Jîn ARYEN – Pêşengeke Êzidî: Meyan Xatûn

Pêşengeke Êzidî: Meyan Xatûn

Jîn ARYEN

Meyan Xatûn di sala 1874an de li gundê Baedrayê yê ku li ser navçeya Şêxanê ye di malbateke esil a êzîdiyan de ji dayik bûye.  Ew keça mîrê Baedrê ya bi navê Ebdî Beg bû. Dayika wê jî ji mîrîtiya Xanedana Çolê bû.

Ew bi xweşikbûn û zîrekbûna xwe li gundê ku lê mezin bûbû û li gundên li derdorê bi nav û deng bû.  Bi sekn û helwesta xwe, bi jîrbûn û wêrekiya xwe bala gelek kesan dikişand ser xwe. Ew di wê zanebûnê de bû ku xwedî malbateke rêzdar, bihêz û qedîm e. Lewre mîrîtiya Baedreyê xwedî dîrokeke kevnar bû. Bêguman vê rewşê di heman demê de gelek berpirsyariyên giran û biêş jî bi xwe re dianîn…

Baedre herçiqas ji aliyê erdnîgariyê ve cihekî wek navçeyê biçûk be jî, ji aliyê siyasî û bawermendiya êzidiyan ve cihekî taybet, bibandor û pîroz e. Ev der ne tenê navenda rêvebiriya mîrîtiyê ye, di heman demê de wek wargeha ‘meclîsa çilan’ a qedîm tê qebûlkirin û ji bo êzdiyan piştî perestgeha Laleşê cihekî herî pîroz tê dîtin. Herwiha Baedre ji bo êzîdiyan wek pireke dîplomasiyê ye ku bi riya wê bikaribin maf û hebûna xwe li cîhanê jî bidin pejirandin û ji aliyê gel û baweriyên din ên cîhanê ve bên nasîn û bên famkirin.

Zewaca Meyan Xatûn û Elî Beg

Meyan Xatûn di nava van kar û barên mîrîtiyê de mezin bûbû û ji biçûktiya xwe ve bi fam û zanîna xwe, bi jîrbûn û zîrekbûna xwe derdiket pêş. Dema ku ew hatibû 18 saliya xwe, ji bo ku mîrîtiya Baedreyê bihêztir bibe û têkiliyên wan ên xurt bi pêş bikevin malbatê biryara zewaca Meyan Xatûn û pismamê wê Elî Beg, ku ew jî kurê mîrekî bû dan.

Elî Beg bi temenê xwe ji Meyan Xatûnê gelek mezintir bû. Lê li gor çand û kevneşopiyên êzîdiyan zewaca kur û keçên mîran divê bi kesên di heman astê de bûna re pêk bihata. Pergala çînî ya wek ‘kast’ jî tê binavkirin di nava civaka êzîdiyan de pêşketî bû. Ji ber vê sedemê bi taybetî di malbatên mezin ên wek mîr an jî şêxan de zewacên pêk dihatin bi gelemperî li gor berjewendî û ‘kast’a malbatan dihat diyarkirin. Meyan Xatûn jî li gor şert û mercên wê demê û ji ber temenbiçûkiya xwe nikaribû li dijî vê biryarê biderketa, lê dema ku em li pêvajoya zewaca herduyan dinêhêrin û têkiliyên wan dinirxînin em dikarin bibêjin ku ev zewac ne bi dilê wê bû û bi demê re ev têkilî dê bûbûya sedemên hinek pirsgirêkên cudatir jî.

Meyan Xatûn û Elî Beg di navbera salên 1892-1893an de dizewicin. Piştî zewaca wan bavê Elî Beg jiyana xwe ji dest dide û Elî Beg dewsa wî dibe mîrê êzîdiyên Baedreyê.

Bêguman peywir û erka mîrîtiya êzîdiyan ne hêsan bû û bi xwe re gelek êş û azarên giran jî dianî. Lewre civaka êzîdiyan li Rojhilata Navîn a ku bi giranî di bin bandora îslamiyetê de bû, ji ber kurdbûna xwe ya resen û ji ber bîr, bawerî û çanda xwe rastî gelek êrîş, êşkence û dijwariyan dihatin, ku ev yek heta roja me jî domiyaye. Bi taybetî di serdema dewleta Osmaniyan de êzîdi bi gelek fermanên komkujiyê re rû bi rû mane û di encama van fermanan de bi hezaran êzîdi hatine qetlkirin, gund û bajarên wan hatine desteserkirin û şewitandin; perestgeh û cihên wan ên dîrokî hatine hilweşandin, mal û milken wan hatine talankirin, zarok û jinên wan rastî destdirêjiyê hatine, bi polîtikayên mişextkirin û bicîhkirina ji war û welatê wan dûr gelhe, cih û jîngehên wan hatine guhertin.

Civaka êzîdiyan ji dîrokê heta niha ji ber ku ji aliyê siyasî, civakî û dîplomasiyê ve ne xwedî rêxistinbûyineke xurt bûn, li dijî ewqas êrîş, talan, destserkirin û fermanên ku li ser serê wan dihatin rakirin nikaribûn zêde li ber xwe bidin û ji bêçaretiyê mişextî, koçberî û parçebûyin her dibû para wan…

Komkujiya Êzîdiyan û Mişextî

Meyan Xatûn û hevjînê wê Mîr Elî Beg jî di sala 1892-1893an de ku hê nû zewicîbûn şahidiya dûbarekirina vê dîroka bêyom kiribûn û çarenûsa êzîdiyan careke din rûyê xwe yê reş nîşanî wan jî dabû.

Dewleta Osmaniyan bi riya Tuxgeneral Omer Wehbî Paşa derbarê êzîdiyan de careke din ferman rakiribû ku yan diviyabû êzîdi dest ji baweriya xwe berdana û bûbûna misilman û  leşkerên Osmaniyan an jî dê bi qirkirinê re rû bi rû bimana.

Di encama gelek êrîşên dijwar û çespandinê de gelek êzîdiyên ku li gundên ser sînor û derdorê diman ji ber ku nikaribûn xwe biparêzin hatibûn qetilkirin. Perestgeha êzîdiyan Laleş hatibû talankirin û desteserkirin. Vê talan û desteserkirinê heta salên 1907an berdewam kiribû û heta vê demê jî Laleş di bin desthilatdariya Osmaniyan de ji bo berjewendiyên misilmantiyê hatibû bikaranîn.

Wan salên zor û zehmet bandora xwe li ser Meyan Xatûnê û Mîr Elî Begî jî kiribûn. Dewleta Osmanî ji bo ku li pêşberî cîhanê serê êzîdiyan bitewîne û wan bixe bin kontrola xwe pêwist bû ku pêşiyê rêber û pêşengên êzîdiyan ji hêz bixista û şertên xwe bi wan bida qebûlkirin; lê Meyan Xatûn jî hevjînê wê Mîr Elî Beg jî ligel hemû zilm, zordestî, gef û êşkenceyan misilmantiya ku ji aliyê rayedarên dewleta Osmaniyan li wan dihat spartin nepejirandine û ji ber vê sedemê ji war û welatê xwe hatine mişextkirin.

Meyan Xatûn û Mîr Elî Beg mişextî bajarê Sêwasê bûne û 3 sal li vir di bin şert û mercên pir giran de mane.

Meyan Xatûn ji ber van şert û mercên mişextiyê nexweş dikeve û di encama vê nexweşiyê de li ser hev zarok ji ber diçin. Ev rewş li ser derûniya wê jî bandoreke giran pêk tîne. Em dikarin bibêjin ku ev 3 salên dijwar ên mişextiyê li ser teşegirtina kesayeta Meyan Xatûnê jî diyarker bûne. Ew piştî ku kurê wê Sêîd çêdibe û wî digire hembêza xwe di roj û şevên dirêj ên di mişextiyê de li ser rewşa ku civaka êzîdiyan di nav de dijiya zêdetir difikire û bi vê rewşa kambax xemgîn dibe. Ev êş û xemgîniya wê lêhûrbûnên kûr pê re tîne ku emrê xwe yê mayî dê bidaya ser parastin û birêxistinkirina êzîdiyan.

Van salên dijwar û pirsgirêkên dîrokî yên êzîdiyan jî bi Meyan Xatûnê dabûn famkirin ku divê ew hê baştir bixebite û civaka êzîdiyan ji nû ve birêxistin bike û yekitiya wan ava bike. Ew di wê zanebûnê de bû ku êzîdi ji ber ku yekitiya xwe pêk neanîne û bê pêşeng mane rastî ewqas neheqî, zilm û zordariyê hatine. Ji ber vê yekê wan divê wek pêşengên vê civakê ew kêmasiyên dîrokî ji holê rakirana; da ku bikaribin ji civaka xwe re pêşengtiyê bikin û ew çarenûsa reş û bêyom bi dawî bikin.

