JI BO ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ I- Azad Zal

‘Ez kurd raketim ereb şiyar bûm’

Bûyer;

Bi navê Tahir kurdekî hemedanî ji bo ku îlm û îrfanê peyda bike û bibe serwerê heyînê û têbigihîje raza evînê berê xwe dide medreseyê.

Tahirê Hemedanî mirovek saf û dilpak e. Kî çi bibêje jê bawer dike. Wî bi dilpakiya xwe rêça xwe diyar kiriye û daxwaza wî bi tenê ew e ku wekî kurdekî dildarê zanyariyê û rêhevalê evînê bigihîje mexsed û miradên xwe.

Tahir diçe medreseyekê dixwaze li wir bi cih bibe. Li medreseyê şagirtên din jî hene û bi dilpakiya wî henekên xwe dikin û tu car jê hêvî nakin ku ew ê mirovekî şareza û xwedî îlm û îrfan jê derê. Lê ew şagirt dixwazin yarî û henekên xwe pê bikin.

Tahir ji şagirtên der û dora xwe dipirse;

“Gelo ez ê bi çi awayî bikaribim bibim xwedî îlm û îrfan?”

Şagirtên medreseyê;

“Ku tu şeveke zivistanê di hewza medreseyê de di nava ava cemidî de heta sibê bimînî tu yê bigihîjî îlm û îrfanê.”

Tahir jî wekî wan dike, di şeveke zivistanê de di hewaya bi qeşa de diçe dikeve nava ava hewzê û heta sibê dimîne.

Serê sibê di nava ava cemidî de dema bixwe dihese gotina wî ya pêşîn ev e;

“Emseytu kurdiyyen we esbehtu erebiyyen” (Ez kurd raketim, ereb şiyar bûm.)

Tahir ew şev dibe xwedî îlm û îrfanê, bi her awayî ew digihîjeraza evînê û zanyariyê bi dest dixe. Ji wê bi şûn de ew dibe “Pîr”, “Baba”. Ji ber ku bi her awayî ji her tiştî xwe safî dike, dibe “Uryan”. Navê wî jî dibe “Baba Tahirê Uryan”. Bi vî navê xwe wiha dibêje:

“Nezanîn kêmasiyek e, nehînbûn kêmasiyeke dubare ye”

Şîrove;

Seydayê me yê hêja Baba Tahirê Uryan ji vir û hezar sal berê sê rastî pêşî me kirine.

Yek: Ku tu kurdekî/e saf bî û dilpak bî; dê her kes henek û yariyên xwe bi te bikin. Ew ê te nezan û bêkêr bibînin. Lê ku tu rastiya xwe ji dest bernedî û di riya xwe ya ku te diyar kiriye de bi rastî û dirustî bimeşî tu yê bigihîjî mexsed û miradên xwe.

Dudu: Ku tu kurdekî/e rêwiyê riya xwe bî; dibe ku gelek astengî û zorî derên peşberê te. Dibe ku hin dilnexwaz û nebaş riyên zor û zehmet nîşanî te bidin. Ew kes dilxwazê te nîn in, neyar û nezan in.

Sisê: Ku tu kurdekî/e dildarê raza evînê, rêwiyê rêça azadiya xwe bî; carinan dibe ku tu li xwe mikur werî û tu bibêjî; ‘ez kurd im lê her kes wekî ereb / faris / tirk min dinase.”

Ku mirov li ser armanca xwe be, ku mirov di riya xwe de bimeşe, ku mirov azadiya xwe ya heyînî biparêze; kesên der û dora mirov, neyarên mirov, dilnexwazên mirov dibe ku mirov bi awayekî din bibînin. Lê rastî ew e ku her tim li ser riya rastî û duristiyê bimeşe.

Encam;

Ev çend hezar sal in ku neyarên me kurdan, dilnexwazên der û dora me kurdan me bi zorê dixin xewê û dema ku em şiyar dibin em ji xwe re dibêjin;

“Em wekî kurdekî/e raketin û wekî erebekî/e şiyar bûn”

“Em wekî kurdekî/e raketin û wekî farisekî/e şiyar bûn”

“Em wekî kurdekî/e raketin û wekî tirkekî/e şiyar bûn”

Ji vir û hezar sal berê ango di sala 1010an de Baba Tahirê Uryan wefat kiriye. Hezar sal di ser wefata wî re derbas bûn.

Îro evîna me di azadiya me de veşarî ye. Îro armanca me bi azadiya me diyar e. Îro zanîna me bi azadiya me watedar e.

Li vir em dikarin çarîneke Baba Tahirê Uryan bi rengê azadiyê dîsa vebêjin. Ku evîn û armanc û zanîna me di cihekê de gihîştibin hev û em jê re navekî bi rengê Baba Tahirê Hemedanî bibînin ku navê wê Delal be; em ê bibêjin:

“Delal, her du çavên me qesra te ne

Nav du çavên me cihê piyên te ne

Em ditirsin tu xafil gav bavêjî û

Bi mijangên me biêşin piyên te ”

II

Îtîrafek, bûyerek û rastiya xwezayî

Law

“Ez heştsalî bûm me mala xwe bar kir em çûn Stenbolê. Bavê min ji bo ku em zû hînî tirkî bibin li mala me “sıkıyönetim” ava kir û kurdî qedexe kir. Di vê biryara bavê min de ya ku di navberê de şewitî diya min bû. Diya min a reben ji ber ku xwendin û nivisandina wê tune bû hem hînî tirkî nebû û hem jî kurdî ji bîr kir. Zimanekî têkilhev ê bi kurdî û tirkî “kutirkî” bikar dianî. Ji me zêdetir kesê jê fêm nedikir. Jixwe îcab nedikir ku kes jê fêm bike, lew re diya min a reben hema bibêje qet dernediket derve. Diya min a reben ya ku bi kutirkî diaxivî ku derketa derve jî bi çarşeva reş derdiket derve. Ango diya min a reben hem ji aliyê fizîkî ve û hem jî ji aliyê zihnî ve temamî temenê xwe di tarîtiya zindana reş de derbas dikir.”

* * *

Bav

Bi eslê xwe ji Bedlîsê ye, di sala 1920an de li Konyayê tê dinyayê.

Di yazdehsaliya xwe de dest bi perwerdeya medreseyê dike.

Li navçeya Havilê ya ku bi bajarê Sêrtê ve girêdayî ye dest bi memûriyetê dike û dibe miftî.  

Demekê şûn de dev ji miftîtiyê ber dide û vedigere Norşînê, li wê derê ders dide.

Di sala 1966an de tevî malbata xwe mala xwe bar dike Stenbolê. Li Stenbolê dersên medreseyê dide, piştî du salan dibe waizê navendî yê Stenbolê.

Di sala 1975an de dev ji waiziyê berdide.

Zimanê kurdî, erebî, farisî, tirkî dizane.

Demekê şûn de bi munasebeteke ne diyar nexweş dikeve û demeke dirêj di nava cihan de nexweşînê derbas dike.

Di 25ê Berfanbara 2004an de di 84 saliya xwe de dimire.

* * *

Bûyer

Ev bav piştî ku malê bar dike û diçe Stenbolê karê wî yê pêşîn di malbatê de qedexekirina kurdî ye. Bi tu awayî nahêle zarokên wî bi kurdî biaxivin.

Ew bi xwe jî bi kurdi naaxive.

Heta ji Kurdistanê dema ku mêvanên wî diçin û pê re bi kurdî diaxivin ew bi tirki bersiva wan dide.

Di vê rewşê de neyartiyek li hember ziman heye. Ev neyartî ne neyartiyeke ji rêzê ye jî. Neyartiyeke tundrav a li hember xwe û kurdîtiya xwe…

Demekê şûn de ev bav nexweşînek bi serê wî de tê, demeke dirêj di nava cihan de dimîne. Xwedê lê tê xezebê.

Bûyerek bi serê wî de tê û wekî felc lêkevê (dibe ku qeza jî kiribe).

Piştî ku nexweşîn lê peyda dibe hemû zimanan ji bîr dike, dike nake nikare bi zimanên ku dizane biaxive.

Lê tenê zimanek ji bîr nake.

Ew ziman jî zimanê kurdî ye û di dema nexweşîna xwe de û heta ku dimire bi tenê dikare bi kurdî biaxive…

Mirovê ku di mala xwe de kurdî qedexe bike û tu caran nehêle zarokên wî bi kurdî biaxivin, di dawiya temenê xwe de demeke dirêj di nav cihan de bimîne û bi tenê zimanê kurdî bikaribe biaxive…

Dia

Xwedê bûyerên bi vî rengî bîne serê hemû kurdên ku di rewşa vî camêrî de ne…

 

Azad ZAL

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *