Pîrozbahiya Şeva Yalda ya 2021 pîroz be

    PÎROZBAHIYA ŞEVA YELDAyê 2021 Semînar: 1 Gelî birêzan, serok û endamên enstîtu û rêxistinên Kurdistanê! Endamên Navenda PENa Kurd! Komîteya Amadekirina Semînaran (KAS) ya NAVENDA PENa KURD, îsal jî we vedixwîne pîrozbahîya Şeva Yeldayê. Birevebira Bernameyê: Asya Xerzan – Endama Navenda PENa Kurd Mêvan:  Qendîl Şêxbizinî – Lêkolîner û Nivîskar, Endamê Navenda PENa Kurd Evîn Şikakî – Helbestvan, Endama PENa Kurd Hozan Aydin – Hunermend  Dem: 21.12 2021 Demjimêr: 18:00 Bruksel / 20:00 Amed Girêdanka zoomê – Zoom-Meeting beitreten  https://us02web.zoom.us/j/4294168457?pwd=SmJyK1JIYjNWU0tzZ3BVa1h0ZzRCUT09  Navenda PENa Kurd Komîteya Amedekirina Semînaran 17.12.2021

SPASDARÎ JI BO SPASNAMEYA ZANA, REWŞENBÎR Û WÊJEHEZÊN KURD.

SPASDARÎ JI BO SPASNAMEYA ZANA, REWŞENBÎR Û WÊJEHEZÊN KURD. Rêzdarên hêja: Wekî we çawa dayî diyarkirin ev demeke dirêj e bi rê ya Zoomê em wek rêveberiya koma helbest û wêjeyê ya ku di bin navê ”Instituya Kurdî li Stockohlmê” de tê birêvebirin, em  li gor derfet û têgehiştinên xwe li ser wêjeya netewa gelê Kurd kar û xebatekê dimeşînin. Her çendî li gorî deryaya wêjeya Kurdî dilopek be jî, lê bi rastî di hêla sitratejîk de em vê weke  xebateke hêja û pêdivî dibînin. Ev kar û xebata me ji aliyê we ve bi awayek xweşbînî û wek xebateke Hemûyê bibînê…

SPASNAMEYEK JI ÇEND REWŞENBÎR, WÊJEHEZ Û ’ALIMÊN KURD JI BO ÎNSTÎTUYA KURDÎ LI STOCKOHLMÊ

SPASNAMEYEK JI ÇEND REWŞENBÎR, WÊJEHEZ Û ’ALIMÊN KURD JI BO ÎNSTÎTUYA KURDÎ LI STOCKOHLMÊ  Birêz serokê hêja  Kamran Simo Hedilî, Ev demeke dirêje bi rê ya  medya civakî kar û xebata we ya li ser hemû rengên wêjeya kurdî bi awayek rêkûpêk tê meşandin, em dişopînin. Em vê kar û xebata we ya di bin navê Înstîtuya Kurdî li stockohlmê de  tê meşandin gelek hêja û watedar dibînin . Taybetî jî ev destana Şerê Kund û Qijakan  ya ku  Gernas Koçer   nivîsî û pêşkêş kirî, Di hêla wêje,hûnandin û watedariya peyamê  de  me ev berhem  weke berhemek gelek hêja û Hemûyê bibînê…

Muqades Agirî – Risteyên dengê bêdengiyê

RISTEYÊN DENGÊ BÊDENGIYÊ Li her derê cîhanê, jiyan û berxwedana jinan bêguman zehmet e. Hin nivîskarên jin, bi rêzikên xwe bûne dengê jinan. Yek ji van jinan, helbestvana Kurd Jîla Huseynî ye. Jîla Huseynî, di sala 1964’an de, li bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye. Keça dadger û zana Mehran Huseynî ye ku, xwediyê  pirtûkxaneyeke  dewlemend bû. Her wiha bapîrê bavê wê  Şêx Evdilqadir, helbestvan û dengbêj bû. Malbata wê, bi wêjeyê re eleqeder bûn. Jîla di bin siya bavê xwe de bingeha wêjeyê danî. Jêhatîbûna Jîlayê di dibistanê de jî, berbiçav bû. Ew di demeke kin de bala Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Em negihîştine armanca xwe

Em negihîştine armanca xwe În 16 Tîrmeh 2021 – 06:33 “Yên xelkê bi sedan zanîngeh û înstîtuyên wan hene, her wiha bi hezaran mamoste û hînkerên wan jî hene. Karê em dikin ji deryaya pêwîstiyan tenê peşkek e.” YAŞAR AKSU  STOCKHOLM Di nav sazî dezgehên ziman û çanda Kurdî de yên bi rikdar li ser piyan mane Înstîtuyên Kurdî ne. Di bin banê înstîtuyên Kurdî de ziman, wêje, dîrok û çanda Kurdî bi pêş ketiye û gelek xebat hatine kirin. Ev înstîtu niha xwe li gorî demê rojane dikin û bi rêya teknolojiyê karên xwe dimeşînin. Di vî warî de Hemûyê bibînê…

Muqades Agirî – Jinên ku mohra xwe li dîrokê xistine-3

Di bingeha azadî û jiyaneke bi rûmet a civakê de bêgûman kedeke mezin a jinan heye. Jin ji bo mirovahiyê, ji bo pêşeroja civakê, kêşeyên xîzanî û netewperestiyê, di bin şert û mercên zor û zehmet de, hewldanên bêhempa dane û didin. Jin, di şert û mercên ku li civakê tê ferzkirin de herî zêde bandorên neyînî re rûberû dimînin. Ev jî, berê wan dide hin guhertinên bingehîn. Wekî aştî, wekhevî, xwe parastin… Ev guhertinên pergalên hişk, ne hêsan e. Jina ku van guhertinan dide ber çavên xwe, bêguman metirsiya sirgûn, girtîgeh, mirinê jî dide ber çavan. Ew dizane ku Hemûyê bibînê…

Muqades Agirî – Jinên ku mohra xwe li dîrokê xistine-2

Jinên ku mohra xwe li dîrokê xistine-2 Di dîroka cîhanê de jin,  bi gelek zehmetiyan re rûberû mane û bi hûner, raman û îdeolojiya  xwe, serdema tê de guhertine.  Rêya mirovahiyê  li her qadî de  zelal kirine. Di vê rêya têkoşînê de, helbet ku gelekî zehmetî kişandine. Bi zilmên malbatan re, bi zilmên welatên kapîtalîst û feodal re rûberû mane. Lê di kesayetiya jinê de ev taybetiya heye ku, baweriya wê ji tiştekî bê, di wê oxirê de heta dawiya jiyana xwe, bi biryarî  têkoşîn dike. Dîsa em dizanin ku di dîrokê de  nexweşiya bi navê “bêbiryarî” bi saya van Hemûyê bibînê…