Kamran Simo Hedilî – Ji romana pêjna baranê

Ji romana pêjna baranê ´´Rojeke ji rojên bûka salê dawiya meha nîsane bû. Mirov li ber bêhna gul û giyayên cur bi cur yên biharê mest dibû. Ji herderê dengên awazên çûk û tilûran dihate guhên mirov. Tîrêjên tavê yên dawiya rojê ji paş çiyayên Çiravê û Herekolê dirêjî asîman dibûn. Bi windabûna tîrêjên rojê yên dawî re me xwe amadekir. Çawa şevê rengê xwe diyar kir û rengê xwe berda ser newal û dolan, em meşîn. Ne min û ne jî hevalên min nedizanî bê ev meş dê çi li bîranînên jiyana me zêde bike. Me jiyan weke meşeke Hemûyê bibînê…