Rêbereke xwezayî

Meyan Xatûn jineke jîr, wêrek û pêşbîn bû. Ji aliyê avakirina têkiliyan û meşandina dîplomasiyê ve zîrek û pêşketî bû. Bi fikr û ramanên xwe gelek caran rê li ber mîrîtiyê vedikir û pirsgirêkên civakî û siyasî çareser dikirin. Vê taybetmendiya wê li ser Mîr Elî Beg jî pir bandor dikir ku mîr bêyî ku bi wê bişêwire biryar nedigirtin. Lê ew ji şêwirmendekê wêdetir, rêvebireke esas a mîrîtiyê bû, lê mixabin ew ji ber ku jin bû tu car bi awayekî fermî û aşkera nikaribû kar û barên mîrîtiyê bi rê ve bibira.

Meyan Xatûn û Mîr Elî Beg piştî berxwedana xwe ya 3 salan a li dijî Osmaniyan û hewldanên dîplomasiyê careke din vegeriyan ser axa xwe Êzîdixanê. Li ser van salên mişextiya Meyan Xatûn û Mîr Elî Beg gelek çîrok û klam jî hatine gotin û nivîsin. Di van çîrok û klaman de jiyan û serpêhatiyên êzîdiyên li Sêwasê jî xwe teyisandine deng û newaya çîrokbêj û stranbêjan.

Roja ku Meyan Xatûn û Mîr Elî Beg, ji mişextiyê vedigerin ser axa xwe ya pîroz ji bo êzîdiyan wek rojeke dîrokî tê qebûlkirin.  Berxwedan û serînetewandina herdu pêşengên êzîdiyan a li dijî dewleta Osmaniyan bîr, bawerî, hêvî û hêza êzîdiyan mezintir dike. Meyan Xatûn û Mîr Elî Beg di civaka êzîdiyan de cihekî taybet digirin ku hê jî wek pêşengên dîrokî tên qebûlkirin.

Herwiha di serdema mîrîtiya Meyan Xatûn û Elî Beg de Laleş di sala 1907an de careke din ji destê dewleta Osmaniyan tê rizgarkirin û dikeve bin kontrola êzîdiyan. Ev ji bo êzîdiyan xaleke girîng a serketinê ye. Di bidestxistina vê serketinê de hewldan û bandora Meyan Xatûnê, bi taybetî ji aliyê meşandina dîplomasiyê ya bi hêzên herêmî û biyaniyan re gelek girîng e.

Meyan Xatûn di vê serdemê de li gel mîr Elî Beg û birayê xwe Îsmaîl Beg bi êzîdiyên Qefqasyayê re jî têkiliyan datîne û ji bo doza êzîditî û yekitiya civaka xwe têkoşîneke bêhempa dide meşandin. Heta dawiya emrê xwe ji bo ku civaka êzîdiyan ji xetereyên komkujî û fermanên Osmaniyan û hikûmeta Iraqê biparêze li ber xwe dide.

Li Baedreyê Serdemeke Nû

Baedre navenda desteya bilind bû û di heman demê de wek baregehekê bû. Cihekî taybet û stratejik bû. Ji ber vê sedemê di mîrîtiya Baedreyê de meşandina karên siyasî, civakî û pêkanîna hevsengiya têkiliyên di navbera eşîran de ne hêsan bû helbet. Mîr Elî Beg jî piştî ewqas tevlîhevî, hevsengî û pêvajoyên dijwar, di sala 1913an de bi awayekî biguman tê kuştin.

Mîr Elî Beg li qesra xwe ya Baedreyê, di şeveke ku serkêşê eşîra Doskî yê bi navê Safîr Axa kiribû mêvan jiyana xwe ji dest dide. Mirina Mîr Elî Beg a bi vî awayî dibe sedemên gelek nîqaşên cuda lê dîsa jî sedema mirina wî tu car nayê zelalkirin.

Ji ber sedema bidestxistina mîritiyê demeke dirêj bû ku di navbera malbata Mîr Elî Beg û malbata Çolê, bi taybetî jî birayê Meyan Xatûnê Îsmaîl Beg de nakokiyên kûr bi pêş ketibûn. Ji ber vê yekê Meyan Xatûnê ji bo mirina Mîr Elî Beg birayê xwe sûcdar dikir, lê ji aliyekî ve di nava eşîran de gumanên li ser Safîr Axa jî hebûn û dibû sedema nîqaşên cuda.

