Du çîrok û Romanek-Yaşar Eroglu

Kurteromana nivîskar M. Şirin Bulğa a bi navê Girava Mirazan di Weşanên Ar de deketiye. Kurteroman ji 135 rûpelan pêk hatiye. Ez ê li ser kurteromana Girava Mirazan nirxandinekê bikim.
Nivîskar M. Şirin Bulğa di berhema xwe de bi çîrokên gelerî kurteromanek afirandiye. Honaksaziya berhemê li ser van du çîrokên gelerî ava bûye û du çîrok bi encameke hunerane gihandiye hev, veguhestiye terzê romansaziyê.
Ez ê di destpêkê de li ser kêmasiyên romanê rawestim. Serê pêşîn destpêka çîroka Şivan û Tamarê ji qalibê çîrokê tam derbasî qalibê romanê nebûye. Ji ya gelerî zêdetir tiştek lê zêde nekiriye. Divê bi vegotin û nitirandinê xwîner qanî bike ku ji bo jîvana Şivan û Tamarê çûn-hatina aliyên girav û bejahiyê rasteqîn bibe. Çîrok zêde mantiq naxwaze lê divê roman li ser mantiq ava bibe. Pirsên ji bo çûn-hatina li ser golê, agirvêxistina bi şev, hevdîtina pêşîn a her duyan, çawa di heman şevê de gelek tiştan pêk tîne, bi saetan rûdinê lê beriya berbangê dikare bê cem dûajo, astengî û zehmetiyên wê rasteqîn bibersivîne. Destpêk ji vê rasteqîniyê dûr e.
Nivîskar dibêje, “Heyva çardehşevî ji pişt Çîyayê Reş bilind bûbû û Stêrka Qurixê jî dabû pey wê.” (Rp. 66) Di vê debirînê de metafor û hêmayeke şaş heye. We tirê heyv û stêrk di riyekî de ketine pey hev û hev dişopînin. Mebesta nivîskar sayeşandina esman, şev û xweşikkirina dîmenê wê şevê ye lê sayeşandin li gorî mebestê pêk nehatiye.
Dibêje, “Dotmîra Axtermanê! Xizmetkarê te amade ye, heke destûra te hebe ez ê bêm ba te.”(rp. 69) Ev hevoksazî ne zimanê şivanekî ye. Bela sayeşandinê xîtaba şivan pirole kiriye.
Di heman rûpelê de dibêje, “Elî ji bo cilên şarwerî li xwe bike berê xwe da malê.” (Rp. 72) hinekî şûnde dibêje, “ Cilên xwe yên leşkerî ji xwe kirin û cilên şarwerî li xwe kirin.” (rp. 73) Di van her du hevokan de lihevneknekirin heye. Li gorî hevoka pêşîn divê cilên şarwerî li ser Elî bûna lê gava ku vedigere malê cilên leşkerî lê ne, wan derdixe yên şarwerî li xwe dike. Ji aliyê mantiq ve jî hevok şaş hatine saz kirin.
Bala xwe bidin vê hevokê, “Dît ku ew kes li ser ferşekî rawestiya, ji bin hewranê xwe fanosek deranî …” (rp. 80) Li vir pirsgirêk ev e; fanos tê xuyan temam lê hewran (pelerîn) çawa di tariya reş de, ji wî aliyê golê hat dîtin? Gelo ew pêkan e yan na? Nivîskar bala xwe nedaye ser vê detayê jî.
Di rp. 29an de hevokek heye ku ji aliyê rêziman ve şaş hatiye bikaranîn. “Dûajo tasa şîr hilanî û bi lez û bez çû mîyekî şîr doşa û hat, …”. Lêkera dotin gava di dema boriya têdeyî de tê bikaranîn pêveber li gorî kesê sêyemîn ne weke ‘doşa’, weke ‘dot’ tê kişandin. Ango rastiya wê ev e: “Dûajo tasa şîr hilanî û bi lez û bez çû ji mîyekî şîr dot û hat.”
