têdigehê ku, dewletê li dijî wî komployek pêkaniye û xwe li gorî vê rewşê û xwe li gorî tekoşîneke nû amade dike. Li kîjan zîndanê be, mahkûman bi rêxistin dike; wan fêrî fikrên şoreşgerî û jiyaneke komînal dike. Li gel vê yekê, bi awayekî pirr zelal senaryoyên şoreşgerî dinivîsîne û ji hundûrê zîndanê ve, derhinêrtiya filman dike. Nivîsandina senaryoyên filmên weke “Destûr” (İzin-1975), “Rojekê Teqez” (Mutlaka Bir Gün-1975), “Kerî” (Sürü-1978), “Dujmun” (Düşman-1979) û filmê “Rêç” (Yol-1981) pêktîne. Her wiha, Yilmaz Guney, kêşana van filman; bi rêvebirina xweyî ji hundurê zîndanê ve, pêktîne. Li gel vê yekê, Yilmaz Guney, di zîndanê de, di warê wêjeyê de jî tekoşînê dike; gotarên wêjeyî, siyasî û îdeolojîk ji rojnameyan re dişîne û tên weşandin. Her wiha, bi navê “Çîrokên ji Kurê Min re” çîrokên cûr be cûr û sê romanên bi navên “Bersûç”, “Hucra Min”, “Em Sobe, Cama Pencerê û Du Nanan Dixwazin”, dinivîsîne. Di sala 1978’a de, Kovarekê bi navê “Kovara Guney” jî derdixîne.
5) Yilmaz Guney, bi awayeke zelal filman li ser Kurd û Kurdistan’ê çêdike. Filmê “Kerî” (Sürü-1978) û filmê “Rêç” (Yol-1981), rasterast li ser rewşa Kurdistanê, li ser şoraşgeran û li ser zordestiya dewletê hatine çêkirin. Bi vî awayî, her çiqasî di zîndanê de bû jî; Yilmaz Guney, bi huner û bi filmên xwe, li Tirkiyê û li Bakûrê Kurdistanê, cîhê xweyî di nava gel de berdewam dikir û di mîhrîcanên filman de, hinek xelat jî wergirtibûn. Li gel vê yekê, Yilmaz Guney; van filman û hinek filmên xweyî din, bi qaçaxî derdixîne derveyî Tirkiyê û hinek ji van filmên wî, di mîhrîcanên (festîvalên) navnatewî de jî xelatan distînin. Navê Yilmaz Guney û Sînemaya Yilmaz Guney, ji zîndanên Tirkiyê derketibûn û li Ewrûpa’yê jî belavbibûn. Yilmaz Guney, bi filmên xwe û bi van gotar, çîrok, roman û kovara xwe jî, ji hundûrê zîndanê ve; ji aliyê îdeolojîk, siyasî, netewî, hunerî û wêjeyî ve, bi awayekî pirr zelal tekoşîna xweyî li dijî dewletê û piştgiriya xweyî ji bo şoreşgeran berdewam dikir.
Piştî ku li Tirkiyê û li Kurdistanê şoreş hinekî pêşdikeve, bi alîkarî û piştgiriya dewletên Nato û Amerîka, Artêşa Tirkiyê, di 12’ê îlon’a sala 1980’yî de “Derbeyeke Leşkerî” pêktîne û desthilatdariya Tirkiyê, dîsa dikeve destê artêşê. Li Tirkiyê û li Kurdistanê, bi sedan mirovan dikujê û bi hezaran mirova davêje zîndanan. Di vê demê de, artêşa Tirkiyê, filmên Yilmaz Guney qedexe dike, nexweşiya wî derman neke, li ser Yilmaz Guney û malbata wî şerekî taybet-derûnî dimeşîne, “Kovara Guney” qedexe dike, 10 dozên nû li ser Yilmaz Guney vedike û nêzî 100 sal cezayê giran, jê re dixwaze. Piştî van êrîşên dewletê, şert û mercên ku Yilmaz Guney hunera xwe pêkbîne û li dijî rejimê tekoşînê bike, ji hole radibin û Yilmaz Guney, mecbûr bimîne ku ji zîndanê bireve. Ji ber van sedeman, Yilmaz Guney; di 9’ê Cotmeh’a sala 1981’ê de (di roja ku Deniz Dezmiş bi cezayê îdamkirinê hatibû cezakirin de, weke ku bersivekê jî didê vê cezakirina dadgeha leşkerî), ji girtîgeha İsparta’yê direvê û diçê Fransa’yê.
Serdema Çaremîn ya Hunermendiya Yilmaz Guney: 1981-1984
Piştî ku Yilmaz Guney diçê Fransa’yê, “Serdema Çaremîn yaHunermendiya Yilmaz Guney” jî destpêdike û ev serdem jî, ji sala 1981 û heta sala 1984’an, berdewam dike. Çar taybetiyên bingehîn yê vê serdemê jî, wiha ne:
1) Yilmaz Guney, ji sînorê Tirkiyê û Kurdistanê derdikeve û dibe hunermendekî navnetewî û enternasyonalist. Navê Yilmaz Guney û hunera wî, li gel Tirkiyê û Kurdistanê, li Ewrûpa û gellek deverên dunyayê belavdibe û hunera wî yî sînemayê, di nava sînema cîhanê de, cîhê xwe digre. Bi vî awayî, Yilmaz Guney; li derveyî welat hunera û dijberiya xweyî li hemberî sîstema dewleta Tirkiyê berdewam dike û dibe hunermendekî navnetewî.
2) Yilmaz Guney, bi huner û bi filmên xwe, zulm û zordariya ku dewleta Tirk li ser Kurdan pêktanî, bi dunyayê naskirin dide. Yilmaz Guney, di vê demê de, giraniya hunera xwe didê ser Kurdistanê. Di filmê “Rêç” de; şert û mercên bindestiya Kurdistan û rewşa gelê Kurd, rewşa girtiyan û zordariya dewletê, kiribû mijar. Filmê “Rêç” (Yol), ji ber rastiya van mijaran û hunermendiya Yilmaz Guney, di sala 1982’yan de, di “Mîhrîcana Filman Ya Cannesê” de, “Xelata Palmiya Zêrîn” distîne. Di filmê “Dîwar” (Duvar-1983) de, navê rêxistinên şoreşger û nave Kurd û Kurdistanê bi awayekî vekirî cîh digrin û bi vî filmê xwe jî, zulm û dagirkeriya dewletê ya li ser Kurdistanê û bê çawa Tirkiyê û Kurdistanê wergerandiyê zîndanekê, datîne ber çavên tevahiya dunyayê. Her wiha, li cîhekî digerê ku li ser Kurdistanê filmekî nû bikişîne. Ji bo vê yekê diçe Cezayîr û bi Dr.Qasimlo re jî hevdîtinekê pêktine. Dixwaze ku li Rojhilatê Kurdistanê filmekî bikişîne û ji bo ku li Rojhilatê Kurdistanê sînemaya Kurdan were avakirin, dixwaze perwerdeya sînemayê jî pêkbîne.
3) Yilmaz Guney, li Ewrûpa’yê jî piştgiriya sînemager û şoreşgeran dike. Bi hunera xwe û bi fikrên xwe; piştgiriya sînamakarên dunyayê yê ku dijberê dîktaroran û sîstema kapîtalîst bûn dike û piştgiriyê dide tevgerên şoreşger yê Kurdan, Tirkan û yê dunyayê.Li gel vê piştgiriya xwe; têgeh û şaşitiyên li hember Kurdistanê yê çepgir û şoreşgerên Tirk, Ereb û Farisan jî, rexne û pêşan dike.
4) Yilmaz Guney, polîtîkayên dewletên Awrûpa yê li ser Kurdistanê û alikariya ku didan dewleta Tirk jî, rexne û pêşan dike. Weke hunermend û siyasetmedarekî Kurd, li Ewrûpa’yê jî tekoşîna xweyî li dijî sîstema kapîtalîst û li dijî dagirkeriyê, berdewam dike. Her wiha, çawa ku hunera xwe li dijî faşîzma dewleta Tirk bikartanî; hewildide ku hunera xwe, bi projeyên cûr be cûr, li dijî dagirkerî û kedxwariya dewletên Awrûpî jî bikarbîne.
Lê belê, nexweşiya Yilmaz Guney, nahêle ku van projeyên xweyî hunera sînemayê pêkbîne û ji ber nexweşiya xwe, di 9’ê îlon’a sala 1984’an de li Fransa’yê, li bajarê Paris’ê jiyana xwe ji dest dide.
Weke encamê; mirov dikare bêje ku Yilmaz Guney, hunermedekî wisa bû ku, ji bo ku hunera xwe di xizmeta azadiya gelê Kurdistan’ê de û di xizmeta çîn û gelên bindest de bikarbîne, windakirina hemû tiştên xwe dane ber çavên xwe û bi kesayeta xwe û bi hunera xweyî sînemayê û wêjeyê, heta dawiya jiyana xwe li dijî bêmafiyê, kedxwariyê, dagirkeriyê û li dijî sîstema dewletê û sîstema kapîtalîst tekoşîn kiriyê ye.
Dewleta Tirk, filmên wî sansur kirin, qedexekirin, sînemayên ku fêlmên wî nîşan didan bombekirin û bi rêk û rêbazên taybet ew binçav kirin, surgun kirin, avêt girtîgehan û 132 sal ceza jî danê; lê belê dîsa jî, biserneket ku Yilmaz Guney rawestîne û wî ji dilê gel û ji qada sînemayê derxîne.
Di vê roja me de, her çiqasî di ser jidayîkbûna Yilmaz Guney re 86 sal û di ser mirina wî re 39 sal derbasbûne jî; lê belê hîna jî, li Kurdistan’ê, li Tirkîyê û li gellek deverên dunyayê, lêkolîn û nîqaşên cûr be cûr yê li ser jiyan, kesayet, huner, nivîs û filmên Yilmaz Guney berdewam dikin û cîhê xweyî di cîhana mirovan de, di cîhana sînemayê de û di cîhana hunerî de diparêze.
Di vê derê de, em careke din,hunermend û sînemakarê Kurd Yilmaz Guney, bi rêzgirtineke mezin bi bîrtînin û bejna xwe li ber wî ditewînin.
Nivîskar : Nûser Hozan 15.03.2023