HINEK FELSEFE
Beşa 1.
Felsefe, babeteke kûr, direj û berfireh e. Em nikarin bi çend gotinan vê babetê bînin ziman. Me xwest bi çend gotina ragihînin bê kok û çavkaniya felsefê ji ku tê û çavkanî ku dever e. Wekî her tistî dîroka felsefê jî serdestan nivîsî ye. Ew bingeha her tiştî li gorî berjewendîyên xwe digirin dest. Ango, diwarê xwe li ser riknê derewan lê dikin. Kurt û kurmancî, dîroka wan a talan û diziyê ye. Lê vêna bi derewînan dirêsin û bi gelan didin pejirandin, bi demê re ev derewîn dibe “rasteqînî“
Di hemû dibistanên dinê de, bingeha felsefê ji Yunanan didine destpêkirin. Ji Sokrates dest pê dikin û diçin. Bê guman li wir fesefe heye û bi demê re jî xurt bûye. Em vê înkar nakin. Jixwe, di herikandina nivîsên xwe yên din de em ê behsa vê yekê bikin.
Çavkaniya felsefê em dikarin bêjin ku Mezopotamya ye û ji wir belav bûye. Lewra Mezopotamya hinterland e. Dema ku em li dîrokê dinerin, sê koçberiyên mezin ji Mezopotamyayê dest pê kirine û belav bûne. Her koçê bi xwe re zanîn û çêkirinên xwe jî birine. Koça yekemîn B. Z. bi sê hezar sal in. Ev koç li rojhilat û rojava belav dibe. Ev gelê aryen heya bi Hindê diçin, çendê din jî bi hêla Balkan ve diçin. Koça duyem jî, B. Z. bi du hezar sal in. Ew jî heman rê dişopînin, bi zimanê mecazî em bêjin; diçine baklbavan! Koça sêyem B. Z bi hezar salan e.
Ji hêla zanyariyê ve koça sêyem bi bandor e. Lewra hem ji hêla çand û hunerê ve, hem ji hêla felsefê ve nêrînên berfireh û berbiçav hene. Li Mezopotamyayê baweriya mazdeizmê pirr xurt e. Temelê mazdeîzmê, li ser başî û nebaşiyê, reş û tariyêye. Diyalektîk li ser vê bingehê ye. Îca mazdeîzm di nava xwede mitolojî, ol û felsefêyê bi hev re dihewîne. Ango hîn ji hev veqetîne. Bi wî awayî di xurcezîna koça sêyemîn de çûye!
Felsefe û ol di demên kaotîk de şênber dibin û zorê didin zanyariyê. Îca dema ku em li dîrokê dinêrin ji Asyaya dûr bigire heya Rojhilata Navîn û Anatolîyê serdemeke kaotîk heye. Êdî ol, çand û hunera heyî têra gelan nake. Diviya ku tiştên nû werin gotin, hiş û mêjî têr bibe. Ji bo ku ev rewşa kaotîk ji holê were rakirin û li ser hîmê pergaleke nû bi pergal bibe, li Mezopotamya, Hînd, Çîn û Anatoliyê çend kesên bijarte ketin nava lêgerînê û bi pergala heyî re ketin nava hesab. Helbet ku meriv tiştekî nû saz bike, dive li ser temelê ya heyî lê ji ya heyî çêtir û nûjentir be. Îca ew tiştên heyî hem kêm, hem ji têra bersivandina demê nedikir. Lewra mîtolojî û ola Zerdeşt e.
Beriya em derbasî felsefeya Zerdeşt bibin, çend tiştan bibêjin. (jixwe em ê, felsefeya wî di nivîsa duyem de, bînin ziman)
Ji bo pêxember Zerdeşt dîrokzan dibêjin; Di dîrokekê de behsa sê Zerdeştan tê kirin, ê yekem li derdora sê hezar salan (B. Z),yê duyêm du hezar û heya derdora heşt sed, heft sed salan (B. Z) de ye. Yê sêyem B. Z di şeş sed salan de ye.
Rêberê gelê Kurd dibeje. “Derketina tevgera Zerdeştî, B. Z di hezar salan de wekî tevgereke reformê dest pê kir. Dibêjin di gerdîşa Ahura Mazda de reform kiriye. Baweriya gelên Aryen ya herî kevnare Ahûra Mazda ye…“
Belê me di serî de got, bingeha felsefeya Zerdeşt Mazdeîzm e. Îca ev bawerî bi wan koçan li Asya dûr, Hind û Anatoliyê belav bûye. Em ê di nivîsên xwe yên pêş de, bi kinasî behsa Zerdeşt, Buda (Siddhartha)Kofuçyus, Lao-Tzu, Thales bikin.
Beşa 2.
Felsefe jênegerînek e. Tu meriv nikarin bê felsefe bijîn, lewra her meriv li gorî felsefeyekê dijî. Bes bi navê cuda felsefeya xwe pênase dikin. Bi awayê kin em bêjin; jiyana her kesekî li ser hîmê felsefeyekê ye û civak li gorî wê teşe digirin. Her civak li dora felsefeyekê kom bûye û her tiştên wan bi feraseta wê ye. Lê her kes felsefeyê nizane. Lewra felsefe, sazkirina raman û ferasetên nû û cuda ye, dema ku di serî de ji hêla fîlozofan ve tê gotin, li hemberî wê bertekên tund têne dayîn, lewra ew tiştên têne gotin, ji tişta heya hingê heyî cudatir e. Ji bona wê desthilatdar wê li hemberî berjewendiyên xwe dibînin, hem gel li wan tûj dikin hem bi zagonên xwe fîlizofan bêbandor dikin. Suhreverdî, Sokrates, Manî û hwd. ji hêla desthilatdariyê ve hatine qetilkirin. Felsefe, jênegerîneke mirovahiyê ye, Tu kesê bê felsefe nîn e, lewra her kes li gorî felsefeyekê dijî. Ji dema kevnare, heya roja me ya îro mirov xwedî raman in, ew raman li ser hîmê felsefeyekê saz dibin. Bes kesê bi felsefeyê dijîn çiqasî di haya wê de ne, ew ne diyar e, îca meriv wê yekê bi jiyana civakê dipîve. Jiyana civakê çi be felsefa wê ew e. Lewra meriv nîve nîv sinc e, tişta ku sincê diyar dike felsefe ye. Îca meriv çawa bijî welê difikire. Dema ku civak dikevine qeyranan, ramanên nû derdikevin pêş. Sazûmankarên van ramanan jî Fîlozofin (li gorî çandê nav tê guhartin. Li Rojhilata Navîn ji wan re gotine pêxember. Lewra tenê pêxember li vê erdnîgariyê hene), ew di serdemên xwe de bûne xetîreya ronî yê. Gelek bedel jî dane lê ji rastiya xwe nehatine xwarê. Ramana wan ji bona desthilatdaran xetere bû, ji ber wê desthilatdaran ligel reşbûna wan a di nava gel de, Sokratês, Suhraverdî, Xalaç û bi dehan filozof hatin qetilkirin.
Raman wekî çivîka ber bi firê ketî ye, ku dema wê hat tu kes nikare wê bisekinîne dê bi fire. Wekî me li jor gotî raman fêkiyê demên qeyranan e. Berî Z. di navbera sedsala 6 û 5 de ji bona ji qeyrana heyî re bibine bersiv li deverê cûda, lêbelê demên nêzî hev de fîlozof, ji Rojhilatanavîn, çîn, Hînd heya Rojava derketin û ramanên nû avêtin holê. Heya hingê Pêxemberan pirs ji xweda dikirin, van fîlozofan êdî pirs ji civak û desthilatdaran pirsîn.
Ji van fîlozofan yek jê Zerdeşt bû. (Bi navê din Pêxember Zerdeşt. Em nakevin nav jiyana wî, jiyana wî jî wekî ya her pêxemberî xwedî mucîzeyan e), Wekî me di beşa xwe ya dinde gotî, ramana Zerduştiyê li ser hîmê Mazdatiyê şêwe girtiye û bingeha felsefeya xwe ji wir digire. Di dema Zerdeşt de civakên Aryenî di nava qeyranekê de ne, pergala heyî têra hilweşandina vê qeyranê nake. Civak di nava tariyeke xedar de ne. Zerdeşt tenê ne li çimaya wê, dê çawa civakê ji vê tarîtiyê rizgar bike jî difikire û digehe hin encaman.
Li gorî felsefeya Zerdeşt, hêzên metafîzîk yên gerdûnî di nava şerekî de ne. Ev şer ji hêla erênî û neyînî ve bandorê li civakê dike. Ev hêzên metafîzîk, yek jê tarî yê, yek jî roniyê dinimîne(temsîl). Îca Axrîman tariyê, Axura Mazda roniyê dinimîne. Serdemên Axura Mazda, serdemên sincî, başî û ronahiyê ne, serdemên Axrîman nebaşî bê sincîtî û tarî ye. Ev şerê di navbera wan de, heya ronî serwer bibe dê bidome. Başî û nebaşî bingeha felsefeya wî ye. Lewra li gorî Zerdeşt meriv hem baş, hem nebaş hatine gerdûnê.
Zerdeşt di heman demê de ji hêla civaknasîyê ve jî yekemîn e. Têkiliya di navbera jin û mêr de, mirov û axê de, têkiliyên bi ajalan re û hwd. yek bi yek divê çawa bin di Awesta de nivîsandine. Pîroziya agir û rojê li ser hîmê jiyandayîna wan rewa kiriye. Ma bê agir û rojê jiyan gengaz e?
Formulasyona felsefeya Zerdeşt mirov wiha dikare bike: Li hemberî tariyê ronahî, li hemberî derewan, rastî. Li hemberî bêrêziyê rêzdarî û xwezaparêzî hîmên sincê ne. Wekheviya jin û mêran, nêzîkatiya çandiniyê jênegera wî ye. “Hûr bajo, kûrbajo, ga neêşîne“ gotina wî ye. Lê em niha kêm dibêjin. Rastî ev e; “hûr bajo, kûr bajo ga û axê neêşîne“. Lewra li gorî Zerdeşt, mirov çiqasî axê neêşîne, ew ê wilqasî zêde bide.
Osman Kapan