Elî û Meryem ji ber walî direvin, bi paytonê diçin xwe dispêrin Osman Paşa. Nivîskar dibêje, “Hesp bi çargavî diçûn.” (rp. 94) Dîsa li vir ji aliyê wateyê ve şaşiyeke hevoksaziyê heye. Hespên paytonê nikarin bi awayekî çargavî bibezin. Eger bi awayekî çargavî bibezin payton dikare rastî qeza yan belayekê bibe. Yek jî du hesp bi pergalekê bi hev re girêdayî ne, nikarin bi rihetî bibezin.
Du name hene ku Osman Paşa, Metran Îsa û walî bi hev re bi rê dikin. Xîtab û naveroka nameyan dişibe uslûba roja îro. Divê zêdetir li ser uslûba serdema çîrok qewimîne bihata rawestin. Gelo xîtaba wê demê weke “Birêz Metran, birêz Walî, birêz Qolaxasî bû. Ez ne bawer im. Her wiha naverok jî wisa.
Ji aliyê rastnivîs û rêzimanê ve gelek şaşî hene. Zimanê kurteromanê di destpêkê de hişk, ne herikbar û hinekî jî rijî ye. Lê belê kingê ku vegotin li dirûvê romanê rûdinê ziman hingê sivik, herikbar û bi çêj dibe.
Heta niha min aliyên bikêmasî nirxandin. Niha derbasî aliyê erênî dibim. Kêmasiyên min destnîşan kirin bê guman aîdî berhemê ne. Li gel vê birêz Mehmet Şîrîn Balğa tiştekî nû ceribandiye, ji nû ve ruhek daye du çîrokên gelerî û romançeyek pêk aniye. Ji ber ku mijar û rûpel kêm û kurt in dibêjim romançe; yanî romana kurt, hinek jî ji wê re dibêjin novel. Serfkeftina nivîskar di vir de ye.
Birêz Balğa ji du çîrokan encameke nû derxistiye. Meriv heta dawiyê sebir bike, tê digihîje ku nivîskar çi fikiriye, ji vê fikrê çi hasil kiriye. Mebesteke wî heye girava ku bi bêmiraziyê navdar e, bi riya romana xwe vê yekê veguherîne mirazdêriyê û bike girava hêviyê. Ji bilî hin rexneyên min lê kirine berhem di çarçoveya serdema çîrokan de girtiye, sadiq maye û li gorî wê honaye, destê xwe nedaye rastiya çîrokan lê ji xwe hin tişt lê zêde kirine.
Di serî de gelek nakokî di serê min de çêbûn. Gelo ev çîrokan heta dawiyê weke xwe çîrok bimana, gelo çima ev her du çîrok, her yek bi serê xwe daye, gelo ku derê vê wê bibe roman. Pareke mezin serkftina romanekê ew e ku di serê xwîner de pirsan peyda bike, yanî bikişîne nav xwe û bê bersiv nehêle. Nivîskar di serê min de gelek pirs afirandin, bê bersiv nehiştin û yek bi yek bersivên wan dan.
Ez difikirîm ku ku dera vê romanê Girava Mirazan e. Lê birêz Balğa peyam û mebesta xwe ji dawiyê re hiştiye, bi awayekî hostane peyama her du çîrokan gihandiye hev. Ji Girava Bêmirazan Girava Mirazan derxistiye. Ji ber wê jî kêmasiyên berhemê xwe didin aliyekî, ruhê berhemê, afirînerî û hunera wê derdikeve pêş.
Bi rastî wêje û roman çi ye? Ji nû ve afirandina rastiya civakî ye. Rast e di van çîrokan de rastiyeke civakî nîn e. Jixwe ev çîrok in. Lê belê rastiyeke çanda civakî heye, nivîskar ew çand ji nû ve şîrovekiriye, ji fikir, raman û ruhê xwe tiştek lê zêde kiriye, honaye û berhema xwe afirandiye, ew jî hunera wî ye.
Ez tu car bêyî kêmasiyan berhema birêz Balğa nagirim dest, bi kêmasî û erêniyên berhemê dinirxînim. Bi giştî dibêjim berhem ji aliyê teşe-dirûv ve (ziman û hevoksazî) kêm e lê belê ji aliyê wêje û afirêneriyê ve serkeftî ye.
Nirxandina min a li ser Girava Mirazan a Mehmet Şîrîn Balğa ev e. Bila dest, tilî û hişbiriya wî ter û geş be. Berhemeke baş afirandiye. Bila riya wî vekirî be.

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *