Yaşar Eroglû-Nameyeke Vekirî ji bo ‘Rêbera Rastnivîsîn’ê

Ev name tenê ne ji bo Rêbera Rastnivîsînê, ji bo Weqfa Mezopotamyayê, Komxebata Kurmanciyê ye jî.

Di navbera çend mehên derbasbûyî de min du tezên lîsansa bilind ên mezûnên  Zanîngeha Yuzuncuyilê nirxand. Min dît ku weke mode di çend salên dawîn de derdorên bi ziman re eleqedar pişta xwe dane zanyariya Celadet Bedirxan berê xwe dane Rêbera Rastnivîsîna’ Komxebata Kurmanciyê ya Weqfa Mezopotamyayê.

Di heyama min xwest vê gotarê binivîsim de nîqaşek li ser agnostîsîzmê vebû, kesekî youtuberê bi navê Daîmond Tema tabûyên ol û baweriyê kirine mijara nîqaşê. Vê nîqaşê rastiyek derxist holê ku 1400 salan zêdetir e haya oldarên îslamê ji Quranê nîn e. Yên ku xwendine, weke alim, mela, muftî û hwd. jî mixabin ji bo berjewendiyên xwe rastî veşartine. Yên li hember şaşiyên wan muxalîftî kirine jî hatine kuştin, çermên wan hatine gurandin an jî hatine şewitandin. Ez nikarim bêjim ew jî heman tiştî dikin lê şêwe û terzê  ‘Rêbera Rastnivîsîna Weqfa Mezopotamyayê ne rast e, rûxîner e, ji aliyekî ve dişibe wan.

‘Rêbera Rastnivîsîn’ê bê nîqaş û bê lihevkirin weke ayeteke îlahî nazil bû qada zimanê kurdî û Celadet Bedirxan û Hawar bi awayekî nixumandî weke Dewra Cahiliyê hat gunehkarkirin. Lê kesekî jî ji kerema xwe re desteayeta bi navê ‘Rêbera Rastnivîs’în’’ nenihêrî ka çi ye, çi dibêje, çi guherandiye yan jî çi nû kiriye? Eger lê binihêrîna wê matmayî bidîtana ku ‘Hz. Eyşeya zimanê kurdî yanî kîte û Bûhariyê zimanê kurdî yanî Weqf û Komxebata Kurmancî ayeta Mistefa Aydogan bi navê Rêbera Rastnivîs’în’’ weşandiye û sosretiyên wê, wê gelek zelal bidîtana.

Min heta niha li ser vê mijarê nêzî deh gotaran nivîsî û giştî jî rojname, kovar û malperan de hatin weşandin. Min qêrîn û hawar kir lê dengê me kesê/î nebihîst. Îro têkoşîn û şerê me yê li ser ziman dijwartir bûye. Kes nikare jê bireve. Divê li xweşa wan neçe jî rastî li wan bên nîşandan û li çavên wan re bên kirin. Ev hesp, ev zîn û berzîn, ev jî meydan kî ji xwe bawer e ku bikaribe bila kerem bike sosretiyên xwe biparêze.

Kengê me rexne kir, hin bêmesnet û jiberhezan (ezberhez) digot, ‘Hûn çawa li hember van rastiyan dertên. Hemû nav jî binavûdeng in. Zimanzan, pispor û otorîte ne. Ka çi berhemên te/we hene? Hûn çima li hember wan dertên” Bi van gotinan şik û gûman dianîn ser rexneyan û Rêbera Rastnivîs’îna wan weke Mishefa pîroz îlan dikirin. Dixwestin bêjin, hûn çi dizanin, hûn ji ku derê derketin? Bi rast jî em ji ku derketin, em kî ne cihê ku ew hazir, nazir û nazil in? Lê di rastiyê de em ji bîra ku wan tarî kiriye derketine. Gava me dît ku wezeka Rastnîvîsîn bi çargavî nexweşiyê li zimanê me digerîne, êdî me got, bes e ev neheqiya ku hûn li ziman dikin. Bes e êdî ziman xira nekin.

Em li rastnivîsa zimanzan, pispor û otorîteyan binêrin ku bi navê ziman çi li ziman ferz kirine. Du mijar hene. Yek mijara kîteyan e. Kîte mijareke fonetîk û fonolojiyê ye. Mijareke denganî û ya zimanzaniyê ya esas e. Mixabin Komxebatê di destpêkê de kîte bi awayekî nezanistî pênase kiriye. Komxebatê gotiye, “Maneya kîtekirina di nivîsê da ev e: gava beşa bêjeyekê di rêzê da hilneyê, bi bendikekê ve dihê veqetandin û beşa veqetandî dadikeve rêza piştî wê.”Komxebat bi navlêkirineke ne zanistî dest pê dike. Pênaseya wê hê jî ji zanistiyê dûr e. Weke ku dersa pola sereta û dibistana navîn bide xwendekaran pênase dike. Behsa deng û dirûvgirtina deng nake. Rastiya wê ev e ku kîte bareyekî (birim) deng e. Komxebatê li gorî deng rave nekiriye, derketiye derveyî pênasekirina kîteyê. Celadet Bedirxan metodolojiya zanistî şopandiye. Ne li gorî xwe, herêma xwe, li gorî rê û rêbazên zimannasiyê pêk aniye.

Komxebatê sernavek ji kîtekirinê re daniye, weke ‘kîtekirina bêjeyên sade û nesade’ ji hev qetandiye. Ew jî bi çend xalan ji hev dûr derbiriye. Pênasekirineke wiha di rêziman û rastnivîsan de nîn e.

Wiha mînak dane; ‘defte-ra, def-tera, zaro-kê, za-rokê, bêje-ya, kurd-ên, kursî-ya, mişk-ê, da-weşîn, da-xistin, ve-qetîn, lê-înan, bê-aqil, du-ajo, ferman-dar, hestî-koj, civat-ger, birîn-pêç, aştî-xwaz, bira-za, bombe-avêj, pêş-ketin, ser-mezin, xanî-sor, xem-revîn’. Min ji mînakên wan hinek hilbijartine, gelek mînakên wiha hatine diyarkirin.

Di van mînakan de rêbazên metodolojiya kîtekirinê nîn e. Li gorî bareya (birim) deng nehatine hilbijartin. Hinek li gorî wate xira nebe, hinek li gorî sînor û rêbazên tenê ew hay jê hene hatine danîn. Kîte bareyeke deng e, tu rêbaz û sînorên keyfî nas nake.

Ku em bêjin gula min em nikarin weke gul-a- min kîte bikin. Rastî gu-la-min e. Li gorî wateyê na, li gorî deng tê kîtekirin. Defte-ra, birîn-pêç, da-weşîn, da-xistin ne kitekirina rast e. Def-te-ra, bi-rîn-pêç, da-we-şîn, da-xis-tin rastiya kîtekirinê ye. Û yên din jî mîna vê rêbaza bareya deng tên kîtekirin. Kî bixwaze dikare ‘Rêbera Rastnivîsîn’ê ya Komxebata Weqfa Mezopamya binêre ev jêgirtinên min rast in, an na.

Min di sala 2021’ê de li Weqfa Mezopotamyayê bi Samî Tan û Mîkayîl Bilbil re mijar vekir. Min rêzimanên wan bi bîra wan xistin. Gava min beşa Kîtekirinê raberî wan kir, çavên wan fireh bûn, ecêb man. Gotin, me wiha nîqaş nekiriye, ev merîfeta amadekaran e. Di navberê re pênc sal derbas bûn, çapa duduyan jî derket lê hê jî tu tişt neguheriye û bi heman awayî çapa duduyan hatiye çapkirin. Rêberê Rastnîvîs’îna Komxebata Weqfa Mezopotamyayê ya fermî ev e.

