Tahamûla ji rexneyan re û pêşin hukimî-Şoreş Reşî

Di 4’ê meha Tîrmehê de, ”Koma Nirxandina Romanê ya Înstitûya Kurdî li Stockholmê” pirtûka nivîskar Yildiz Çakar a bi navê ”Deriyê Winda` xwend û li ser wê endamên komê dîtinên xwe pêşkeş kirin. Mehek berî wê jî romana min a bi navê ”Siwariyên Sersor” hatibû nîqaşkirin. Li ser her du romanan jî endamên komê, çi erênî, çi jî neyînî dîtinên xwe anîbûn ziman. Mirov dikarê bibêje ku çarçoveya nirxandinan, pesnan an jî rexneyên li ser berheman hatine kirin hema hema bi heman şîwêyî bûn. Li ser romana min a ku bi salan min li ser lêkolîn kirî, jiyana xwe bexşandiyê, Hemûyê bibînê…

KURDÎ Û AXAFTINA BI ZIMANÊ BIYANÎ-Bahadîn Robar

Li gorî lêkolînên zanistî û encamên xebatên arkeolojîk pêşiyên kurdan ji berî zayîna Îsa 10 hezar salan li Mezopotamyayê ji jiyana koçberî derbasî jiyana dêmanî bûne. Ango derbasî serdema gund û çandiniyê bûne. Qewmên ku cara yekem gund ava kirine û çandinî ji xwe re kirine karê debarê bê guman protokurd (dapîr û bapîrên kurdan) in. Kurd ji destpêka gundewariyê li Zagrosan û Mezopotamyayê niştecih bûne. Mezopotamya herêmeke ji hemû aliyan ve gelek dewlemend e. Bi dar û daristanan, bi çem û robaran, bi deşt û zozanan û bi çiya û geliyan weke bihuştê ye. Heta di wê serdemê de Hemûyê bibînê…

Ji raya giştî re.

  Înstîtuya Kurdî li Stockholmê ئەنیستیتۆی کوردی لە ستۆکهلم Kurdiska Institutet i Stockholm Kurdish Institutet in Stockholm Ji raya giştî re.  Bi navê xwe yê fermî ”Înstîtuya Kurdî li Stockholmê | ئەنیستیتۆی کوردی لە ستۆکهلم | Kurdiska Institutet i Stockholm |Kurdish Institutet in Stockholm” di 14ê Rezbera1996an de ji aliyê rewşenbîr û nivîskar û welatparêzên Kurdan ve hatiye damezirandin û ev 27 sal in ku çalak e. Armanc û karûbarên wê ev in: * Lêkolîn, berhevkirin, xurtkirin û pêşve xistina ziman, wêje û çanda Kurdî. * Înstîtu li ser ziman, wêje û çanda kurdî lêkolînan çêdike û dide çêkirin. Di Hemûyê bibînê…

Gelo Çima Miradê Dewrêş û Edûlê Nebû -Mihemed Kurdî

Beriya çend rojan ez ji bo dîtina gora Dewrêşê Evdî çûm beriya Wêranşarê.  Bi rastî dema ez çûm ser girê Edşanê û min gora Dewrêşê Evdî di wê rewşê de dît, ez gelekî xemgîn û hestiyar bûm. Belê gora wî Dewrêşê ku li ser bi sedan helbest û dûrik û sitran hatine gotin îro bêxwedî ye. Kîjan dengbêjê me yê mezin ma ye ku evîn û lehengiya Dewrêş Evdî nekirine sitran û negotine. Ji M.Arif Cizrawî heta Miradê Kinê, ji Karapetê Xaço heta Şakîro kê dilê xwe bo Dewrêşê Evdî parçe nekiriye. Vêca ma ne şerm e ji bo me Hemûyê bibînê…

Yaşar Eroglu – Çend Gotin Li ser Destana Memê Alan 3

Çend Gotin Li ser Destana Memê Alan 3 Destan, Wêje(edebiyat) û Dengbêj Destana Memê Alan, ji çend destanên sereke yên kurdan yek e. Destan di parzûna sedsalan re derbas bûye, ji her serdemê bêhn, reng, awaz û wesfek girtiye û di nav hêtûna sedsalan de hatiye, keliyaye û pijyaye. Bi têne tiştê ku nehatiye guhertin, mora edebiyata devkî ye. Bi qasî ku em ji çîrok û destanên din jî dizanin, di destana Memê Alan de  jî mora edebiyata devkî ango zargotinê heye. Ew tê wê wateyê ku ev jî mora çîrokbêj û dengbêjan e. Êdî ne hewce ye em ku Hemûyê bibînê…

Di Berhemên Nivîskî de Girîngiya Sitandartkirina Ziman-Mihemed Kurdî

Kurd netewek kevnar û dêrînin, kurdî jî zimanekî qedîm û dewlemend e. Lê ji ber ku wêjeye kurdî nebûye wêjeya deshilatdar, wêjeya kurdî ya nivîskî jî li gorî neteweyên din gelekî dereng destpêkiriye û ji ber vên sedeman ji heta roja îro zimanê kurdî nehatiye sitandart kirin. Heke zimanek gîhaşt asta xwendin û nivîsandinê, bêgûman ew ziman êdî zimanekî parastiye û dê metirsiya windabûnê jî li ser wî zimanî nemîne. Lê belê heke zimanek ne zimanê xwendin û nivîsandinê be, vêca  ew ziman dê roj bi roj lawaz bibe û bihele. Ango bandora xwendin û nivîsandinê li ser hebûn û Hemûyê bibînê…

Çima bêtifaqî 3 – Kamran Simo Hedilî

“Hercî bire şûrî destê hîmmet Zebtkir ji xwe re bi mêrî dewlet Bê ceng û cidal û bê tehewwir Qet vê şixulê mekin tesewwir” Ehmedê Xanî Seydayê Xanî dibêje, her miletên dest avêtine şûrê hîmetê ji xwe re avakirin dewlet. Kurdan jî gelek caran dest avêtine şûrê hîmetê û xwestin ji xwe re ava bikin dewletê. Lê ji ber bi hev re dest ne birin şûr û bi hev re ne tifaq bûn bi serneketin. Min li nivîsa berî vê got, ji sedsala heftan heta hezar û pêncsedan ne dînemêrekî mîna Îvanê Rus ji nav Kurdan derdikeve ji bona bi Hemûyê bibînê…