Di kana jiyanê de ez gihîştin dengê Kurdî – Leylana Sidiq

Nêzîkê bîst salan e ku ez li rûyê dinê bi dû zimanê xwe ketime. Digerim carina dinalim carna jî dikenim. Gellek caran jî bêhna min diçikê ew ê demê li nav kezeba min êş peyda dibe û dilê min ditengije mejî li min ditevize. Ew ê demê êşek li nav her du qolincên min peyda dibe. Bi qasê deqeyek an jî çilkek hestên min jî bi xwe re vedimirîne. Dema ez li xwe dinêrim bi tena sere xwe çavên min ne mirî ne. Ez dixwazim bibezim û birevim, ez li kezeba xwe dinêrim. Ew ê demê ji derdê mirovan ez dihelim li ser axekî ziwa. Di bin lingên kesan de ez dieciqim. Ez di navbera du lêvan de dimeşim bi barê gotinên xweş û nexweş re. Bi gotinên xweş naxapim ji yên nexweş jî narevim. Lêvên min ên ku ji terkan û ji agirekî gurr diqelişin wekî tovilên derewîn ên jîyanê dîsa jî paxava xwe bi zimanekî erngîn û derewîn nake.

Çilkek be jî bi peyvên wan ên şil xwe miz nade û li guleke sor dinêre. Li xeyalên û hêvîyên gulan dipirse.

Û gulek dibersivîne.

Ez bi xwe xeyalên keç û xortan im. Dema digihîjim nav destên wan bi jîyanekî mirî wateya hezkirinê didime wan. Ji xeyal û hêvîyên wan re dibim behreke bê pêlik, bi çavên wan ên kûr ku bi saetan bendewarê yêkê/î ne li min dinêre. Dema min ji pel û gulîyên min diqurmiçînin dilopek hêsir ji çavên min tê xwarê û li ser laşê min digere. Birînên bi êş û bêderman vedike li ser laşê min. Ez dixwazim bi xençera ji agir sorbûyî vê birînê bikewînim û xwînê bidim sekinandin. Ne carek an jî du car bi hezaran car wê xencerê di birînên laşê xwe de didim. Li dû dîsa wê xençerê davêm nava agir. Ev car bêhtir sor dibe diçirise. Ji navê xwe nêzîkê êş û birînên min tîne careke din xwe davê ser xwîna birînên min har dibe wel dibe wel wel dibe. Stîrîyên wekî şûr serê xwe bilind dikin û li min dilefin.

Û ez bi renge gulê vedibêjim…

Ez zanim aniha hûnê bêjin tu nexweş î yan serxweş î lê birastî ez ne nexweş im ne jî serxweş im. Jixwe tiştên min nexweş û serrxweş bike jî ez tu caran nedibûm êsîrê wan. Tenê ez di nav tunebûnê de tenê mabûm. Min dikir ne dikir ez nikaribûm xwe ji dîlîya tunebûnê xilas bikim.

Ew ê demê min dinivîsand ji dengê kurdî û pirtûkên kurdî çiqas mihîr û bêpar bûm. Min dengê xwe jî difetisand. Ez bê deng û bêhîs dibûm. Jixwe wate û zimanê evînê ev bi xwe nebû. Ango bêdengî bû. Evîna dilê min jî neçar mabû. Ez li dû zimanê xwe evîndarekî neçar bûn.

Dilê mîn dîn bûbû bi çolan ketibû wek agirekî har li kolanan bû. Dema destê xwe vedikir jî ew ê deme parsekiya zimanê xwe dikir. Ew ê demê ji jêr dihat gotin; “gunekooo!”. Bi peyva “gunekooo!” digotin, di rastiya xwe da “gunekooo!” ew bûn. Lê min xwe li nav zinaran vedişart. Êdî min fam kiribû ku xêra mirov negihîje yeke, ew yek bi rehetî xêr li mirov nake ku wisa nebûya ew ê çawa bîst sal derbas bibûya.

