“Hercî bire şûrî destê hîmmet
Zebtkir ji xwe re bi mêrî dewlet
Bê ceng û cidal û bê tehewwir
Qet vê şixulê mekin tesewwir”
Ehmedê Xanî
Seydayê Xanî dibêje, her miletên dest avêtine şûrê hîmetê ji xwe re avakirin dewlet. Kurdan jî gelek caran dest avêtine şûrê hîmetê û xwestin ji xwe re ava bikin dewletê. Lê ji ber bi hev re dest ne birin şûr û bi hev re ne tifaq bûn bi serneketin.
Min li nivîsa berî vê got, ji sedsala heftan heta hezar û pêncsedan ne dînemêrekî mîna Îvanê Rus ji nav Kurdan derdikeve ji bona bi zora şûr yekîtiya mîr û serkêşan çê bike, ne jî zaneyekî mîna Diyako yê Med derdikeve da karibe wan bike hevkarên hev.
Pêşengên civaka Kurd wer dizanîn, heta hetayê hikumdariya xwe ya parçe parçe dê bikaribin berdewam bikin. Lê li salên hezar û pênc sedî, du dewletên xwedî hêzên mezin li rojava dewleta Osmanî û li rojhilat dewleta Sefawî bûn hevsinorên wan. Ev herdu dewlet jî ji bona hikumdariya xwe berfirehtir bikin, li qezanckirina pêşengên civaka kurd geriyan. Hin bi riya ol û rêolan (dîn û mezheban) kişandine aliyê xwe. Hin bi zêran kirîn û kirin hevkarên xwe. Hin jî li pey hesabên siyasî yên biçûk çûn. Li dawiyê weke tê zanîn hemiyan bi hev re winda kir. Mîna siyaseta îro ya reveberên dewleta Tirk û dewleta Îranê li ser hêzên Kurdan dimeşînin. Siyaseta wê serdemê û ya îro gelekî dişibine hevdu. Herdu dewletên dagîrker jî dixwazin hêz û partiyên Kurdan bikin hevkarên xwe. Dizanin kî Kurdan bikişînê aliyê xwe, ew ê di herêmê de bibe dewleta herî bihêz.
Li dema berê quretî û pozbilindiya mîran nedihişt, di bin serokatiya mîrêkî de werin ba hevdu. Mîrên xwediyê hêza herî biçûk, bi ti awayî qebul nedikirin serî li ber mîrekî Kurdistanê yê xwediyê hêza herî mezin biçemînin. Hemiyan bi enîya bavên xwe sond dixwarin, xwe gelekî mezin û xwedî hêz dizanîn. Heke wê serdemê mîr hatibana ba hevdu dikarîn, nehêlin dewlata Osmanî nêzîkî wan bibe. Bi hêzên xwe yên leşkerî dikarîn dewlata Sewafî têk bibin. Hêza leşkerî ya hin mîrekiyên weke mîrê Baban, mîrê Heskîfê, mîrê Bedlîsê, mîrê Botan û wekî din bi zîrekî û jêhatîbûna şervanên xwe, nekêmî ya leşkerên ti dewleta bûn. Mîna îro xwediyên hêzên mezin bûn. Lê ji ber nedixwestin serî li ber hevdu deynin û serweriya hevdu qebul bikin, yeko yeko têkçûn. Îro jî partî û hêzên Kurdan xwedî hêzên xurt in. Lê ji berdêla li hevkariya hevdu bigerin, li têkiliyên bi dewletên derve re digerin. Mîrên kurdan jî wê serdemê li têkiliyên bi Osmanî û Sewafî re geriyan. Ji berdêla li welatê xwe otorîteyek navendî ava bikin û nehêlin ti dewlet bikevine welatê wan. Hinan bi Osmaniyan re û hinan bi Sewafiyan re têkliyên xwe çê kirin. Mezinatiya hev qebul nedikirin, lê di bin fermana Osmanî û Sewafiyan de xwîna Kurdan didane rijandin. Bi peymanên bi wan dewletan re çê dikirin, welatê xwe dispartine wan. Li ser navê wan hikumdaran ji bona dagîrkirina welatên din şer dikirin.
Ji ber rûmet nedane hevdu, siyaneta hevdu negirtin, hevdu qebûl nekirin, ji hevdu hez nekirin, talankar û dagîrker li ser serê xwe kirin şah û padîşah. Li aliyekî xwe li hember bindestî û kolederiyê nîşan didan û li aliyê din bi împaratorên welatê wan weke erda xwe didîtin re hevkarî dikirin. Bawer dikim, wî wextî ti mîran hemû Kurdistan welatê xwe nedidîtin. Kurdistana wan herêma di bin hikumdariya mîrekiya wan de bû. Ji bona herêma xwe, dikarîn bi wan dewletan re li dijî hemû mîrên din şer bikin.
Gelo serok û pêşengên Kurdan îro jî hemû Kurdistan welatê xwe dibînin? Ez bi xwe bawer nakim, bibînin. Welatê wan devera partî û hêza wan lê hukum dikê ye. Tahl bê jî divê ez vê bêjim. Hin hêzên Kurdan îro jî ji bona hêza xwe winda nekin, dikarin bi dewletên dagîrker re li hemberê partî û hêzên din yên Kurdan şer bikin.
Li dema mîrekiyan, siyaseta hevdu neqabulkirinê, kir welat bi hemû dewlemendiya wî re bispêrin hêzên derve. Hev nepejrandinê wisa kir, azadî û serxwebûna xwe winda bikin. Ji berdêla destên xwe bikin nav destê hevdu û bibin xwedî hêz li welatê xwe, çûne xeftanên şah û patîşahan maçkirin. Ji ber wê siyaseta şaş Kurdistan bi peymana Qesra Şêrîn bû du beş.
Bi qasî rola hêzên derve (Osmanî û Sewafî) rola rêveberên olî û siyasî di parçebûna welatê wan de heye. Bi wê siyaseta şaş her çû hêza wan mîran kêm bû û ya dewletên pişta xwe dabûn wan zêde bû. Heta gehiştine hezar û heştsedî bi dehan mîrekî têkçûn û bi dehan ji hêzê ketin. Ew lawazî û têkçûn didîtin jî, dîsa yekîtiya xwe çê ne dikirin. Yeko yeko serî li ber dewletên Osmanî û Sewafî hildidan da careke din bigehine hêza berê. Lê ew serhildan hemû bi şikestinên trajîtî têkdiçûn. Mîr û serokên serî hildidan dihatine sirgûnkirin. Ew serok û serkêşên li welatê xwe qure û pozbilind, bi maçkirina heftanên neyarê xwe ji wan lêbûrîn dixwestin. Yên diketine ber lêbûrîn, vê carê dibûn paşa û xanên padîşah û şahên li dijî wan şer kiribûn. Li herêmên din yên di bin destê wan dewletan de, li dijî gelên dixwestin ji bin zilma wan rizgar bibin re şer dikirin.
Ji ber destên hevdu negirtin, nezanîn hêza xwe bikin yek, welatê xwe îdare bikin û dev ji hesabên biçûk ber nedan, bi nêrîneke fireh li dinyayê û bûyeran nenêrîn, xwe negehandine armanca mezin.
îro jî heta serok û rêzan dev ji wê nexweşiyê ber nedin, Kurd dê her di bin destên biyaniyan de jana bindestiyê bikişînin.
Pêşeng divê zanibin bi siyaseta xwe spartina hêzên derve, nagehine ti azadî û serxwebûnan. Bi baweriya dê dagîrkerên welatê wan dê bibin dostên wan, ti serkeftinên mezin bi dest naxin…
26.05.2023
Kamran Simo Hedilî