Muqades Agirî – Helbestvan û fîlozofê mezin Melayê Cizîrî – 1

Helbestvan û fîlozofê mezin Melayê Cizîrî – 1 Melayê Cizirî bi dîwana xwe û menzûmeyên xwe yên derveyî dîwanê mohra xwe li tarîxa edibiyata kurdî daye. Berhema herî girîng a Mela dîwana wî ye. Dîwana Mela di tarîxa edebiyata kurdî de yekemîn dîwan e ku bi awayekî muretteb û di asta dîwanên Farisî, Erebî û Tirkî yên navdar de hatiye nivîsandin. Muqades Agirî Melayê Cizîrî, ne tenê di kurdiya kurmancî de, di çarçoveya edebiyata kurdî tevî de helbestvanê herî girîng tê hesibandin. Di edebiyata kurdî de cara ewil Melayê Cizîrî, li gorî krîterên edebiyata rojhilatê, bi taybetî ya Îranê dîwaneke Hemûyê bibînê…

Daxuyanî, Ji raya giştî re,

Daxuyanî Ji raya giştî re, Dewleta Tirk dada navneteweyî û mafê mirovan bin pê dike. Di çapemeniya bi istixbarata xwe ve girêdayî berê têgihîştineke tewanbariyê diafirîne. Li pey jî mirovên bêguneh di komkujiyê re derbas dike. Divê saziyên navneteweyî û saziyên yekîtiya Ewropayê êdî rê nedin van reşkujî û tewanbar­kirinan. Dewleta Tirk piştî êrişa li ser Garê, disa dest bi reşbangaşiyan kir. Mînaka herî dawiyê jî êriş û hedef nîşandayîna, nivîskar û Rojnamegerê Kurd birêz Medenî Ferho ye. Rêzdar Medenî Ferho yê piştî girtin û tehdîtan, neçar dimîne, di sala 1992an de derdikeve derveyê welêt, li Belçikayê bi cih dibe. Hemûyê bibînê…

Daxwazname

DAXWAZNAME BI KURDÎ KURMANCÎ ”ZIMANÊ KURDÎ BI HEBÛNA ZARAVAYÊN XWE DEWLEMEND E.” – Ji meclis, partî, sazîyên perwerdeyê û serokên saziyên Başûrê Kurdistanê re. – Ji meclis, partî, sazîyên perwerdeyê û serokên saziyên Rêveberîya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê re. Di vê roja 21ê sibatê ROJA ZIMAN a navneteweyî de, ji bo têkûzkirin û pêşxistina zimanê kurdî daxwazeke me ji we heye. Hemû zaravayên kurdî zarokên vî zimanî, kulîlkên vî welatî, xwîşk û birayên hev in. Bi qelsmayîna yek ji zaravayê kurdî, zimanê kurdî bi xwe qels û jar dibe. Ji bo ku em bi kurdî baştir ji hev fam bikin, Hemûyê bibînê…

Muhsin Özdemir – Şeva pisê Qeys

ŞEVA PISÊ QEYS Diyarî Ji Bo Roja Çîrokê Ya Cîhanî Di welatê me de gelek çîrok û serpêhatî hene ku bûne hafize ango vebîr ji hemû endamên civakê re.  Her wiha ev çîrok û serpêhatî ji bo wan perwerdehiya jiyanê ye jî.  Kesên ku di perwerdehiya hafizeya civakê de kêm bibin ji bo wan her tim kêmasî ye.  Nexwasim di deverê çol û pesar yên wek herêma Botanê de nikarin bêyî vê hafizê kar û barê xwe wekû tê xwestin bi rêve bibin.  Hinek demsal ji bo wan salnameya jiyanê ne.  Hinek roj û hefte jî ne wek rojên ji Hemûyê bibînê…

Ahmet Anaç – Di romanê da mijar û naverok mafên nivîskar in, vegotin û şêwaz mafên xwendevan in

 DI ROMANÊ DA MIJAR Û NAVEROK MAFÊN NIVÎSKAR IN VEGOTIN Û ŞÊWAZ MAFÊN XWENDEVAN IN. Ez di vê gotarê da dixwazim hinek li ser mijar û naverok û vegotin û şêwaza romanê rawestim. Çawa helbestvan, çîrokbêj, feylezof, civaknas; zanist û têkildar û peywirdarên teknolojiyê, kîjan mijaran hildibijêrin, li ser kîjanê rawestin ew serbest û azad in; her wiha nivîskar jî di romanê da, ji hêla mijar û neverokê va serbestû azad in. Nivîskara/ê romanê dikare her tiştî ji xwe ra bike mijar û naveroka xwe diyar bike. Ew dikare li ser tiştekî ji rêzê jî û ew dikare li ser Hemûyê bibînê…

Têngiz Siyabendî – Kurmanciya Ermenistanê

Kurmanciya Ermenistanê  NASANDINA DEVOKÊ Û DEVERÊ BI KURTÎ Êzdiyên ku niha li Ermenistanê  dijîn hema mirov dikare bêje ji sedî sed ziryeta êzdiyên Serhedê ne. Ji sedema bûyerên sedsala 19-an û 20-an bi taybetî ji sedema şerê Osmanî-Rûsan (1877-1878), Şerê Cîhanê yê Yekem (1914-1918) û herwiha ji sedema komkujiya ermeniyan (1915) jî ku di gel wan gelek êzdî jî canê xwe ji dest dan  hejmareke mezin a êzidiyan berbi Ermenistanê ve hatin. Ji ber vê yekê jî kurmanciya Qefqasê û kurmanciya Serhedê dişibînin hevûdu. Kurmancîaxivên Sovyeta berê ya Ermenistanê devoka xwe ya devkî ne tenê ji tunebûnê parastin lê herwiha Hemûyê bibînê…