HINEK FELSEFE 3-4/ Osman Kapan

Beşa 3

Felsefe; bi temamî aqil e û di nava sînorê aqil de, bi gotinê tiştên nujen tîne ziman û dibe finda li pêşiya tarîtî yê. Ji wê ye yên xwedî felsefe piraniya caran bi tenê dimînin. Lewra ji dervî pêkutiya desthilatdaran, bawerhişk jî di rê ya wan de wekî kelemekî ne. Jixwe felsefe jî di demên welê de dertê. Me di nivîsa xwe ya duyem de, bi kinasî behsa felsefe ya Zerdeşt kiribû. Di vê nivîsê de jî emê behsa Felsefe ya Buda (Siddhartha Gautama) bikin.

Buda, lawmîr bû. Hal û wextê wî di nava xweşî, hebûn û zewqê de derbas dibû. Bes ji hêla manewî ve xwe birçî didît. Ango ji hebûna heyî têr nedibû, êşa têrbûyînê dikêşand. Lewra fikriyata wê demê ya serdest, êdî ji hêla hîştêriyê ve têra gel ne dikir û rewşeke qeyranî hebû.

Budîzm jî wekî Zertûştî yê, li hemberî Brahmanîzmê wekî bertek derket holê. Lewra gel bi çînan dabêş kiribûn û di nava xîzanî yê de, di şert û mercên zor de dijiyan. Êdî ramana Brahmanîzmê têrê nedikir ku gel ji hêla manewî ve hedar bike.

Buda ji bona ji vê re çareyekê bibîne kete nava lêgerînê. Lewra bi azmûna xwe zanîbû meriv bi zewq û sefayê rizgar û bextewar nabe. Îca demekê çewtî tevgeriya, xwe birçî hişt, êşafizîkî kêşand, li ber sir û seqemê ma, li binê dara zanînê. Dît ku ev rêbaz jî rizgarî û bextewariyê nayîne. Talî li binê wê darê gihişte heqîqeta xwe. Ango di felsefa xwe de mahir bû.

Budîzm bi awayekî sincî derket holê. Lewra encama ku Bûd agihiştibûyê û digot, ji hêla manewî ve giyana meriv di wan şert û mercan de têr dikir. Jixwe ku ramanek ji hêla girseyê ve hate pejirandin, tê wê wateyê ku ji hêla manewî ve gihiştiye armanca xwe.

Navê bi wateya; “şiyarbûn û ronîbûn” dida lê hate kirin. Gihiştibû wê rastiyê, ji bona meriv a herî baş di nava rapiriyan de navîngî ye. Ji wê kêliyê û pê de aştî û aramî hînî merivan dikir.

Di ramana xwe de gihişte wê encamê; ku meriv xwe ji xwestekên beşerî rizgar bike, meriv ancax ji tiştên gerdûnî û kesayeta ji xwe re sawirîn afirandî rizgar bike û xwe ji ajoyên ku dibine sedema hemû êşan bişoyê. Dê bigihîje Nîrvanayê. Wê demê ew kes ji her tiştî rizgar dibin. Ne êş, ne zewqên cismanî dimînin.

Bûda ji bona ku kes xwe bigihînin Nîrvanayê jî, rê û rêbaz nîşanî wan dida. Ango li gorî felsefeya xwe rêbazên jiyaneke çawa, cur bi cur tanî ziman. Li gorî wî riya Nîrvana wiha vedibe:

Her budîst ji bona bigihe Nîrvana tim di nava hewldanê de ye. Li gorî felsefeya Hindî, koça giyanî heye, da giyan xwe bi werivîne û kamil bibe ji bedenekê diçe bedeneke din, ango giyan nemir e.

Li gorî Bûda, meriv di heşt riyan re digihîje Nîrvana. Ew rê evin: “Nêrîna rast, biryara rast, gotina rast, çalakiya rast, jiyana rast, hewldana rast, bi bîranîna rast, ramîna rast”

Nexwe meriv, bi jiyaneke rast dê ji êşan rizgar bibe. Xwestekên gerdunî, li pêşiya jiyana rast asteng in ku meriv ji van xwestekan xwe rizgar bike, dê bigihîje heqîqeta jiyana rast û bê derew. Wê demê riya Nîrvana ji meriv re vedibe. Lewra sedema êş kêşandinê xwestek in. Ev heşt kiryar meriv ji êşê rizgar dikin; “bawerîya xurt, vîna xurt, gotina xurt, hewldana xurt, başiya xurt, alavên debarê ên xurt, bîra xurt, ramana xurt.” Di heman demê de tiştê ku qedexe jî dike hene, ew jî meriv dikarê bêje ku ew qedexe bi temamî sincî ne; “nekujin, malê kesî nedizin, hevjina kesî nexwazin, derewa nekin, serxweş nebin.” Ev jî temelê civaksaziya Budîzmê ne.