Piştî mirina Mîr Elî Beg, Meyan Xatûn li dijî birayê xwe Îsmaîl Beg têkoşîneke navxweyî dide meşandin û ligel hemû hewldanên wî yên ji bo bidestxistina mîrîtiyê rê li ber venake û bi hemû eşiran re têkilî datîne, wan qanî dike û kurê xwe Seîd Beg dike mîrê nû ya Baedreyê. Lê ji ber ku Seîd Beg bi temenê xwe hê zarok bû, dê hemû kar û barên mîrîtiyê êdî Meyan Xatûn bi rê ve bibirana û bi awayekî fîîlî dê bûbûya jinemîra Baedreyê.  Bi vî awayî li Baedreyê piştî mirina Mîr Elî Beg pêvajoyeke nû dest pê kir.

Jinemîra Baedreyê

Mîr Seîd Beg bi temenê xwe hê zarok bû û ji kar û barên birêvebirina mîrîtiyê zêde fêhm nedikir. Ew wek kesayet jî ji aliyê girtina berpirsyariyê ve ne xwedî helwesteke xurt bû û bi hestyarî tevnedigeriya. Ew ji mijûlbûyina kar û pirsgirêkên civakî zêdetir bi kêf û şadiya xwe re mijûl dibû û haya wî ji dîroka kambax a êzîdiyan tunebû ku bikaribe li ser pêşeroja civaka xwe bifikire û ji bo wan bixebite.

Meyan Xatûnê bi rewş û sekna kurê xwe dizanîbû û li gor wê di helwest û hewldanên xwe de hê zêdetir bi baldarî tevdigeriya. Ji ber ku di serdema mîrîtiya kurê wê de aloziyên di navbera xal û pismaman de ya ji bo mîrîtiyê derketibû Mîr Seîd Beg zêde dernedixist pêş. Ji ber vê ew bi têkiliyên malbatî û herêmî re mijûl dibû û bi pêşengiyeke xurt hem mîrîtî bi rê ve dibir hem jî kurê xwe Mîr Sêîd perwerde dikir da ku Mîr Seîd di rojên pêş de bikariya bêyî wê rêvebiriya mîrîtiyê pêk bianiya.

Mîr Seîd Beg jî ji vê rewşê zêde aciz nebû. Ew bi zanîn û cerebeyên dayika xwe mezin dibû û li  bin siya wê kar û barên mîrîtiyê hîn dibû.

Meyan Xatûnê piştî serdema duyemîn a mîrîtiyê bandora xwe ya li ser mîrîtiya Baedreyê jî xurtir kiribû. Di vê serdemê de têkiliya wê ya bi eşîrên herêmê re ji her demê zêdetir pêş ketibû û êdî serweriya wê di nava serkêşên eşîran de jî dihat qebûlkirin. Em dikarin bibêjin ku hemû kar û xebatên mîrîtiyê, hevdîtinên siyasî û dîplomasiyê ji aliyê Meyan Xatunê ve dihatin meşandin.

Meyan Xatûn êdî ne tenê di nava kurdên ezîdî de li gelek deverên cuda jî dihat nasîn û bi nav û deng bû. Ew di nava civata xwe de û li herêmê xwedî qedr û qîmeteke mezin bû û dihat hezkirin.

Qesra ku Meyan Xatûn û kurê wê Mîr Seîd Beg lê diman her tim bi mêvanên ku ji herêmê û ji welatên din dihatin tijî dibû. Meyan Xatûnê li gel Mîr Seîd Beg hemû kar û barên mîrîtiyê li vê derê didan meşandin, mêvanên xwe li vê derê pêşwazî dikirin. Serkêşên eşîrên kurd û ereban, wezîr û rayedarên payebilind ên dewletên cuda jî dihatin li qesra Meyan Xatûnê rûdiniştin û li ser êzîdîtiyê, pirsgirêkên Iraqê, Rojhilata Navîn û yên cîhanê nîqaş dikirin.

Meyan Xatûnê ji xeynî birêvebirina mîrîtiyê û pêşwazîkirina mêvanên payebilind di vê qesra qedîm de şevbihurk û dîwanên dengbêjiyê jî dida lidarxistin û di şevên dirêj de heta destê sibehê guhdariya dengbêjan dikir.

