Şoreş Reşî – Zimanê kurdên Anatoliya navîn

ZIMANÊ KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN Li Anatoliya Navîn an li der û dora bajarên mîna Enqerê, Yozgat, Çankiri, Qirşehîr, Sêwas, Qeyserî, Aksaray, Qonya û heta sinûrên Eskîşehîrê gelek kurd dijîn. Kurdên li wir bi se zaravayên Kurdî deng dikin. Vana Kurmancî, Kirmanckî-Kirdkî û Lerî-Lekî (Şêxbizinî) yê. Wan kurdan li vê herêmê herî kêm 320 salin ku bi cîh bûne. Sedema hatina wan jî polîtîka osmanîya ya bi zorê bicîh kirin û parçekirina êlan e. Yanî bi darê zorê ye. Berî yê bên herêmê jî ew li der û dora Meletî, Semsûr, Germîyan û Dîlokê dijiyan. Osmaniyan berê ew şandin Sûriyê. Nêzikî Hemûyê bibînê…