Mînakeke şaşiyan yek jî bikaranîna têneperê ye. Têper û têneper ji aliyê cureyên peyvan ve rengdêr in. Bikaranîna awayê têneper şaş e.

Ji ber çi şaş e? Di zaravayê kurmancî de dema neyîniya rengdêran tê çêkirin prensîbek heye. Ne tê serê peyvê. Divê weke netêper bê bikaranîn lê mixabin têneper êdî ji bo Komxebatê hatiye misogerkirin. Çend mînak ji bo fêmkirina mijarê pêwîst in. Gava em peyva şêlû dikin neyînî, em dibêjin neşêlû, nabêjin şênelû. Biriqî di dewsa nebiriqî de bi awayê birineqî, bizdokî, di dewsa nebizdokî de bi awayê biznedokî û yên din bi kar naynin.

Ev her du mînakên şaşiyên Komxebatê û Weqfa Mezopotamyayê yên herî hêsan in ku li gorî zimannasiyê neyên kirin. Ji ber ku tenê zimanzan na, xwendekarên ji rêzê jî vê yekê dizanin. Lê Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Şucaî, Deham Evdilfetah, Dîlawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, Malmisanij, Mahmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mîkaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Samî Tan, Şoreşvan Adil, Zana Farqînî, Zulkuf Ergun an nezan in, haya wan ji zimanzaniyê nîn e yan jî şaşiyên xwe bi zanîn û hişmendî dispêrin zaravayê kurmancî û berjewendiyekê jê bi dest dixin.

Êdî nexweşiya van navdar, Weqf û Komxebatê bi awayekî neheq li kurmancî spartine, her roj belav û berfireh dibe. Li Rojava jî xwe bi navê rêzimana SZKê xwe spartine rêveberiya xweser. Ne weşanxane, ne kes, ne derdorên vê rastnivîsê bikartînin rastî û şaşiyên wê xem nakin. Tenê van navên ku her yek di qada xwe de serkeftî bûye, nav û dengên wan dinêrin. Weh dibêjin, ew kesên bi navûdeng wê şaşiyan bikin! Nabe, werin ser hemdê xwe! Me qet hewce nedît ku şaşiyên wan ên din li vir derbirînin. Divê qada zimanî baş bizane rastiyên ku xwendekarên dibistana seretayî dizanin van kesan dane binê piyên xwe.

Êdî di qada olê de, rastiyên ku hezar salan ji aliyê desthilatdarên Îslamê ve hatine veşartin tên zelal kirin. Şaşiyên rêberên oldaran ku xwe dispêrin tehrîfata Îslamê bi awayekî zanistî tên pûçkirin. Divê derdorên ku van kesan weke pûtên ziman qebûl dikin êdî van rastiyên wan bibînin û binasin. Ev merîfeta wan zimanzanî û zimanhezî nîn e, rasterast tehrîfat e.

Ez bangekî li xwediyê îmzeyan dikim. An bersivekî bidin rexneyan û vê nivîsê, rastiyên xwe biparêzin. An jî eger ew hêza we tune be îmzeyên xwe ji vê sosretiyê bikişînin.

Weqfa Mezopotamyayê organîzatorê tehrîfatan e. Rêbera Rastnivîs’în’a wan riya xirabûn û tevliheviya zimanê nivîskî vekir û di nav Komxebatê de komekê qalibên herêmî yên behdînanî li giştî kurmancî ferz kir. Divê Weqfa Mezopotamyayê jî yan bersiv bide rexneyan, şaşiyên xwe biparêze yan eger xema wê ziman be ‘Rêbera Rastnivîsîn’a xwe ji piyaseyê vekişîne. Eger wisa nekin hingê xema wan ne ziman e; piyase ye, bazirganî ye.

Meriv dixwaze bibêje ‘Rêbera Rastnivîsîn’ê li wan pîroz be. Lê ev guneh ew qas giran e ku ne Weqf, ne jî Komxebat dikare di bin de rabe.  

Yaşar Eroglû

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *