ROJA JİYANA ME
Rojê serî bilind kir
ronahî da nas û dostan
Li Rojhilatanavîn
warê şêr û mêrxasan
Bilind bû Roja şêrîn
sitara keç û xortan
Bi tîna xwe germ kir
deriya êş û eleman
ROjÊ bi ronahiya xwe vekir
ew çavên girtî
Germ kir bi tîrêjên xwe
ew dilên qerisandî
Vekir bi zeraya xwe
ew rengên çilmisandî
Bi keda xwe mezin kir
vî gelê çewisandî
Rojê xak perçivand
bi şewq û şemala xwe
Li ser çand gul û sosin
bi hewldana xwe
Her saet ew avdan
bi xwîn û xwêdana xwe
Her tim ew parastin
bi aram û evîna xwe
Kêmasiyên rêhevaltî û kesayetiya me
Pêşî girt li pêşveçûn û şoreşgeriya me
Ew kesayetî bû sedema dîlketina ROJA me
Nehişt em bibin xwedî Jİyaneke serbixwe
4’ê Gulana 2000’an
Girtîgeha Konya’yê
Farûqê Feroyî
(Ji pirtûka; Min Navê Te Li Ser Dîwarê Dilê Xwe Kola)