Meyan Xatûnê ji stranên dengbêjiyê pir hez dikir û qedr û qîmetekî mezin nîşanî dengbêjiyê dida. Herwiha wê dixwest çand û hunera êzîdîtiyê her dem zindî bimîne û ji bo vê di van dîwanan de xelatên serketinê jî dida dengbêjên pêşketî û piştgiriya wan dikir. Yek taybetmendiya Meyan Xatûnê jî ew bû ku di dîwanên dengbêjiyê de tu caran nedihîşt stranên pesn û mezinkirina li ser kesayeta wê bên gotin û destûr nedida ku dengbêj li ser navê wê û ji bo wê bistrên.

Serîrakirina Êzîdiyan

Serdema ku Meyan Xatûnê pêşengiya civaka êzîdiyan dikir, herçiqas serdemeke gelek dijwar, zor û zehmet bû jî, ji aliyê pêşeroja êzîdiyan ve ewqas jî girîng û stratejik bû. Lewre herdu şerên cîhanê jî di vê serdemê de pêk hatibûn û Rojhilata Navîn ji aliyê dewletên dagirker ên wek Brîtanyayê ve ji nû ve dihat parvekirin û sazkirin. Civaka êzîdiyan jî ji vê pêvajoya hişk û xedar para xwe bi rengekî neyînî girtibûn û gelek caran rastî êrîşên komkujiyê hatibûn.

Meyan Xatûn herçiqas ji bo ku yekîtiya êzîdiyan ava bike bi hemû derfetên heyî têdikoşiya jî pêkanîna vê ne tiştekî hêsan bû. Kurdên êzîdî li bin navê eşîretbûyinê hatibûn parçekirin û ji aliyê siyasî, civakî û baweriyê ve ne xwedî feraseteke hevpar û yekpare bûn. Lê dîsa jî xebat û  hewldanên Meyan Xatûnê encam didan û şiyarbûna ku di nava êzîdiyan de çêbûbû herku diçû bi pêş diket.

Di encama vê de di salên 1930-1935an de serkêşên bi navên Hemoyê Şero û Dawûdê Dêwid jî li aliyê Şengalê rêxistina xwe xurt kiribûn û pêşengiya civaka êzîdiyên Şengalê dikirin. Êzîdî piştî demeke dirêj li dijî zext û zordariyên li ser wan xwe birêxistin dikirin û li dijî hêzên dewleta Iraqê û yên Brîtanyayê daxwaza mafên xwe dikirin. Êzîdî di dîrokê de cara ewil ji bo nasnameya xwe ya kurdbûnê û baweriya xwe ya êzîdîtiyê derdiketin pêşberî qada cîhanê û daxwazên xwe yên polîtîk bi awayekî birêxistinkirî bilêv dikirin. Li gor serdema xwe ev rêxistinbûyin û pêşketin ji bo parastina hebûna wan di asta dîrokî de bû. Lê ev rêxistinbûyina ku derketibû pêş herçiqas hêz û moral dida civaka êzîdiyan jî, ji aliyêkî din ve xetereyên mezin jî di nava xwe de dihewand.

Herwiha dewleta Brîtanyayê piştî dagirkirina axa Iraqê serweriya xwe li vê derê pêk anîbû û bi hikûmeta Iraqê re li hev kiribûn. Ji ber vê sedemê li dijî serîrakarina êzîdiyan -a bi armanca nasandina nasname û mafên xwe- derdiket û dixwest daxwazên êzîdiyan bitepisîne. Ji ber vê yekê beriya ku ji Iraqê derbikeve bi ser herdu pêşengên êzîdî Hemoyê Şero û Dawûdê Dêwid ve çû û rêxistinên wan belav kir. Dewleta Brîtanyayê piştî ku herdu pêşengên êzîdî ji hêzê xistin, ew mişextî Sûriyeyê kirin û zorî da Baedreyê ku bi hikûmeta Iraqê re li hev bikin.

Fermana Reş

Meyan Xatûnê ji bo ku civaka êzîdiyên kurd mafên xwe yên siyasî û bawerî bi dest bixin bi Brîtanyayê re hevdîtin pêk anîn û hin şertên xwe bi wan dan qebûlkirin. Lê Hikûmeta Iraqê salekê piştî ku Brîtanya ji herêmê vekişiya hêza xwe xurtir kir û peymana ku bi Meyan Xatûnê re hatibû destnîşankirin betal kir.

Hikûmeta Iraqê di sala 1934an de zagona leşkerî ya mecbûrî derxist û ji êzîdiyan jî daxwaz kir ku ew jî bibin leşkerên Iraqê. Meyan Xatûn û hin pêşengên din ên êzîdî li dijî vê zagonê derketin û çûyina leşkeriyê red kirin. Civaka êzîdiyan bi vê helwesta xwe di dîroka xwe de cara duyemîn ‘Dijderketina Wijdanî’ pêk anîne û spartina leşkeriyê ya ji aliyê dagirkeran ve qebûl nekirine. Meyan Xatûn û pêşengên din ên êzîdî ji hikûmeta Iraqê xwestin ku civaka êzîdiyan derveyî vê zagonê bigirin, lê hikûmetê ev daxwaza wan qebûl nekir û careke din bi awayekî hovane êrişî wan kir.

Di sala 1935an de, di meha îlonê de Hikûmeta Iraqê bi tank û topên xwe kete bajarê Şengalê û axa kurdên êzîdî talan û wêran kir. Gelek êzîdî di vê komkujiyê de hatin qetilkirin û gelek jî ji wan ji warên xwe hatin dûrxistin û mişextî welatên cudatir bûn. Gelek jinên êzîdî yên ji bo ku nekevin destê neyaran xwe ji zinarên bêser û binî avêtin xwarê, gelek ji wan jî xwe berdan çemê Dîcleyê û mîrateyeke xedar hiştin li dû xwe.

Mirina Mîr Seîd Beg û Pêvajoyeke Nû

Meyan Xatûnê demeke dirêj xwest êş û birînên vê komkujiyê aş bike, lê her êrîşa ku li ser êzîdiyan pêk dihat paşdeçûyinek jî bi xwe re dianî û pirsgirêkên civakî zêdetir kûr dikir. Li dijî vê pêwist bû ku êzîdiyan hêz û têkoşîna xwe jî mezintir bikirina, lê di vê mijarê de wê tenêtiyeke pir kûr dijiya. Kurê wê Mîr Seîd Beg jî wek hevjînê wê Mîr Elî Beg bi awayekî bigûman li bajarê Mûsilê di Hotela Kevkeb El Şark de hatibû kuştin…

Wê di rojeke bêyom a kelekela meha tîrmehê de agahiya mirina kurê xwe girtibû û ketibû nava êş û elemeke giran.

Lewre mirina Mîr Seîd Beg jî wek a bavê wî Mîr Elî Beg bi gûman bû û tu caran nehat zelalkirin. Helbet vê rewşê jî li ser Meyan Xatûnê zêdetir bandor dikir, lê li aliyekî jî derdora wê bi feq û fîtneyan hatibû dorpêçkirin. Diviyabû ku wê li dijî vê dorpêçkirina berfireh a neyaran berjewendiyên civaka xwe û yên mîrîtiyê bi awayekî xurt biparasta. Meyan Xatûnê jî dizanibû ku êdî ji bo wê û mîrîtiya Baedreyê pêvajoyeke nû dest pê dikir.

Meyan Xatûnê piştî mirina Mîr Seîd Beg careke din xwe di nava şerê desthilatdariya ji bo mîritiyê de dît û ji bo parastina mîrîtiyê têkoşiya. Wê nedixwest ku bi nîqaşên nava malbata mezin a ji bo bidestxistina mîrîtiyê paşveçûyinek çêbibe û ji bo vê destpêkê kesên ku li dijî wê tevdigeriyan beralî kir û di sala 1944an de neviyê xwe Tehsîn Beg anî ser peywira mîrîtiyê.

Mîr Tehsîn Beg kurê Mîr Seîd Beg bû û dema hat ser mîrîtiya Baedreyê hê 11 salî bû. Dayika wê Xoxê keça mîr Naîf Beg bû. Piştî mirina Mîr Seîd Beg wê jî piştgiriya kurê xwe dikir ku mîrateya bavê xwe bidomîne, lê bandora herî mezin a li ser mîrîtiyê bêgûman bi sekn û hêza xwe Meyan Xatûn bû.

Meyan Xatûnê bi mîrîtiya neviyê xwe Tehsîn Beg dê serdema sêyemîn a mîrîtiya Baedreyê jî bi rê ve bibira û ji bo pêşerojê Tehsîn Beg perwerde bikira. Mîr Tehsîn Beg asta êrîşên li ser kurdên êzîdî, dek û dolabên siyasî yên li Rojhilata Navîn, şerên desthilatdariyê, têkoşîn û hunera rêvebirinê dê ji kiryar, cerebe û şîretên pîrika xwe Meyan Xatûnê hîn bûbûya û bi demê re bipijiya.

