Ahmet – TÊKILIYA FELSEFE Û HELBESTÊ Û MIJARA WAN

TÊKILIYA FELSEFE Û HELBESTÊ Û MIJARA WAN Ji ber ku felsefe û helbest gelek berfireh û kûr e, meriv bes dikare li ser hêleka wê, aliyekî wê biaxive; bi destûra we, ez ê jî li ser hinek aliyên wan, nêrînên xwe rave bikim. Felsefe, baştirînkirina ramanê, liv, lebat, tevger, hîs, hest û jiyanê ye. Bi hindikî û kurtasî mebesta wê ev e; ez bawer im wê helbest jî ji vê pênasêyê ne dûr be ango li gora min ew bi xwe ye. Peyitandin û îsbata vê ev e: Beriya ku zanist û teknolojî dest biavêjê tiştekî, hema bibêje her tişt Hemûyê bibînê…

Kadir Çelik – Çiya

Ev demeke di bîra min de çiya vedilerizin, wêneyê çiyan,  gelîyên di dil û mêjiyê min de dagir kirine. Ku rast were gotin bi çiyan radibim û bi çiyan rûdinim. Çiyayên bedew, çiyayên asê û çiyayên bi hêbet. Li ser wateya çiyan ya li dil û mêjiyê min difikirim. Li ser velerzîna hestên min ya di derbarî çiyan de difikirim. Hêbet û bejinbilindiya bandora wan ya li ser xewn û xeyalên min diramim. Çiya û girêdana wan ya bi rengîniya ziman, wêje, sitran û vegotina me ve, min dixe nav xeyal û fikaran. Di heman demê de, pê dizanim ku Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Helbest û Felsefe

Helbest û Felsefe Mirov dikare bêje, helbestvan û feylezof hevalên hev yên li rêwîtiya dîrokê ne. Ji destpêka dîrokê ve ew qasî nêzîk bi hev re meşîne, mirovan gelek caran ji helbestvanan re gotine feylezof û ji feylezofan re jî gotine helbestvan. Mirov dikare peyamberan jî tevlî vê meşa helbestvan û feylezofan bike. Peyamberan jî hemû peyamên xwe yên olî bi peyv û sembolên helbestwarî gotine û nêrînên xwe weke feylezofan anîne ziman. Lê mijar ne li ser têkiliyên helbest û peyamên olî ye. Mijar li ser têkiliyên helbestê û felsefê ye. Helbest û felsefe du amûrên ku ji destpêka Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Helbest çi ye?

Helbest çi ye? Gelo helbest di pêşxistin û guhertina civatê de roleke çawa dileyîze? Sedem çi ye ku heta vê gavê helbest neketiye nav çarçova danasîneke bi tenê? Çima helbesteke sipehî û xurt dema ku em dixwînin, an jî em guhdar dikin, bandorê li me dike? Çawa me hestyar dike û çawa me dibe nav hest û xeyalan? Mirov dikare bersiva pirsên jor wisa bide. Ji ber ku helbest xemila hizir û ramanê ye. Xweşikiya ku ji destpêka hebûna mirovan ve, bi mirovan re dimeşê ye. Ne tenê xemila ziman e, rêzana meşa hebûna mirov e. Avahiya bi kêmhevokan ava Hemûyê bibînê…

Farûqê Feroyî – Ji min gotin û ji we jî şîrove.

Jİ MİN GOTİN Û Jİ WE JÎ ŞÎROVE. Di dem û dewranên berê de, qewmê qedîm, xwedî zagon û dil birahm…Ji wan zagonên vî qewmî yek,di derheqê rêbertiya wan de ye: Ev qewmê qedîm û dil birahm, ji çend salan çarekê ji nav xwe rêberekî hildibijêrin û ji wî ra wiha dibêjin;-ji îro pêve tu rêberê meyî. Tu serê me û em jî lingê te. Tu yê rê nîşanî me bide û emê jî bimeşin. Tu ji me ra bêje bimre, emê bimrin û tu bibêjî bimîne emê bimînin… Rêber; bikêrhatî çi ji destê wî tê,  ji bo qewmê xwe Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Sofî Osê

Sofî Osê Çawa ji der ve hate malê li ser qenepê rûnişt û rahişte komandê. Bi komanda di destê xwe de televizyon vekir. Ew kenal girt yekî din vekir her ku kenal guhartin mahdê xwe tirştir dikir. Li hemû kenalên televizonên kurdî nêrî. Kîjan vekir, penêlên jinan, meşên jinan û axiftinên li ser tund û tûjiya li dijî jinê hebû. Li benda nûçeyan bû, lê di tu kenalan de nûçe tunebûn. Bi wê mahdtirşiyê li pêşberî televizyonê li ser qenepê xwe dirêj kir. Hê nû qelpaxên çavên wî çûbûn ser hev ji nav komê keçeke ciwan dest bi qêrîna dûrûşman Hemûyê bibînê…

Kadir Çelik – Rexnegiriya wêjeyê

Rexnegiriya wêjeyê.. Kadîr Çelîk Rexnegiriya wêjeyê, nirxandinên berfireh in ku lêhûrbûn û lêkolîna pirs û pirsgirêkên wêjeyê ji xwe re dike armanc. Di xebat û tevgerîna xwe de felsefe, şayesandin (teswîr kirin) û nirxandinê weke bingêh hildigre. Rexneya felsefî di çerçeweya teoriya estetîzmê de li berhemên wêjeyî dinêre û li çawabûn û li taybetmendiyên edebî û hunerî ku berhemekê dikin ”berhemeke wêjeyî” digere. Rexnegeriya wêjeyî her wiha form û taybetmendiyên wateyî jî weke pîvanên esasî li ber çavan digre û li gor wan pîvanan berheman dinirxîne. Li Yêwnan a kevin, di diyalogên Platon de, meriv pêrgî dîtinên felsefî yên di Hemûyê bibînê…