Beşa 4

Konfûçyûs, hemdemê Buda bû (bz.551 -479). Wekî me dinivîsên xwe yên berê de jî gotî, li her hêlê qeyranên aborî, sincî û kargeriyê hebûn. Her çiqasî ji hev cuda jî bûn, dawî dihat li mirov diqelibî. Lewra kirde mirov bû.

Di demeke ku qeyran mezin bûyî de Konfûçyûs, ji derdê Împaratoriya Çînê re li dermanekî digeriya. Lewra qeyrana heyî bi rê û rêbazên rêveberiyê çareser nedibûn û baweriya gel êdî bi rêveberiyê nemabû. Qeyrana heyî her çiqasî ne wekî ya Mezopotamya û Hindê be jî, ji hêla sincî ve rizîbûneke kûr hebû. Îca ji bona ku baweriya gel bi rêveberiyê nemabû, ji bo ku gel biçewisînin pêkutî roj bi roj zêde dikirin. Rojekê Konfûçyûs, bi devereke ku ji ber ajalan tu kes newêre pê ve biçe, diçe. Leqayî malbatekê dibe. Li hember vê rewşê matmayî dimîne û ji wan dipirse, “Ev der devereke hovane ye, şêr û piling mirovan qet qet dikin, qey hûn natirsin, li vir çawa debar dikin?” Malbat dibêje, “Ev hovîtî ji zima rêveberan pir çêtir e. Ajal dê carekê mirov bikujin, Rêvebir her roj mirov dikujin.” Ev gotin bi serê xwe zilm û zoriya li ser gel baş rave dike.

Konfûçyûs bixwe dewletparêz û şêwirmend bû. Bes bi şîret û xwesteka ku mirov bi hev re, bê pirsgirêk bijîn derketê pêş. Ji bona wê bi navê mamostayê mezin dihate binavkirin.

Felsefeya Konfûçyûs li ser hîmê şîretan bû. Mirov wê çawa bi hev re bijîn, dê yekîtiya Çînê çawa mîsoger bibe, bû. Lewra wê demê Çîn, di bin kargeriya xanedaniya Zhao de bû, ji çardeh xanedanan pêk dihat. Di nava xanedanan de nakokî hebûn, ji hêla konevanî ve qeyraneke ber bi çav hebû. Lê qeyrana herî mezin di hêla çandê de bû. Êdî çand, nêrît û gerdîşa heyî ji hêla manewî ve gel têr nedikir.

Împaratoriya Çînê, ber bi hilweşandinê ve diçu. Konfûçyûs ev yek didît û li riya ku yekîtiya Çînê mîsoger bike digeriya. Jibona wê hîmê felsefeya xwe li ser sincê ava kir. Ango li ser lihevkirina gel û kargeriyê. Lewra wî bi ezmûna xwe zanîbû ku kargerî çiqasî xurt be bila bibe, heke gel ew ne eciband û jê ne razî be, ew ji derdê gel re nebe derman, dê nikaribe împaratoriyê li hev ragire.

Hîmê çanda Çînê malbat bû. Îca berberiya di navbera xanedanan de ev hêl çilvirandibû û bê sincîtî li lûtkeyê bû. Konfûçyûs dest avête vê. Li gorî wî; diviya yekî ku rêbertiyê bike, berî her tiştî pêşî ew xwe darizîne û bi guherê. Ji gel re bibe mînak û ji hêla sincî ve hem kamîl, hem girêdayî be. Ku yên rêvebir rast û girêdayî nîrxan bî, gel dê ji wan re rêzdar be. Lewra ji bona mirov bikaribe hinekan bi rê ve bibe, beriya wê divê mirov bikaribe xwe bi rêve bibe.

Felsefeya Konfûçyûs li ser mirov bû. Bala wî li ser mirovê baş bû. Bi mirovê baş, civaka baş tê avakirin. Ango pêşî mirov divê baş bibe û ev dê civakê jî kamil bike. Ku mirov baş û ji hêla manewî ve têr be, ne li berjewendiyên tekakesî, dê li bejewendiyên civakî bi fikire.

Tişta ku Konfuçyus ji fîlozofên din cuda dike ev e; ew bi metafizîkê ve qet mijul nebû, guh neda tiştên razber, li ser tîştên şênber tevgeriya. Bi gotıneke din bi temamî li ser mirov fikirî. Li ser têkiliyên mirov û malbatê difikirî. Lewra divê malbat bextewar be û di ewlahiyê de be, bi kargeriya xwe re jî di nava ahengê de be.

Tişta ku mirov ji xwe re bike mengî, dive mirov di dema şahî, hêrs û kederê de nekeve bin bandora hestên xwe de. Aheng; dema ku hestên mirovî li pêş bin tê xuyakirin. Îca Konfûçyûs; hevsengî û rê ya navîn wekî dermanê jiyanê didît. Îca fikra li hev hatin, ahenk û dadmendî xiste navenda felsefa xwe…

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *