Em xwe li hemû deryayan diqelibînin, li hin peravan diqefin, li hinekan winda dibin. Peravên deryaya tarî ne, bêhna mirina sar ji wan tê! Hin caran ji cendekên me re dibin mazûvan hin caran jî nahewînin. Wê demê cendekên me jî bêserûşo dibin, mîna tariya welatê min, bi pêlin…
Di nava reşahiya heftbehranê de pêl li pêlan dixin
deryaya bêbini dinalî,
ez li peravekî xirûxalî
li cendekên bê seri digerim..
pêl hîn jî li pêlan dixistin…
Tarî li welatê me hem mirin e, hem jiyan. Ax vê paradoksa li tu deveran ne bûyî, ne bînayî! Em gelekî tofanî ne, her tofanê hinekî ji me mihandine. Em ji hemû tofanan filitîne, lê di cokên biçûk de mane asê! Di Keştiya Utnapiştî de rêwengî bûn, me nemirinî da wî, em li dorê zîvirin, bereket da herkesî, para me bû mêvantî, ev jî ji dilpakî û dilsojiya me bû.
Roj li rojan, sal li salan qulipîn, dem û dewranan xwe li hev pêçan, em bûne benê qayîm, lewma tu tofanê em jî bi cih nekirin. Bes li warê xwe tim bi xofin…
xweşikên welatê min
dilpak in, xemgîn
feleka bêbext,
bextewariyê didize.
şevereşên welatê min
bi xofin
Kujer xwînê dimijin.
Çûyîn bê vegerin lê zora ji zorê zortir, bêtifaqî ye me dikuje..!
Erê, şevereşên welatê min ji hêlekê ve mirin, ji hêlekê ve jiyan e.
Mirin xwînmijiya neyaran e. Jiyan; nûjîniya mirivahiyê ye. Li Serê her çiyayî, li quntara her gelî hevraz û nişîvan, li her dêşt û newalan, keç ji xortên vî welatî jiyanê direşînin li çolên beyar; bi xwêhdana enîyê dehlên nû tilmizî bi dilê xwe yî pak av didin. Her devera ku lê ne, jiyanê aşêf dikin, da gur bibe..
Ew şêr û şepal ango şergeleyên me, dergevanên wan çiyayên asê ne. Çiya bi wan, ew bi çiyan bedewin, pîroz in; çiya wan diparêzin, ew jî ciyan!
Evina wan diyalektîk e, ew bi hest û zaravayên hev dizanin. Evîneke bêemsal e. Ne tê pênasekirin, ne tê nivîsandin. Ancax çiya û dergevan dikarin vê pênase bikin. Lewma em bi zaravayê wan nizanin. Lê em li benda wê roja pîrozin ku bi zaravayê xwe yê şîrîn, ji me re bêjin evîna xwe. Lewma dema ku ew ketin rê wiha qêrîyan..
Me dile xwe,
me hestên xwe
me hêvî û bêrîkirinên xwe
xistin kefa mista xwe
û berê xwe da oxirê
pişta xwe da felekê.
Erdên beyar şuvên çandî
zevî û dehl
li duv xwe hiştin
û meşiyan bi warê birîndar ve…
Mê gulek ji baxê îrêm
di nava dilê dayîkan de çand
da ku heya em vegerin
bibe baxçê gulan, hêlîna evînê
lê me zanîbû
riya me cûyînek bêvegere
Me bukên serbixêlî,
zavayên yek rojî,
zarokên çêlî
bi şun xwe ve hiştin
û meşiyan ber bi rojê ve…
Hinek ji me winda bûn bê salox
bê serûşo çûn hinek bê tirb
di qul û qewêrên çiyan de man.
Hinek nenaskirî
bi nahurandina dayîkan,
bi zêmarên ser zimana,
bi tilîliya keçên xame
xwe spartin axa sar…
Tofan hîn jî didome û ji yên berê dijwartire. Derman tifaq e. Ne neyar, bêtifaqî me dikuje, bêtifaqî…
Ku hebe destura Hozanê nemir Aramê Tîgran emê helbesta wî wiha biqulipînin
Tifak li bêr mala ye
tifak dermane dila ye
kî nexweşe bela ye
tifak dermane kurda ye…
Osman Kapan