Bîst sal ne meh ne roj ne jî şev, bîst sal ne saet û deqe lê ez hê jî şaş im ev pirsgirêka min çawa di çilkek de çareser bûbû li dû bîst salan.

Bi dîtin û nasîna hevala Roza roj bi roj gavên ku min davêtin hêsa dibûn. Heta ku ez bi komên wêjeyê karên zimanê kurdî hesîyam û li dû jî tevlî komên xabatan bûm. Ew ê demê ji bo min çirayek ji bo wêjeya kurdî hat pêxistin. Ez hêvî dikim ku ev çiraya ji bo wêjeya kurdî ji bo min hatibû pêxistin jîyana wan hevalan jî her tim bi wê çirayê ronî bibe.

Van bernameyan ji alîyê rêvebertîya Entîtuya Kurdî Li Stockholmê û Komeleya Wêjekarên Kurd û Med-Derê hatiye amade kirin.

Ji van bernameyan yek jê bi navê Koma Nirxandina Wêjeyê bû. Kengî biryar dabûn an jî çi qas wext derbas bûbû ez nizanim lê bi qasî ku ez dizanim serê salê di navbera xwe de dozdeh pirtûk hilbijartibûn û mehê pirtûkek dixwendin. Di dawîya mehê de jî nirxandina pirtûka ku wê mehê xwendibûn dikirin. Bi tevlîbûna komê re min dixwest peyamên ku ji alîyê komê ve bi kurdî dihatin parvekirin bixwînim lê mixabin telefona ku her tiştê wê li gorî tirkî hatibû saz kirin bi kurdî nedixwend. Ji ber ku deng û tîpên kurdî lê nehatibû barkirin nikaribû kurdî bixwîne. Wan tîp û dengên ku telefonê nikaribû bixwenda jî li dû guhdarkirina çend caran kêm zêde min fêm dikirin ku çi hatiye nivîsîn lê ew jî têra min nedikir. Ji ber wê jî min xwest peyamên kurdî ji alîyê kesekî dildar ve bi dengî bên xwendin. Min vê xwesteka xwe bi peyamekî dengî di hesabê koma whatsappê de parve kir û ez yeqîn dikim kesên ku peyama min guhdarî kiribûn nizanibûn ez çima vê tiştê dixwezim. Ji xwe kesê ku wê nivîsê bi dengî xwend û ji min re şand jî nizanibû ku çavên min nabînin. Dema min peyama bi dengî guhdarî kir ew peyama nivîskî ji bo min bûbû wek helbesteke bêhempa.

Ez bi rêya whatsappê bi wî kesî re ketim têkilîyê û ji wê roje ve ye ku peyamên komê bi awayekî bi dengî dixwîne û bi awayekî taybet ji min re dişine. Ew birayê hêja û delal jî Evdirehmanê Gabarî ye. Ji dilê min ê neçar re bû war û dengê zimanê min gul vekirin di jîyana min de bi heft rengan. Bi dengê xwe yê xurt û zelal bû wekî çîyayekî bilind ku min bi bawerîyeke mezin pişta xwe spartîye wî çîyayê. Hesretên min ên ku bi pêşeroja min ve honandî û daleqandî mabûn wan yeko yeko ji bo paşeroja min kir xeyal û hêvîyeke nû.

Ji dengê wî dîyar bû ku çiqas evîndarê zimanê xwe ye. Jixwe ji hezkirineke ji dil û pak û paqij nebûya dê çawa bi dengê xwe reng bidaya ew qas peyaman û ji min re bişanda. Peyamên ku dixwendin te yê bigota qey peyv û hevok bi dengê wî re zindî dibin.

Her roj ez bi tîrêjên rojê re şîyar dibûm. Wekî her roj min hewl da xwe û ez rabûm. Dema min her sibeh kulmek av li rûyê xwe dikir ew av ne wekî ava kanîyê wek kulmek bêhn ji xwezayê ji çemên wî dîyarî ji min re bibe hêvî. Hêvîyên dilê min jî ji wê rojê re ew qas zelal dibû. Bi wî awayî min xwe ji bo roja xwe ya nû re amade dikir.

