Jîn Aryen – ADÎLE XANIM (1859 – 1924) BEŞA -2-

ADÎLE XANIM (1859 – 1924) BEŞA -2- JÎN ARYEN Li Rojhilata Navîn Jineke Pêşeng Adîle Xanim, li malbateke mezin a Erdelanê gihîştibû. Wê, bandor û jixwebaweriya çanda malmeziniyê ya ku tê de jiyayî û hêza xwe ya li ser eşîrê kiribû yek. Ew li gel jîrîtî û xebatkariya xwe, bi rêveberiya xwe ya rêzkar û pêşbîn, li ber dilê hemû kesan xwedî qedr û qîmetekî bilind bû. Çanda mêrtiya serdest û kevneşopiyên eşîrî li Helebceyê gelek xurt bû. Adîle Xanimê, li gel vê rastiya herêmê wek jin û pêşengekê, ew der 15 salan bi awayekî serkeftî bi rê ve biribû. Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – HEVKARIYA HELBEST Û FELSEFE

HEVKARIYA HELBEST Û FELSEFE Ez ê bi pirsa, helbest û felsefe çi ne, dest bi mijara têkiliya di navbera wan de bikim. Lê heta roja me, pênaseyek neyê guhertin ji bona herduyan jî nehatiye kirin. Hemû felsefehez û helbesthezan pênaseyên cuda kirine. Her yekî/ an yekê li gor nêrînên xwe pênasîn kirine. Bê çawa feylezofan felsefeyên xwe li ser babetên cuda sazkirine, pênaseyên cuda jî hatine kirin. Her wisa gelek pênaseyên helbestê yên cuda jî hene û hê jî têne kirin. Ji ber vê yekê ye ne pênaseyeke felsefhez hemû li ser wê li hev bikin heye û ne jî Hemûyê bibînê…

Mihemed Kurdî – *Gelo Çima Qêrînên Kurdan Nakevin Rojeva Cihanê* 

*Gelo Çima Qêrînên Kurdan Nakevin Rojeva Cihanê – Mihemed Kurdî* Di kêliya ku despêkir de, şerê di navbera Îsarîl û Filistîn de yekser kete rojeva çapemeniya cihanê. Li gelek welatên cihanê nûçeyên sereke li ser vî şerîne. Di derbarê vî şerî de her welat  li gorî xwe helwestên xwe diyar dikin. Hindek dewletên wek Emerîka piştevaniya xwe bo Îsraîl radigihînin û ji ber êrîşên bo ser sivîlan jî Hamasê bi tundî şermezar dikin. Hindek dewletên wek tirkiye ku ji xwe re dibêjin em bisilmanin jî piştevaniya Filistîniyan dikin û ji ber êrîşên Îsraîlê yên bo ser filistiyan jî nerazîbûna xwe Hemûyê bibînê…

“Rengdêrên Namdariyé” û Pirsên Bi Xwe Re Tîne-Yaşar Eroglû

                     Mihemed Kurdî nivîskarekî ciwan e û li ser ziman û cur bi cur mijaran nivîsan dinivîse. Nivîsên wî di malpera Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê de derdikevin, ez bi kêfxweşî nivîsên wî dixwînim. Bi rastî di nivîsên wî de mijarên xwîner jê sûd wergirin gelek in, ez bawer dikim ku xwînerên malpera Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê jî weke min bi kêfxweşî dixwînin. Herî dawî nivîseke wî ya bi navê, “Şaş Bikaranîna Rengdêrên Namdariyê” di malpera Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê de derket. Li gorî min nivîseke mijara wê nû bû. Min bi Hemûyê bibînê…

ADÎLE XANIM (1859 – 1924) BEŞA -1- Jîn ARYEN

Jineke Pêşeng Jîr û Jêhatî Li Başûrê Kurdistanê, ji ber avûhewayeke hişk û ziwa kumirov ji germahiya çolê diqemirîn, têkiliyên tevlîhev ên şer dinavbera eşîran de hatibûn sazkirin. Di gelek mijaran de pirsgirêk û aloziyên civakî di asta jor de bûn. Di cih û rewşekewiha de jineke gelek zana, jîr û jêhatî, bi hêza xwe ya xweserû pêşengiyeke xwezayî derketibû pêş… Ev jina ku bi vantaybetmendiyên xwe yên sereke û bi cewhera xwe ya civakî diserdema ku tê de dijî de bûbû mînakeke bibandor û binavûdeng Adîle Xanim e. ***                     Hemûyê bibînê…

Nexşerewş -Heval DILBIHAR

Raperîna Giyanê Dîroka Xwebûnî Li gor rasteqîniya zagonên gerdûnî her dem, heta her kêlî dinava xwe de dîrokê dihewîne. Lê hinek dem û kêlî hene ne ku tenê dîrokê di nava xwe de dihewînin, di heman demê de dîrokê ji nû ve vedihonin  û radiçînin. Ew dem û kêlî di bin bîr, hiş û laşê dîrokê yên wê demê û hemû demên piştî wê…  Dem û kêliyên ku em behsa wan dikin, bêguman dem û kêliyên vejîner, raperîner, şoreşger, afirîner û sazker in. Tiştên li dijî rasteqîniyê vediçirînin/hildiweşînin, li şûna wan tiştên rasteqîn radiçînin/ava dikin. Ev dem û kêlî li gor dualîtiya rasteqîniyê hem Hemûyê bibînê…

Şaş Bikaranîna Rengdêrên Namdariyê – Mihemed Kurdî

Ji bêjeyên (peyv) ku çawanî û çendaniya navdêran diyar dikin re hevalnav an jî rengdêr tê gotin. Hekerengdêr bi tena serê xwe bêtine nivîsîn ew jî her navdêr in , lê heke bi navdêrekê re bêtine nivîsîn, wê demê dibin rengdêr. Rengdêr (Hevalnav) , navdêran ji aliyê rewş, teşe, reng, hejmar û nîşanêve diyar dikin.  Di rêzimana kurmancî de gelek cureyên rengdêran hene lê ez ê di vê nivîsê de behsa ”Rengdêrên Namdariyê”  bikim. Rengdêrên Namdariyê paye, rade, pêywir û asta civakê ya navên mirovan yên taybet nîşan didin. Ev rengdêr carinan têne despêka navdaran carina jî tên dumahîka wan. Jibo ku mijar bête fêmkirin Hemûyê bibînê…