Lema Elî – ŞEFEQ
Şefeq Nizanim çi bi min hat? Çaxa ku çavên min bi çavên wê ketin. Mîna guleyek di nîvê aniya min de biteqe. Ez di cihê xwe de hişk bûm. Her dever di gewdê min de tevizîn. Te yê bigota qey ez felc bûme. Tenê min çavên ez hingavtim didîtin. Çavên hingivîn çirûsk ji wan diçûn. Mîna çavên sihrbazekê bin, ewqas ez kişandim nava lehiyên deryaya xwe ya nenas. Tenê wan her du çavan cîhana min serûbin kirin. Ez bi gavên tirsok nêz bûm ji bona bala ti kesî nekişînim. Tiliya min li ser tetîka qelêşa min bû û bi dilekî Hemûyê bibînê…