Bi gelemperî min rojê du caran telefona xwe digirt destê xwe. Wexta ku ez ji xew şîyar bibim û heta wexta raketinê. Ji bo ku wexta min zêde nexwe min di nava rojê de telefonê ji xwe dûr dixist. Wê sibehê jî dema min li telefonê nihêrt hejmareke ku li gel min ne qeydkirî û nenas telefonî min kiribû. Dema min li peyamên whatsappê nihêrt ji heman hejmarê peyameke bi kurdî hatibû. Kesên ku bi rewşa min zanibûn ji min re peyamên bi dengî dişandin lê ev peyam nivîskî bû. Bi qasî ku telefona min xwend min çend caran li ser hev guhdarî kir min fêm kir ku bi şaşitî telefona min kiriye û bipeyamê jî lêborîna xwe dixwaze;

“Bibexşîne xwişka min, min bi şaşitî telefona te kir.”

Dû re peyamekî bi dengî şandibû ku dema min guhdarî kiribû ji kêfan baskên min hebûya ez ê bifirîyama. Ez bûbûm wekî zarokeke ku dema di sibeha cejnê de şîyar dibe cil û solên nû li ber serê wê ye. Çi mirovekî dilnizm û ji alîyê parvekirinê de xwedîyê dilekî zengîn bû. Di Koma Nirxandina Wêjeyê de min ew nas kiribû. Ji bo daxwaza min a xwendina peyaman a bi dengî tenê wî bersiv dabû. Li dû wê helbestê jî romaneke bi dengî şand ji min re û çend nivîsên din.

Dema wî fêm kir ku çavên min nabînîn bêhtir ber bi min hat û spasîya min kir. Ew xwe ku heta niha mirovên ku bizanibe dê xêra min ji wan re bi rehetî tüne be xwe ji min dûr dixist, tu kesî jî pêdivîyeke min nepirsîbû zêdeyê xwestina pêdivîyên xwe. Di dewsa spasîyeke biçûk yên min de peyamekî bi deng şand;

“Ez spasdarê te me xwişka ezîz, roja te bi xêr û xweşî be. Ger tu bixwazî nivîs, helbest, çîrok çi ji min re bibêjî an jî bişînî ez ê ji xişka xwe re bixwînim û bişînim, ser seran û ser çavên min.

Li dû jî dema dixwendin û dişandin digot;

“Ez hêvîdar im ku bi kêfa te be!”

Ji wê rojê pê de wî li xwe xwişkekî zêde kiribû min jî li xwe kekêkî zêde kiribû. Êdî min bi navê “Kek Evdirehman!” xîtabê wî dikir. Roja ku min destûrê jê xwest û min telefona wî kir. Wê demê ji min re behsa Koma Nirxandina Wêjeyê kir. Lê ji ber ku endamên wê komê, her kes romanên ku wan ew ê bixwendana, bi sere xwe dixwendin, ez ê nikaribûma tevlî wan bibûma. Ji ber ku min ê nikaribûya bixwenda, di sere wî da nezelalî hebû. Ji ber wê jî telefonekî da min û got;

“Telefona wî kesî bike û pirsên ku di hişê te de ne ew ê bibersivîne.”

Ew kes birêz nivîskar û helbestkar Azad Zal bû. Lê min bi xwe nizanibû nivîskar an jî helbestkar e. Wekî rêvebirê wê komê min telefonê wî kiribû. Min bi kurtasî behsa xwe kir. Wî jî bi bêhneke fireh guhdarîya min kiribû. Li dû çend çilkên bêdengîyê wî gote;

“Hevala delal dibe ku tu şaş fam bikî, lê em mehê carekî li hev dicivin. Pirtûka ku me ji bo wê mehê hilbijartîye em di nava wê mehê de wê dixwînin û di dawiya mehê de nirxandina xwe dikin. Her yek bi serê xwe dixwîne lê ev nayê wê wateyê ku em ê bi deng jî qet nexwînin. Ez ê bi hevalan re bipeyîvim û li te vegerim.”

Ew ê mizgînîyek bidana min ez bi dengê wî yê hêvîdar bawer bûm. Heta bi biryara pozîtîf li min vegerîya min di navbera çar saetî de ji çar demsalan sebîr xwest bi destekî vekirî û bi dilekî kelecanî. Ez di xwe de şaş mabûm ji ber ku li derdora min kesekî pir bi sebir dinasîyan û wisa jî pesnê min dida. Bi rastî ez jî di vê mijarê de nikarim dilnizmî bikim, ji ber ku min ji xwe wisa dinasîyan.

Jixwe min behsa kekê Evdirehman kiribû dema nivîsên kurdî bi deng ji min re dişîyand wekî zarokekî kêfa min dihat. Wê demê ew bêsebrîya zaroktîya min li min vegerîyabû. Ken û kelecanîya zaroktîya min bû ew ê ku min xistibû hembêza çar demsalan. Min xwe bi xwe di heşê xwe û dilê xwe de name dinivîsand ji bo li hev rasthatina wan û zû li min vegerîna wan.

Min barana payîzê ji bilûra destê xwe re kiribû merkep û ez bi gulên bihîvê yên spî û pembe şa dibûm. Min nameyek li ser pelên wan gulan dinivîsand. Ji bo nameya din jî min bêhna kulîlkên biharê ji baskên kevokê re dikir mirekkep û bi hestên azadîxwaz li ser pêlên behrê dinivîsand. Havînan her tim ez bi hestên azadîxwaz di nav çem û behran de min avjenîyê dikir. Wateya biharê ji bona min jîyan bixwe bû lê yên havînê jî azadî bû. Demsala payîzê xilasbûn bû ji bûna min dema ez di nav pelên daran ên weşandî de dimeşîyam ew kirpekirpa pelan û li dû jî dilopên baranê ku bi ser axê de dibariyan, ji min re dibûn pênûs û nameyên rizgarbûnê dinivîsandin. Ji her alî ve ez li ser payîzê binivîsim ew ê hestên min bi dawî nebin, ji ber ku demsala herî zêde ku ez jê hez dikim payîz e. Dibe ku hin kes di vê demsalê de xemxwar û hestîyar bin lê ez bi çilkên baranê re rizgarbûna xwe pîroz dikim. Cihên herî xweş ku ji bîra min naçin rêya bajaroka Agvayê ku mirov dimeşe li dû jî wargehên herî xweş hene. Li wir mirov bi tîn û germiya şomîneyê re di xew re diçe û pê re xewnên ji bona jîyaneke nû dibîne. Li dû jî ku derfetê min hebûna min ê di rêya çemê Sarûmê de heta Gelîyê Godernê bêhn jî nedana û min ê meşa xwe li ber Çemê Dîcleyê bi dawî bikirana.

Her çi qas dar û berên me hatine birandin û şewitandin jî ez zanim ku bi rizgarbûnê re ew ê roj bê li ser koka xwe şîn bibin û wekî dilê me bi reng û deng bibin.

Dema porê min bi kulîyên berfê dixemilîn min berfê ji zilfên porê xwe re dikir mirekep û dinivîsand. Berfa ku li ser ax û taxan spî dikir ew ê demê mirov fam dikir ku hêvîyên mirovên dinê tev neqedîyane bi rengek nebe jî bi dengekî xwe digihîjand asîmanan. Demsala ku wateya kêfê bû ji bo min zivistan bû. Şer û aştîyê di nava xwe de dihewand. Bi topên berfê mirovan li hev dixist û li dû jî hev hembêz dikirin. Xwezî şerên dinê jî tev ew qas kin bidomîyana. Bi topeke berfê dest pê bikirana û bi hembêzê bi dawî bibûya. Ew ê şerên dinê kengî dawî bibin ez pê nizanim lê ev neçarîya dengê kurdî bi dengê telefona min re bi dawî bû. Yê ku digerîya Azad Zal bû. Bi rêveberîya Koma Nirxandina Wêjeyê re peyîvîye û bi hev re biryar dane ku êdî dê hefteyekê carek çend kes werin cem hev û pirtûka wê mehê bi awayê dengî bixwînin.

