Jİ MİN GOTİN Û Jİ WE JÎ ŞÎROVE.
Di dem û dewranên berê de, qewmê qedîm, xwedî zagon û dil birahm…Ji wan zagonên vî qewmî yek,di derheqê rêbertiya wan de ye: Ev qewmê qedîm û dil birahm, ji çend salan çarekê ji nav xwe rêberekî hildibijêrin û ji wî ra wiha dibêjin;-ji îro pêve tu rêberê meyî. Tu serê me û em jî lingê te. Tu yê rê nîşanî me bide û emê jî bimeşin. Tu ji me ra bêje bimre, emê bimrin û tu bibêjî bimîne emê bimînin…
Rêber; bikêrhatî çi ji destê wî tê, ji bo qewmê xwe têdikoşe û wan ji xetere ya diparêze. Hetanî ku dikere di her warî de ji bo dewlemendiya qewmê xwe dikeve nav hewldanên bêhempa…
Çend salan bi serkeftî vê rêbertiyê bi kêfxweşî û dilşadî didomîne.
Êvareke ji êvarên bi xatirxwestina rojê re; êleke kinc reş û li ser pişta hespan, ji nişkan ve li vî qewimî dibin mêvan…
Rûsipiyên civakê û rêber bi hev ra vê êlê; bi mêvanperwerî pêşwazî dikin û mazûvaniya wan dikin. Cî nîşanî wan dikin û koça vê êlê bi war dikin…
Paşê; Rêberê qewmê qedîm û Rûsipiyên civakê li hev vedihebin û dibêjin;
-ka em herin van mêvanên xwe ji nêz ve nas bikin…
Qewmê mêvanperwer;
Ji dilê xweyî rast bibawer,
dimeşin û diherikin nav êlê. Kesên êlê yek bi yek vedihebin û kom dibin, qor digrin li hawîrdora mazûvan…
Rêberê qewmê qedîm dest bi axaftinê dike û dibêje:
– Em mazûvan û hûn jî mêvan.
Daxwaza mazûvan;
nasîna mêvan e…
Jîrekê êlê dibêje;
-em êleke ji qewmê gur in. Ango dayika me dêlegur û bavên me jî gur e. Em hetanî aniha li Asya Navîn dijîn. Lê mixabin; cînê dîwarên bilind dan pêşiya me.
Em man li pişt wî dîwarî,
wan ji mera nehiştin tu rê û derî.
Aniha; em tî,birçî û neçar hatin, li warên we bûn mêvan…
Rêberê qewmê qedîm dibêje:
-belê heyran;
em mazûvan û hûn jî mêvan,
em xwedî û hûn jî cenan,
em Niştecih û hûn jî koçer,
di zagona qewmê qedîm de,
tu cûdayî tuneye ji mirovan re
lê dîsa jî hûn bi xêr hatin…
her azad û bextewar bin
wek hûn li mala xwe bin
Piştî vê hevnasînê; mazûvan Pişta xwe didin êla gur an û pêve, jîrik û êla xwe kêfa belek dikin…
Jirîkê êla gur an dibêje;
-me cî da lingên xwe. Îajar divê em li gorî eslê xwe tevbigerin…
Kesên li jîrik guhdarî dikin; di ber axaftina wî ra dibêjin:
-divê em pilanên qirkirina wan pêde bikin!
Jîrik dîsa dibêje;
-Hûn bi baldarî tevbigerin û di destpêkê de divê em rûsipiyê wan ji xwe ra bikin hevkar û xirpikekê ji rêberê wan ra bikolin…
Jîrik ê gurxenêq; eyar ê miyê li xwe dike û dadikeve nav qewmê qedîm. Digihîje kîjan rûsipî; di derheqê wan û qewmê wan de, di derheqê rêberê wan de tiştên herî baş dibêje. Pesnê wan û qenciya wan dide. Hetanî xwe di nav wan de bi cî dike û pêve; îjar dest bi paşgotinî û fesadiya rêveberiya wan dike ku Rêber li ber çavên civakê reş bike!!!
Çi derew û bêbextiyên ku civakê pê birîndar bibe, pê bihêşe bera stûyê Rêber dide!!!
Bi dek û dolavan , roj bi roj civakê li dijî Rêber, bê bawer dikin…
Rojekê ji rojan;
sibê zû dibe gurme..gurma defê li ber deriyê Rêber. Rêber bi kelhêcan ji hindurê malê derdikeve û dinêre ku gel tev li pêşiya mala wî, li hawîrdora kerekî civîyane. Matmayî dimîne û dipirse;
-We xêr e? vê sibê zû?
Rûsipiyên qewm dibêjin;
-Îro dema rêbertiya te bi dawî bû!!!
Bi vê gotin a rûsipî ra ; sê-çar xort, bi lez, wek gur ên ku dadin miyekê, ra dihêlin Rêber û paşpaşîko li ser pişta kerê siwar dikin. Berê wî didin çiyayê ajalên dirinde…
Jîrik û êla xwe jî li derdora ker direqisin û diranan disûn…
Piştî ewqas ked û fedakariya Rêber; qewmê wî jê ra dibe neyar û wî dikin êm ê gur, hirç û keftaran!!!
do
em
mazûvan
ew
mêvan
em
xwedî
ew
Cenan
lê
Îro?
Farûqê Feroyî
Gelek spas ji bo ked û xebata we…
Rêya we vekirî be. Hûn ticarî ji vê keda xweyî qedîm bê par nemînin. Her serbilind bijîn