JI BO ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ I- Azad Zal

‘Ez kurd raketim ereb şiyar bûm’ Bûyer; Bi navê Tahir kurdekî hemedanî ji bo ku îlm û îrfanê peyda bike û bibe serwerê heyînê û têbigihîje raza evînê berê xwe dide medreseyê. Tahirê Hemedanî mirovek saf û dilpak e. Kî çi bibêje jê bawer dike. Wî bi dilpakiya xwe rêça xwe diyar kiriye û daxwaza wî bi tenê ew e ku wekî kurdekî dildarê zanyariyê û rêhevalê evînê bigihîje mexsed û miradên xwe. Tahir diçe medreseyekê dixwaze li wir bi cih bibe. Li medreseyê şagirtên din jî hene û bi dilpakiya wî henekên xwe dikin û tu car jê hêvî Hemûyê bibînê…

Jîn ARYEN – Pêşengeke Êzidî: Meyan Xatûn

Pêşengeke Êzidî: Meyan Xatûn Jîn ARYEN Meyan Xatûn di sala 1874an de li gundê Baedrayê yê ku li ser navçeya Şêxanê ye di malbateke esil a êzîdiyan de ji dayik bûye.  Ew keça mîrê Baedrê ya bi navê Ebdî Beg bû. Dayika wê jî ji mîrîtiya Xanedana Çolê bû. Ew bi xweşikbûn û zîrekbûna xwe li gundê ku lê mezin bûbû û li gundên li derdorê bi nav û deng bû.  Bi sekn û helwesta xwe, bi jîrbûn û wêrekiya xwe bala gelek kesan dikişand ser xwe. Ew di wê zanebûnê de bû ku xwedî malbateke rêzdar, bihêz û qedîm Hemûyê bibînê…

Du çîrok û Romanek-Yaşar Eroglu

Kurteromana nivîskar M. Şirin Bulğa a bi navê Girava Mirazan di Weşanên Ar de deketiye. Kurteroman ji 135 rûpelan pêk hatiye. Ez ê li ser kurteromana Girava Mirazan nirxandinekê bikim. Nivîskar M. Şirin Bulğa di berhema xwe de bi çîrokên gelerî kurteromanek afirandiye. Honaksaziya berhemê li ser van du çîrokên gelerî ava bûye û du çîrok bi encameke hunerane gihandiye hev, veguhestiye terzê romansaziyê. Ez ê di destpêkê de li ser kêmasiyên romanê rawestim. Serê pêşîn destpêka çîroka Şivan û Tamarê ji qalibê çîrokê tam derbasî qalibê romanê nebûye. Ji ya gelerî zêdetir tiştek lê zêde nekiriye. Divê bi vegotin Hemûyê bibînê…

Yaşar Eroglû-Nameyeke Vekirî ji bo ‘Rêbera Rastnivîsîn’ê

Ev name tenê ne ji bo Rêbera Rastnivîsînê, ji bo Weqfa Mezopotamyayê, Komxebata Kurmanciyê ye jî. Di navbera çend mehên derbasbûyî de min du tezên lîsansa bilind ên mezûnên  Zanîngeha Yuzuncuyilê nirxand. Min dît ku weke mode di çend salên dawîn de derdorên bi ziman re eleqedar pişta xwe dane zanyariya Celadet Bedirxan berê xwe dane Rêbera Rastnivîsîn’a’ Komxebata Kurmanciyê ya Weqfa Mezopotamyayê. Di heyama min xwest vê gotarê binivîsim de nîqaşek li ser agnostîsîzmê vebû, kesekî youtuberê bi navê Daîmond Tema tabûyên ol û baweriyê kirine mijara nîqaşê. Vê nîqaşê rastiyek derxist holê ku 1400 salan zêdetir e haya Hemûyê bibînê…

Hundir û derve…

Di navbera hundir û derve de bi tenê derî heye. Gava ku tu di derî re dakevî hundir êdî tu di hundir de yî. Gava ku tu ji derî derkevî derve tu êdî li derveyî. Di binhişê me de [ya jî bîra me ya hiş de] derve azadî ye, ya jî pêwendiya derve û azadiyê pir zêde bi hev re heye. Yekê/a li derve azad e, yekê/a li hundir ne azad e. Kombînezona [hevkêşe/denklem] derve û azadiyê û hundir û neazadbûnê çi qas rast e gelo? Ez ji vê hevkêşeya hanê zêde emîn nîn im. Ez ew qas bawer nakim Hemûyê bibînê…

Ednan Dogan

Ednan Dogan -HESTÊN NAZIK Û ZIMAN

HESTÊN NAZIK Û ZIMAN Hest in yên mirov li ser piyan digirin. Dema hestên mirov jîndar, çalak û bi mirov re lihevhatî bin, mirov berhemdêr, çalak, xwedî tiwana û xwedî şiyan e. Kesên xwedî şiyan û berhemdêr afirînêr e. Loma jî; heke mirov bêje, di dinyayê de çareseriya gelek pirsgirêkan helbest e, wê ev ne şaş be! Dayika helbestê ziman e. Dibêjin zarê şîrîn mar bê zor û zehmetî ji qulê derdixe. Lê gerek bi vê hunera nazik mirov bi awayek hostane li çareseriya pirsgirêkê bigere. (car caran ev jî bi mijarê ve girêdahiye, ragihandin û peyam dikare ji aliyê Hemûyê bibînê…

Yaşar Eroglu – Ziman, Wêje û Kurdiya Resen

Ziman, Wêje û Kurdiya Resen Di qada wêjeyê de ziman xaleke bingehîn a vegotinê ye. Wêje û ziman bi hev re girêdayî ne, tu car yek bê ya din nabe. Di vegotina gelek zimanan de nîqaşa zimanê resen her tim hatiye rojevê û bûye sedemên nîqaşan. Her wisa di zimanê kurdî de jî. Ji berê ve di nav rewşenbîr û nivîskarên kurd de ev mijar tê nîqaşkirin û xuya ye ku wê bê nîqaşkirin jî. Ez dil dikim ku li ser vê mijarê boçûnên xwe diyar bikim. Komeke Nirxandina Wêje û Romanê ya girêdayî Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê heye, ev Hemûyê bibînê…