Di civîna yekemîn de me bi hev re biryar girt ji ber ku hefteyê du car min derman dixwarin û ez bi wan dermanan hinek gêj dibûm. Ji ber wê yekê jî ez carekî din jî spasdarê wan im. Ji xeynê rojên duşem û pênşeman me roj dîyar kirin. Kesên ku her tim bi dildarî bixwînin hatin hilbijartin. Kê bixwesta karibû bixwenda lê yên ku dê her tim bixwendana dîyar bûn.

Gulistana dilê min bû Gulistan Kanîreş. Dilê min bû ew bi xwe, ez jî bûbûm sîyek li dû dengê wê. Bi dengê wê yê herikbar re çivîkên baskşkestî jî bi kelecanî li dû wî dengê herikbar û guherbar diketin. Wan çivîkan gul û beybûnên li dora çeman dicivandin û danîyan dikirin nav destên min, min jî bi destên xwe pelên gul û beybûnan yeko yeko jê dikir. Bi ketina wan pelên gul û beybûnan re qehrên dilên min jî ji hinava min derdiketin û dimeşîyan. Ne çavên wan ne jî zimanê wan hebû.

Çi yê zimanên din ji zimanên dayîkan ên dinê ku li ber wendabûnê bûn zêde bûn? Ez dipirsim çi yê wan çêtir e an jî xweşiktir e? Qey bi wan zimanan tiştên herî xweş û baş nayê vegotin û nayê nivîsandin û xwendin. Ez dikim ku xwe bikujim ji derdê van famnekiran.

Dema çok û qamên min nehatana ber min min hêvîyeke nûh didane ber dilê xwe.

Di çanda me de ne “harakîrî” hebû ne jî em li dû peyva “Qeweta Ebas ewqas” ketibûn. Her tim dil mina şaxeke darê zîl dida li ser axa kevnar.  Li ser wê axa kevnar gulên nemir vedibûn, daran kulîlkên rengîn vedidan. Dilê min bûbû warê gulên nû û warên hêvîyên dûr. Lê bihara dilê min her tim ne ew bihar bû, ji ber wê jî ez ê dîsa rojên berê bêhn bikim.

Dengê birayê Azad Zal weke xunaveke li ser berfeke nerm û di bablîsoka mijeke germ de bû. Bi dengê bilûrekî efsûnî re bêriyên qermiçandî bi bayê bêziman re dibezand. Bi zanîna ax û taxan ronahî li xwe dilefand. Şevên sayî bi tacên çirisandî dixemiland. Eniyên li ser rûyê dine ê qeşagirtî ji tîna dengê wî şerm dikir. Rûyê xwe dizivirand. Ji nava zinaran pêlekên berfê bi ava heft rengan re bi rê dikir. Ber bi çiyayê bilind ve dikişiyan. Silavên ji hev û du veqetiyayî di rêzê de gulên şîlan û nêrgizan kom dikir.

Mirov carinan ji xweşikbûna bîranîneke dike ku xwe bi xwe an jî ji ber evîneke şev û roj bikeve tayekî nemir. Ew bîranînên birayî Elî Karadoxan ji birçîbûna zimanê dayîka pêk dihat. Ji ber wê jî roj bi roj xwendina kurdî pêş ve dibir. Bi zelalîya dengê wî qeyd û zincîrên dilê mirov azad dibûn.

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *