Bêrîvan Xizêmzer – Koma Helbestê Onlein ya Instituya Kurdî Li Stockholmê
Bernameya 24.04.2021 ya Koma Helbestê Onlein ya Instituya Kurdî Li Stockholmê Şêwra berhema Rafel Akgun Tespo ya bi sernav ”Ra Hanorya” bi moderetorîya Bêrîvan Xizêmzerê dest pê kir. Piştî xêrhatin li beşdaran hat kirin, Xizêmzerê axaftina xwe bi helbesta Rafel Akgun Tespo ya bi sernav Mirin e domand : Mirin Her kes li dû hezar û sed mirinên şevê ye Talde, kozik, xendek, xwîn û agir Kemîn, şer û pevçûn, pî û pepik Her kes xemgîn e, biêş e, di nav kederekê de ye Her kes di nav hezar û sed tirsên şevê de ye Xubar, ax, berf, bahoz, baran Hemûyê bibînê…