Zewaca ligel tirkan û xetereyên wê – Mihemed Kurdî

Çawa ku Xweda nebat û ajal ji nêr û mêyan afirandine, her wiha mirov jî ji van her du beşan ango ji jin û mêran afirandine. Ev her du beş jî ji bo ku jiyaneka hevpar pêk bînin di hindek mercan de li hev dikin, vêca ji vê rewşa lihevkirina evan her du beşan (jin û mêr) re zewac tê gotin. Li gor bawerî û çanda kurdan zewac tişekî gelekî girîng e. Her çiqas kurd û tirk di serdemên berî niha, di bin sîwana heman dewletan de mabin jî lê rastiyê de ev her du gel ji aliyê jiyanî, hunerî, Hemûyê bibînê…

Xeletiya Tê Spartin Ziman – Yaşar Eroglû

Min gelek caran bi riya weşanê li ser paşgira ‘van’ û bikaranîna wê ya şaş dîtinên xwe anîn ziman. Lê bikaranîna şaş hê jî berdewam e û ez ê careke din li ser mijarê û bi hin aliyên wê yên nîqaşê rawestim. Paşgira ‘van’ weke paşgirên din peyvçêker e. Bi serê xwe wateya wê nîn e lê dema li paş navdêrekê tê danîn navdêreke nû pêk tîne û wateyeke din li heyîna gotinên kurdî zêde dike û gencîneya kurdî berfireh dike. Ziman hêmayeke zindî ye. Lê zêde dibe, tê dizê, diguhere, vediguhere, hin hêma jê tên jibîrkirin, wate diguherînin, transforme Hemûyê bibînê…

Sedemên Koçberiya Kurdan – Mihemed Kurdî

Sed sal berî niha Kurdistan bi rêkeftina ”Lozan”ê, jialiyê dewletên emperyalîst ve hate perçe kirin. Bivê rêkeftina qirêj, li ser axa Kurdistanê tixûb hatin danîn û bi vî rengî kurd ji hev hatin belavkirin û dûrxistin. Piştî dagirkeran Kurdistan dabeş kirin, vê carê ji bo misogerkirina deshilatdariya xwe ya li ser axa Kurdistanê çi şêweyên zilmê neman ku li ser serê gelê kurd neceribandin. Dagirker ew qasî hov û xedar bûnku çi caran li ser serê  kurdan ferman, kuştin, jenosîd, komkujî kêm nedikirin. Dagirkerê her beşeke Kurdistanê,  ji yên beşên dîtir zêdetir kurd dikuştin, mirov digot qey ev mêtîngerên hov ji bo kuştina kurdan ketine pêşbirkê. Ji ber ku dagirkeran Hemûyê bibînê…

Wêje Dinyayeke Bêsînor û Hevpar e- Azad Zal

Wêje qadeke bêsînor e. Tu qalib û sînoran nas nake. Dinyaya wêjeyê dinyayeke rengîn û bê sînor e. Ji ber wê jî wêje ji gelek aliyên xwe ve gerdûnî ye. Her çi qas ji aliyê ziman û çandê ve netewetî di xwe de biderbirîne jî di bingeha xwe de û ji aliyê giyanî ve gerdûnî ye. Wêje weke madalyoneke dualî ye. Aliyek jê rengê netewetî xuya dike aliyê din jî rengê gerdûnî ye. Yan jî bi awayeke din mirov bibêje; wêje fêkiyeke bihûştî ye. Kakilê wê gerdûnî ye, derveyê wê netewî ye. Hundirê wê, nava wê bi giyana gerdûnî hûnandî Hemûyê bibînê…

Çima Bêtifaqî 4 – Kamran Simo Hedilî

“Ez mame di hîkmeta Xwedê de Kurmanc di dewleta dinê de Aya bi çi wechî mane mehrûm? Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm?” Ehmedê Xanî Hizretê Xanî dipirsê ji bona çi Kurd bûne mehkûm? Heke bêyî gotinê dirêj bikim, bersiva pîrê zanîna netewî bidim, ez ê bêjim ji ber yektîya xwe çênekirin û ji azmûnên dîrokê nezanîn sûdwerbigirin, ketine bin destê dagîrkeriya herî xirab. Em li hilweşandina mîrekiyên Kurdistanê û şikestina serhildanên piştî peymana Qesra Şîrî baş binêrin, em sedemên serneketinê baştir zanibin. Li wan sedsalan gelek mîr ji hev cuda li dijî dagîrkeran rabûna serhildanê û têkçûn. Serhildana dawî, Hemûyê bibînê…

Bo Çi Rasterast? – Heval Dilbihar

Bi hezaran sal e derbarê bûn, pêkhatin, hebûn, xwebûn û pêşketina gerdûn, cîhan, jiyan, dem, dîrok, civak û her tiştên ku bi wan ve û bi me ve têkildar in,gelek pênase, nirxandin, dahûrandin û şiroveyên piralî yên cuda hatine kirin û hê jî tên kirin; diyar e ku dê heta hetayê jî bên kirin… Bêguman her kes vê yekê li gor nêrîn, hişmendî, rêgeh, rûgeh, bergeh û asogeha xwe ya bîr, hiş, bawerî, zanîn, danehev, hest, giyan û armanc, anku ligor rastî û rasteqîniya xwe dike. Em hemû jî wisa ne. Dixwazî bi zanebûn be, dixwazî ku encama herikîna jêrhişî be, her Hemûyê bibînê…

Mîna Qazî Xanim (1908-1998) – Jîn ARYEN

*** Wê rojê ji çar aliyên Kurdistanê û welatên cuda mêvan û pêşengên gelê kurd ji bo îlankirina komarê hatibûn û li Qada Çarçirayê kom bûbûn. Mîna Xanim piştî pêşwazîkirina mêvanan xeftaneke nîgarî girt ser milê xwe, desmala xwe ya spî jî da serê xwe û li ber şibakeyê, coş û kelecana ku ji qadê bilind dibû temaşe kir. Gel di vê roja dîrokî de tevî zar û zêç, heval û hogirên xwe li Qada Çarçirayê bi hêviyeke bêhempa û ji dil û can li benda axaftina Pêşewa Qazî Mihemed bû. Mîna Xanim herçiqas dil kiribû ku biçe qadê û Hemûyê bibînê…