Muqades Agirî – Jinên ku mohra xwe li dîrokê xistine-1

JINÊN KU MOHRA XWE LI DÎROKÊ XISTINE- 1 Hêza jinê bêguman hêzeke taybet û bêhempa ye. Gelek jinên ku mohra xwe li dîrokê xistine hene. Ji siyasetê heta hûnerê, ji zanistê heta karkeriyê jinên wisa bi hêz û bêhempa hene ku bi kiryarên xwe ve, berê dîrokê guhertine û deriyên zanistê ji cîhanê re vekirine. Wek mînak bi hezaran, bi sedan jin  meriv dikare bijimire. Hêza jinê, ji hemû mirovahiyê re qîriya ye. Bêguman gelek jinên Kurd ên helbestvan, nivîskar, zanist, hunermend û siyasetmedar hene ku bi serketinên xwe ve navên xwe bi herfên zêrîn di dîrokê de nivîsandine. Mestûre Hemûyê bibînê…

Îrfan Yildiz – Li ser pirtûka Pêxemberê jibîrbûyî Manî

Pêxemberê jibîrbûyî Manî (Kamran Simo Hedilî)           Nivîskar Kamran Simo Hedilî li ser pirsekî wiha dibêje; niha felsefeya me, felsefeya ku îro Kurd, yan duhoyî Kurd, yan pêr, Kurd  piştî împaratoriyê em ê bêjin, împaratoriya Medan ku 150 salan hukum kir, sê fîlozafên nemir dane me Kurdan. Yê yekem, Zerdeşt da me, Zerdeşt em kirine bajarî û gundî. Gote me çandinahîyê bikin, bicih bibin êdî ne koçerî tenê. Xêr e ku mirov cot bike, erdê bikole, bi cih bibe xêr e, kire sewab. Yê duyem, Manî ye ku Manî jî ev rastiya me ji ber ku Hemûyê bibînê…

Muhsin Özdemir – Rewendîya Li Bin Stara Çiyayê Helgurdê

Rewendîya LiBin Stara Çiyayê Helgurdê Dibe ku hin kes nizanibin rewend û rewendî çi ye. Rewend ango koçer, rewendî jî koçerî ye. Rewend ji rewanê tê, rewan jî herikane, ji tevgera herikînê tê. Li hinek herêmên welatê me ev bêje bi vî hawî tê bikaranîn. Wateyê cihê jî yên vê bêjeyê hene. Ji ber ku ne mijara gotinêye, em jê derbaz dibin. Emê werin ser mijara xwe ya sereke. Kesek nizane ev bû çend sal, ji dûr nêzîk ve rewend têne vê deverê. Her wiha di gel ewqasî şer û pevçûnên li vê herêmê de qewimîn jî, rewendan çima ev Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Rojên pîroz

Rojên pîroz Gelên ku rojên xwe yên hêjayî pîrozkirin û cejnên xwe yên pîroz afirandin, gelên mezin in. Gelên ku nekarîne pîroziyên xwe biafirînin, neçar in bi pîroziyên gelên din xwe îqna bikin. Bi awayekî din bêjim, gel û netewên ku sî ji xwe re çênekirine, neçar in li ber siya gelên din xwe hênik bikin. Ti gel û netewan cejn û rojên xwe yên pîroz bi gotinan ne afirandine. Bi keda lehengan û xwedî derketina li lehengiyên xwe cejnên xwe afirandine. Gelên ku bikêr nehatine an jî ji wan nehatiye ku li leheng û lehengiyên xwe xwedî derkevin, neçarî Hemûyê bibînê…

Bêrîvan Xizêmzêr – Bernameya 6ê Adarê Ya Koma Helbestê

Bernameya 6ê Adarê Ya Koma Helbestê Bi Jinên Helbestvan ên şopînêrên Mestûre Kurdistanî re şeva helbest û hunerê; Koma Helbestê ya înstîtuya kurdî li Stockholm ê bi vê sernavê bi minasebeta heştê adarê şeveke hûnerî li dar xist. Li gel gelek helbestvan, hunermend û stranbêjan di vê bernameyê de stran û klamên xwe pêşkeş kirin. Bernameyê bi moderetorîya Bêrîvan Xizêmzerê dest pê kir. Piştî xêrhatin li beşdaran hat kirin, Xizêmzerê weha axaftina xwe domand: Jinên kurd ji dîrokê heya roja îroyîn li her qadê bi mêran re mil bi mil meşiya ne. Çi qada şer, çi qada huner û wêjeyê Hemûyê bibînê…

Çand û Zimanê kurdên Xorasanê yî di devê kelpetanê de

Çand û Zimanê kurdên Xorasanê yî di devê kelpetanê de Nêzikî du mîlyon kurd li Xorasan ê dijîn. Gor zanyarîyên di dest me de, ew di sala 1497 an de hatinê şandin ku li hember êrîşên tirkmenan, sinûrên Îranê bi parêzin. Ji bo wê yekê heta niha gelêk bedelên giran danê û di dawî de herêm ji tirkmen, qazak û rûsan pakij kirine. Lê îro bixwe jî bi tunêbûnê re rûbirû ne! Xorasanî, ji bo ku ji mafên xwe netewî bêparin; ew nikarin bi zimanê xwe perwerdê bibînin û neçarin ku xwendina xwe bi Farisî bikin. Ji ber ve yekê Hemûyê bibînê…

Cejna Yelda – Navenda PENa KURD

Vexwendname Gelî birêzan, serok û endamên institût û rêxistinên Kurdistanê! Endamên Navenda PENa Kurd! Weke Hûn agadar in, Cejina Yelda hersal li başur û rojhilatê Kurdistanê tê pîrozkirin. Ji ber kêmayiya agadariyan di biwara vê mijarê de li beşên din î Kurdistanê, Navenda PENa Kurd daye ber xwe di roja 21.12.2020an de bi çalakiyeke zanyarî rabe. Ji ber nexweşiya Koronayê wê ev çalakî bi riya bernameya zoomê were lidarxistin. Birêvebira çalakiyê: Asya Xerzan – Endama Navenda PENa Kurd Gotarvan: Qendîl Şêxbizinî – Nivîskar û lêkolîner Bi vê mebestê em We bi dil û can Vedixwînîn bernameya vê Şevê! Beşdarî vekiriye Hemûyê bibînê…