Serhildan, Bêbextî û Welatperwerî

Di sala 1945an de serhildana kurdên li başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Iraqê dest pê kiribû lê mixabin hinek eşîrên kurdan jî bi hevkariya dagirkeriya Iraqê bêbextî li neteweya xwe dikirin.

Dewleta Iraqê ya dagirker û hinek eşîrên kurd ên misilman ji bo ku kurdên êzîdî jî bibin alîgirê wan û piştgiriyê bidin wan bi Meyan Xatûnê re hevdîtin pêk dianîn û carinan jî bi riya navbeynkaran name jê re dişandin. Lewre li gor agahiyên wê demê 600 hezar kurdên êzîdî girêdayî mîrîtiya Baedreyê anku Meyan Xatûnê bûn. Dewleta Iraqê, hinek şêx û serkêşên din ên eşîrên kurd û ereban hay ji vê hêza Meyan Xatûnê hebûn û dixwestin wê bikişînin aliyê xwe.

Meyan Xatûn jineke welatperwer, jîr, têgihiştî û zana bû. Wê nedixwest civaka êzîdiyan a ku rastî gelek komkujiyan hatibû bixe nava şerekî navxweyî ku careke din xwîna wan bê rijandin. Wê bi hewldanên dîplomasiyê nêrinên xwe wiha peşkeş kirin:

“Qewmê kurdên êzîdî ku bi sedan sal in rastî gelek komkujiyan hatine û ji hêzê hatine xistin, em rast nabînin ku bi misilmanan re bikevin nava şerekî din ê navxweyî û careke din xwîna wan bên rêtin.”

Meyan Xatûnê bi vê sekna xwe ya bibiryar pêşî li komkujiyeke din a li ser êzîdiyan girt û bi riya dîplomasiyê nehişt ku eşîrên êzîdî û misilman careke din bên dijberî hev.

Koçkirina Dawî ya Meyan Xatûnê 

Meyan Xatûnê di sê serdemên mîrîtiya Baedreyê de tevahî 44 salan bi awayekî çalak kar û barên mîrîtiyê bi rê ve bir û pêşengiya civaka kurdên êzîdî kir. Ew piştî jiyaneke ewqas têr û tijî ya di nava têkoşînê de derbas bûbû di sala 1957an de li Baedreyê çû ser dilovaniya xwe.

Ew heta dawiya temenê xwe ji bo ku rizgarî û yekîtiya êzîdiyan ava bike û wan ji xetereyên komkujiyê biparêze têkoşiya û xebitî; di jiyana xwe ya têkoşer de gelek berdêlên giran jî dan, lê dîsa jî paş ve gav neavêt. Wê di nava civaka êzîdiyan de -ku ji aliyê hişmendiya jinê ve paşverûtiyeke pir kûr jî hebû- 44 salan rêbertî kir û bi hêz, pêşbînî, zanebûn û sekna xwe ya polîtîk pêşengiyeke serketî kir.

Meyan Xatûn jineke bîrewer û bibiryar bû. Bi jiyan û têkoşîna xwe hêz û pêşengiya nirxbiha ya jina kurd, bi taybetî jî ya jina êzîdî pêk dianî. Ew wek jineke kurd û êzîdî nirxên xwe, nasnameya xwe ya neteweyî, çand û hebûna gel û axa xwe bi awayekî dewlemend parast û li gel nav û dengê xwe mîrateyeke giranbiha ya dîrokî jî hişt li dû xwe.

Serdema Dawî ya Mîrîtiyê  

Piştî koça dawî ya Meyan Xatûnê nêviyê wê Tehsîn Beg birêvebirina mîrîtiya Baedreyê berdewam kir. Di serdema mîrîtiya Tehsîn Beg de êdî desthilatdariya sedan salan a Dewleta Osmaniyan bi dawî bûbû lê ji bo êzîdiyan dîroka fermanan a komkujî û mişextiyê hê berdewam bû. Mîr Tehsîn Beg jî wek bapîrê xwe Mîr Elî Beg û bavê xwe Mîr Seîd Beg dê şahidiya gelek fermanên qirkirin, pişaftin, belavkirin û dîlgirtina civaka xwe êzîdiyan bikira. Ew jî wek dapîr û bapîrê xwe dê ji ax û warê xwe bihata mişextkirin û bi hesreta welatê xwe salên dirêj derbas bikira.

