Ednan Dogan

Ednan Dogan -HESTÊN NAZIK Û ZIMAN

HESTÊN NAZIK Û ZIMAN Hest in yên mirov li ser piyan digirin. Dema hestên mirov jîndar, çalak û bi mirov re lihevhatî bin, mirov berhemdêr, çalak, xwedî tiwana û xwedî şiyan e. Kesên xwedî şiyan û berhemdêr afirînêr e. Loma jî; heke mirov bêje, di dinyayê de çareseriya gelek pirsgirêkan helbest e, wê ev ne şaş be! Dayika helbestê ziman e. Dibêjin zarê şîrîn mar bê zor û zehmetî ji qulê derdixe. Lê gerek bi vê hunera nazik mirov bi awayek hostane li çareseriya pirsgirêkê bigere. (car caran ev jî bi mijarê ve girêdahiye, ragihandin û peyam dikare ji aliyê Hemûyê bibînê…

Yaşar Eroglu – Ziman, Wêje û Kurdiya Resen

Ziman, Wêje û Kurdiya Resen Di qada wêjeyê de ziman xaleke bingehîn a vegotinê ye. Wêje û ziman bi hev re girêdayî ne, tu car yek bê ya din nabe. Di vegotina gelek zimanan de nîqaşa zimanê resen her tim hatiye rojevê û bûye sedemên nîqaşan. Her wisa di zimanê kurdî de jî. Ji berê ve di nav rewşenbîr û nivîskarên kurd de ev mijar tê nîqaşkirin û xuya ye ku wê bê nîqaşkirin jî. Ez dil dikim ku li ser vê mijarê boçûnên xwe diyar bikim. Komeke Nirxandina Wêje û Romanê ya girêdayî Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê heye, ev Hemûyê bibînê…

Lîana Avdî – Newroz

Newroz Cejna Newrozê yek ji cejnên herî kevnar ên li ser rûyê erdê ye ku ji aliyê gelek neteweyan ve wekî cejna biharê û nûbûna xwezayê tê pîrozkirin. Di sala 2009’an de Newroz ji aliyê UNESCO’yê ve kete lîsteya mîrateyên çandî yên ne maddî yên mirovahiyê. Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî 21ê Adarê Roja Cejna Newrozê ya Navneteweyî îlan kir. Newroz di Împaratoriya de weke cejna olî ya Zerdeştiyê bû xwedî statuyeke fermî. Piştî dagirkirina Ereban, heta niha li her derê pîrozbahî berdewam dike. Di demên nûjen de, di rojên ku dikevin biharê de tê pîroz kirin. Divê were zanîn Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Helbestvan Feylezofê Hest, Xeyal, Xewn û Ramanên Xwe ne

Helbestvan Feylezofê Hest, Xeyal, Xewn û Ramanên Xwe ne Helbestvanên hest û ramanan bi hostatî di nav tevna helbestê de dihûnin û digihine felsefeya helbestvaniya xwe. Bêyî wê ne pêkan e, helbestvan li hola helbestvaniyê karibin xweş bileyîzin. Ne pêkan e, karibin helbestên ji civakê re bibin ronahiya pêşxistinê binivîsin. Li vir mebesta min û tiştê dixwazim bêjim, helbestvanên helbestên wan sînorên welat û serdeman nas nakin, helbestên wan bi hezaran salan têne xwendin û ji helbestvanên her serdemê re dibin çavkaniya hûnandina helbestê ye. Ne helbestvanên, helbestên wan di demeke kin de têne jibîrkirin in. Hin kes dikarin helbestê Hemûyê bibînê…

Lema Elî – Rastiya Tofanê

Rastıya Tofanê  Pêşgotın  Ji bo ku mirov rûpelên dîrokê baş tê bighêje, divê mirov xwedî hewldanên cidî be û bi mereqeke balkêş têbikoşe. Ev têkoşîn jî bi hezkirina xwendin û lêkolînan bi ser dikeve. Ji ber gelek bûyerên ku di pêvajoya jiyana mirovahiyê de çêbûne, ji destpêka hebûna mirov li ser rûyê vê zemînê di gelek pêvajoyan re derbas bûye ku vê pêvajoyê bi xwe re gelek boblet anîne. Mirovan jî hem devkî hem jî nivîskî li ser zimanan gerandine û xistine warê nivîsê. Lê belê ramanên mîtolojîk di hişê mirovan de li pêş bû, dibe ku ji bo bersiva Hemûyê bibînê…

Jîn Aryen – AMAZONA SERDEMA XWE: FATA KURD -3

AMAZONA SERDEMA XWE: FATA KURD -3 Jîn ARYEN Piştî ewqas agahî, nirxandin û şîroveyên balkêş ên ku me di beşên din de parve kiribûn jî bi awayekî zelal diyar e ku navê Fata Kurd a ku heta niha bi navê ‘Fata Reş’ hatiye nasîn, di dîrokê de xwedî cihekî  taybet e û hêjayî lêkolînên berfirehtir, watedayineke kurtir û  xwedîlêderketineke xurtir e. Me di herdu beşên din de behsa serboriyên wê kiribûn û derbarê tevlîbûna wê ya Şerê Qirimê ya li gel sê sed siwariyên xwe û encamên şerî yên ku derketibûn pêş agahî dabûn. Di vê beşa dawî de em Hemûyê bibînê…

Jîr Aryen – LEHENGA QADA ŞER: FATA KURD -2

LEHENGA QADA ŞER: FATA KURD -2 Jîn ARYEN Em ê navê Fata Reş, a ku ji ber nasnameya wê ya kurdbûnê heta niha di rûpelên dîrokê de têra xwe cih negirtiye û tune hatiye hesibandin wek ‘Fata Kurd’ bi lêv bikin. Lewre ew jî wek her pêşengeke/î kurd a civakî xwedî jiyaneke biarmanc bûye û ji bo pêşxistina civak û gelê xwe têkoşiyaye. Hemû dem û wextê xwe, hemû têkilî û nêzîkatiyên xwe li gor wê saz kirine; xwe ji bûyer û geşedanên civakî yên ku di serdema wê de rû dane dûr nexistiye, berovajî, hemû gavên xwe li gor Hemûyê bibînê…