Dîrokzan û erdkolog Austen Henry Layard ku li ser herêmê lêkolîn kiriye di berhemeke xwe ya di salên 1839an de nivisandibû derbarê êrîşên osmaniyan û rewşa êzîdiyan de wiha dibêje:

“Parêzgerên Osmanî Mehmed Reşît Paşa û Hafiz Paşa êzîdiyên ku radestî wan dibûn jî didan kuştin, lewre li gor dînê îslamê girtina bacê ya ji êzîdiyan jî ne helal bû û ji ber vê wateya jiyana wan jî tunebû; divê bihatana tunekirin. Gelek êzîdî ji ber vê rewşa kambax di nava şikeftên ku ji bo rizgarbûnê xwe veşartibûn de hatin şewitandin. Tenê du rê li pêşiya wan hebû. Yan dê dev ji baweriya xwe biberdana û bûbûna leşkerên Osmaniyan an jî dê bihatana qetilkirin… Di van komkujiyan de gelek jinên êzîdî hatibûn revandin û li ‘harem’an de hatibûn bicihkirin. Herwiha zarokên wan jî li bajarên cuda dihatin firotin…”

Fermana 73an û Şerê Rizgariyê

Dîrok û çarenûsa êzîdiyan a bêyom piştî 200 salan jî neguherîbû û ew bîra ku Osmaniyan bi fermanên komkujiyê ava kiribû bi riya neviyên Osmaniyan, dewleta Iraqê û herî dawiyê jî bi êrîşên DAIŞê nû dibû. Mîrê êzîdiyan ê dawî Tehsîn Beg jî di vê çerxa bêsiûd a êzîdiyan de dê şahidiya fermana 73an a ku ji aliyê kujerên hov ên DAIŞê ve pêk hatibû bikira. Lê Mîr Tehsîn Beg û civaka êzîdiyan di heman demê de ji carên din cudatir dê şahidiya têkoşîneke dîrokî ya parastina êzîdiyan jî bikirana.

Di meha tebaxa 2014an de li Şengalê êzîdiyên kurd  dê careke din bi komkujiyê re rû bi rû bimana û li pêşberî cîhanê û hemû mirovahiyê rastî fermana komkujiyê bihatana. Piştî vê fermana qirkirinê dê careke din gelek jin û zarokên êzîdî bihatana kuştin, revandin û li bajarên cuda bihatana firotin. Gelek malbatên êzîdî jî dê mişextî welatên din bûbûna.

Lê vê carê ji bo  êzîdiyan ferq û cudahiyeke vê serdemê hebû. Lewre piştî salên dirêj ên zor û zehmet gelê kurd û civaka êzîdiyan bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê  li her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê xwe ji her milî ve bi rêxistin dikirin û têkoşîna rizgariyê bi pêş ve dibirin.

Li Şengalê piştî êrîşên DAIŞê 12 gerîlayên pêşeng ên hêzên Tevgera Azadiya Kurdistanê, ji bo parastin û rizgariya kurdên êzidî xwe di nava demeke kurt de ji gelek milan ve bi rêxistin kirin û li dijî hovîtiya DAIŞê û hemû hêzên êrişkar û li dijî bêbextiya hinek kurdên hevkar ên dagirkerên Kurdistanê cengeke lehengî ya dîrokî meşandin. Bi fermandariya fermandarên êzîdî yên nemir ên wek Zekî Şengalî, Egîd Civiyan û Rojda Mahîr ala Êzîdxana azad a ku daxwaz û xeyala Meyan Xatûnê jî bû li çiyayê Şengalê bilind kirin, Êzîdxan parastin û gelek sazî û dezgehên ku bîr, bawerî, dîrok û çanda kurdên êzîdî bivejînin, biparêzin û bi pêş ve bibin ava kirin.  Ew bi pêşengiya rêber Evdilah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê de mîrateya pêşengên êzîdî bi têkoşîneke bêhempa bi serketinê tacîdar kirin û xeyalên wan li her derê Êzîdxana azad belav kirin; giyanê Meyan Xatûnê, giyanê Dewrêş û Edûlê, giyanê bi sed hezaran êzîdiyên nemir şad kirin.

 

            ÇAVKANÎ:

  • Dîroka Êzîdiyan – John S. GUEST
  • Li Kurdistanê Hêzeke Nû: Jinên Kurd – Rohat ALAKOM
  • Devletsiz Ulusun Kadınları – Shahrzad MOJAB
  • Kovara ‘Kürt Tarîhî’ Hejmar: 15

Jän Aryen

 

 

 

 

 

 

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *